Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê li Laziqiyeyê pêkhateya Elewî, bi armanca şermezarkirina tundî û êrişên vê dawiyê yên li Humsê çêbûne, li Çexerêya Zîraa çalakiyek lidar xist. Lê komeke ciwanan bi keviran êrişî kombûnê kir, piştre gule hatin avêtin û çend xwepêşandêr birîndar bûn.
Li Humsê jî komekê bi heman rengî bi ço û kêran êrişî xwepêşandêran kir, birîndarî çêbûn û rasterast gule li xwepêşandêran barandin.
Piştî xwepêşandêr hatin gulebarankirin, li tevahî bajar û bajarokên di bin kontrola hikumeta veguhêz a de tevgereke zêde ya hêzên leşkerî yên hikumetê heye.

