Heyeta Iraqê ji Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê Ebdulemîr Şemerî, Serokê Îstîxbarata Iraqê Hemîd Şetrî pêk tê. Heyet ji bo serdana Qada Gazê ya Kormorê bikin gihiştine Kerkûkê.
Li gorî agahiyan wê heyeta Iraqê bi Wezîrê Karê Hundir yê hikumeta Herêma Kurdistanê re serdana Qada Gazê ya Kormor bike û li wir lêkolîn bide destpêkirin.

