Hêzên hikumeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê yê li ser rêya Reqa-Helebê bombebaran kir.
Ev bombebaran, di çarçoveya rageşiya nû ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê. Çend roj berê di vê mehê de (Cotmeh 2025) jî van hêzan êrişî herêma Dêr Hafirê kir, welatiyek şehîd bûbû, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûbûn.