Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku divê biryarên AIHM’ê yên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê yên têkildarî’’mafê hêviyê’’ bi leztir û bandortir werin bicihanîn. Kuçukbalaban destnîşan kir ku erk û berpirsiyarî hem dikeve ser milên rêxistinên civakî hem jî yên rêxistinên mafên mirovan û bal kişand ser girîngiya ku divê di nava 9 mehan de teqez pêngav werin avêtin.
Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku biryarên dawîn ên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girîng in û ev yek anîn ziman: ‘’Yek tişta ku hatiye teyîdkirin, bicihanîna biryarên DMME’yê ya bi awayekî bi leztir û bandortir e. Hem biryara têkildarî Selahattîn Demîrtaş hem jî dosyaya bi navê ‘Gurban’ ya Kaytan, Boltan, Gurban û Abdullah Ocalan dikevin nava vê yekê. Ev dosya di xala yekem de dubare hatine diyarkirin. Girêdayî mijara bi awayekî leztir û bandortir bicihanîna vê yekê û şandina ji Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina re em bi vî awayî dinirxînin: Ihtîmal e ku Wezareta Edaletê yan jî rayedarên dewletê, bi Komîteya Wezîran re hevdîtinek pêk aniye, Ez vê yekê weke ihtîmal dibêjim. Ihtîmal e ku di vê hevdîtinê de qala pêvajoya çareseriyê hatiye kirin û helwesteke ku wê Komîsyon hin guherînan pêk bîne, hate nîşandan. Ji ber wê yekê Komîteya Wezîran jî bal kişand ser vê yekê. Weke perçeyekî vê pêvajoyê, girêdayî ku Komîsyon xebatan bi rê ve bibe, îşaret lê hatiye kirin.’’
MEKANÎZMAYÊN BIBANDOR Û ALTERNATÎF
Kuçukbalaban anî ziman ku gelekî girîng e Komîteya Wezîran bal kişandiye ku divê rewşa kesekî ku 25 salan li girtîgehê maye bi rêya hin mekanîzmayên bibandor û alternatîf were nirxandin û got: ‘’Çimkî di mijara ‘mafê hêviyê’ ya divê Tirkiye bi cih bîne de biryareke ji ya DMME’yê cudatir ya ku bicihanîna wê hê jî derbasdar e, nehatiye girtin. Di çarçoveya madeya 3’yemîn a têkildarî qedexeya êşkenceyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de, hatiye pêşniyarkirin ku divê diryarên têkildarî dosyayên Ocalan,Boltan, Kaytan û Gurban bi awayekî leztir û bandortir werin bicihanîn.’’
ERK Û BERPIRSIYARÎ DIKEVIN SER MILÊN CIVAKA SIVÎL
Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku ihtîmal e Wezareta Edaletê yan amadekariya belgeyeke stratejiyê ya darazê ya nû yan jî ya plansaziya çalakiya mafên mirovan dike û ev yek anîn ziman: ‘’Hinekî îşaret li wê yekê jî hatiye kirin. Bi qasî ku em texmîn dikin, tê payîn ku di plansaziya nû ya çalakiyan de wê ev yek jî cih bigirin. Ev 9 meh girîng in. Di heman demê de divê rêxistinên civakî di nava vê demê de xebatên Wezareta Edaletê û hikûmetê, bi taybetî jî di mijara meseleyên têkildarî mafên mirovan û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bêyî ku wext derbas bibe, bikin rojev. Em îfade dikin ku têkildarî vê mijarê erk û berpirsiyarî hem dikevin ser milên rêxistinên civakî hem jî yên rêxistinên mafên mirovan. Divê bi awayekî teqez di nava van 9 mehan de pêngav werin avêtin. Rapora pêşketinê heya dawiya Hezîrana 2026’an e, a niha prosedureke pêkanînan nîne. Dibe ku em weke biryareke siyasî binirxînin. Sozên ku hatine dayîn hene; wê were şopandin ku ev yek wê werin kirin yan na.’’
BIRYAR TÊKILDARÎ MESELEYA KURD IN JÎ
Kuçukbalaban anî ziman ku biryara DMME’yê ya derbarê çar kesan de têkildarî meseleya Kurd e jî û got: ‘’Çimkî rastiya ku cezayê hepsê yê muebeta girankirî ji ber pirsgirêka Kurd li Birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn, li holê ye. Ji ber vê yekê jî balkişandina wan a li ser pêvajoya çareseriyê, nîşan dide ku divê Komîsyon têkildarî vê mijarê bi awayekî çalak erk û berpirsiyariyan bigire ser milên xwe. Di rastiyê de mijara cezayê hepsê yê muebeta girankirî, rewşeke ku bi awayekî rasterast girêdayî pirsgirêka Kurd e, heye. Ev jî rastiya tişta ku em bi salen e tînin ziman lê belê gotina ‘Em girêdayî hiqûqê tev digerin’ ua burokrasiya darazê ya li Tirkiyeyê, Wezareta Edaletê û rayedarên dewletê çi qasî bê bingeh e û rastiya ku aliyê rêxistinên mafên mirovan tînin ziman nîşan dide.’’
LI PÊŞIYA KOMÎSYONÊ ERKEKÎ GIRÎNG HEYE
Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku civak, hêviyeke mezin ji Komîsyona ku li Meclîsê têkildarî pêvajoyê hatiye avakirin, dike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Bi taybetî jî girêdayî mexdûriyetên ji ber pirsgirêka Kurd, me nêrînên xwe yên derbarê ku divê Komîsyon bi awayekî wêrek tev bigere, pêşkêş kirin. Ev yek, li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û nirxandina Komîteya Wezîran a têkildarî Tirkiyeyê dubare hate destnîşankirin. Wê demê em dikarin bibêjin ku divê Komîsyon biryarên wêrektir û guncavî mafên mirovan bistîne û di mijara sererastkirinên yasayî de bi erkekî girîng re rû bi rû ye.’’