Li Iraqê amadekariyên hilbijartinên parlementoyê yên ku ji bo 11’ê Mijdarê hatine plankirin dest pê kirine. Ev pêvajoya hilbijartinê bi fermî nêzîkî hefteyekê ye ku dest pê kiriye. Li şûna ku aramiya siyasî li Iraqê misoger bikin, hilbijartinên salên dawî nakokiyên navxweyî û aloziyên herêmî zêde kirine.
Ji ber ku rewşa siyasî û leşkerî li Iraqê jixwe kaos e, hilbijartin pir caran ji aliyê destwerdana derve ve bandor dibin. Ji ber vê yekê, hilbijartinên parlementoya Iraqê pir caran wekî qonaxek ji bo nakokiyên berjewendiyan di nav welêt û di navbera herêman de têne dîtin. Her çend hilbijartinên Iraqê li gorî destûrê divê her çar salan carekê werin lidarxistin jî, avahiya desthilatdariyê ji sala 2005’an vir ve bi giranî neguheriye. Hevsengiyên siyasî di navbera sê hêzên sereke de têne birêvebirin. Iraq hilbijartinan wekî erkek mecbûrî lidar dixe, ne wekî pêvajoyek demokratîk a dildar.
ŞERÊ ÎRANÊ Û BANDORA WÊ YA LI SER HILBIJARTINAN
Muqteda el-Sedr û partiya wî hilbijartinên parlementoyê yên sala 2021’an û hilbijartinên encumena parêzgehê yên 2023’yan boykot kirin. Vê boykotê valahiyek mezin di siyaseta Şîe ya Iraqê de çêkir. Di encamê de, “Çarçoveya Hemahengiyê Teyar Al-Tensîqî”, ku hevpeymaniyek ji komên Şîe yên nêzîkî Îranê ye, kursiyên zêdetir bi dest xist û hikûmeta heyî ya bi serokatiya Mihemed Şîa el-Sudanî ava kir.
Her çend boykotkirina Sadr beşdariya gel kêm kir jî, di dawiyê de kontrola parlementoyê ji hêla komên alîgirê Îranê ve hêsan kir. Ev yek ji hêla derdorên alîgirê Îranê ve wekî serketinek hate dîtin. Bandora Îranê li Iraqê ne tenê bi siyasetê ve sînordar e. Komên çekdar ên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirî kirin (wek Heşdî Şebî) bandorê li biryarên navxweyî yên welêt dikin. Di encamê de, derxistina leşkerên biyanî – bi taybetî leşkerên Emerîkî û Tirk – ji Iraqê bûye mijarek sereke ya rojevê di kampanyayên hilbijartinê de.
SIYASETA SÎNORDARKIRINA DESTHILATÊN ALÎGIRÊN ÎRANÊ
Dabeşbûnên siyasî li Iraqê nakokiyên navxweyî, bi taybetî di navbera komên Sunnî û Kurd de, gurtir dikin. Her komek hewl dide ku xwe bi Îranê an jî bi Rojava (bi taybetî DYE û Ewropayê) re bike yek da ku berjewendiyên xwe biparêze. DYE’yê û hin welatên Rojavayî armanc dikin ku bandora komên Şîe yên alîgirên Îranê kêm bikin. Ji ber vê yekê, hin kes û rêxistinên girêdayî Îranê xistin “lîsteya terorê”. Ev gav armanc dike ku çavkaniyên darayî yên Îranê qut bike û hêza van koman qels bike.
Her wiha armanc dike ku bandora rêxistinên alîgirên Îranê yên wekî Heşdî Şebî di saziyên dewletê de sînordar bike. Hikûmeta Iraqê ji bo kontrolkirina van koman têdikoşe lê ji ber zexta navneteweyî hewl dide ku wan ji meqamên fermî dûr bixe. Armanca sereke ya hêzên Emerîkî û yên dijî Îranê kêmkirina bandora leşkerî ya Îranê li Iraqê û pêşîgirtina li wê yekê ku bibe “qada şerê vekirî”. Lê belê, ji ber têkiliyên nêzîk ên di navbera Îran û Bexdayê de, ev armanc hîn bi tevahî nehatiye pêkanîn.
BANDORA TIRKIYE Û ÎRANÊ LI SER IRAQÊ
Hem Îran û hem jî Tirkiye du aktorên herêmî ne ku berjewendiyên wan ên xurt li Iraqê hene. Îran dixwaze hikûmetek nêzîkî hikûmeta wê ku Şîe lê serdest in, bîne ser desthilatdariyê. Ji ber vê yekê, Îran hewl dide ku bi rêya partî û milîsên Şîe bandorê li Bexdayê bike.
Ji aliyê din ve, Tirkiye hem zextek aborî û hem jî leşkerî li Iraqê pêk tîne. Dixwaze ji aloziya li Iraqê sûdê wergire. Ji ber vê hewl dide bi Bexda û Hewlêrê re têkiliyên aborî û enerjiyê xurtir bike. Zextên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê rasterast bandorê li ser helwesta Iraqê ya hilbijartinan dike. Hem Tirkiye û hem jî Îran hewl didin ku encamên hilbijartinê bi rêya partî û hevpeymaniyên ku ew piştgirî dikin, li gorî berjewendiya xwe manîpule bikin.
SERDANÊN VAN DEMAN PIŞTGIRÎ GIRTINA JI DERVE YE
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani û Wezîrê Karên Derve Fuad Husên beriya hilbijartinan serdana Tirkiyeyê kirin.
Di demek ewqas hesas de ku salvegera komploya navneteweyî û herêmî ye, dibe ku weke rewakirina siyaseta komployê be ev serdan. Di sala 1998’an de, di dema komploya navneteweyî ya yekem a li dijî Rêber Apo de PDK’ê piştgirî da Tirkiyeyê. Di heman demê de, Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe Serekaniye û Gire Spî dagir kir. PDK’ê jî, deriyên sînor a Xabûrê ji bo tevahiya Rojavayê Kurdistanê girt.
Di heman demê de, dewleta Iraqê, PDK’ê û DYE’yê Peymana 9’ê Cotmehê li dijî civaka Êzîdî îmze kirin. Heta roja îro, ev peyman tê armanc kirin ku li dijî Êzîdiyan were pêkanîn.
Hem Nêçîrvan Barzani û hem jî Fuad Husên hewl didin ku bi misogerkirina piştgiriya Tirkiyeyê pozîsyonên xwe di hikûmeta Bexdayê de xurt bikin. Ev hewldan bi taybetî beriya hilbijartinê derdikeve pêş.
ŞENGAL Û REWŞA SIYASÎ Û LEŞKERÎ
Şengal her tim di hilbijartinên Iraqê de bûye herêmeke krîtîk. Her kes dixwaze bandora xwe li vê herêmê zêde bike, bi taybetî jî PDK’ê. PDK’ê piştî êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran Êzidî radestî DAÎŞ’ê kir û reviyan. Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de û li dij derketina îradeya civaka Êzidî rewşeke taybet radixe berçavan. PDK’ê gelek caran zext û zor li dewleta Iraqê kir ku ev peyman pêk were, lê her car rastî nerazîbûna gelê Êzidî dihat.
Hebûna artêşa Iraqê û bandora komên din ên siyasî li Şengalê jî bandorê li hilbijartin û vegera koçberan dike. Di hilbijartinên encumena herêmî ya 2023’yan de, dengên Êzidiyan li kampên penaberan bi giranî di bandora aliyên siyasî yên li wir de bûn. PDK’ê 11 sal in van dengan ji bo berjewendiya xwe bikar tîne û hewl dide ku bandorê li encamên hilbijartinê bike.
BETALKIRINA KOTAYÊN NAMZETÊN ÊZIDÎ
Hilbijartina namzetan bi gelemperî bi biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê ve girêdayî ye. Kotaya ku ji bo Êzîdiyan hatiye destnîşankirin carinan wekî biryarek siyasî ya zelal an jî bi pejirandina aliyên peywendîdar tê bicîhanîn. Ev kota carinan ji bo sûdwergirtina namzetên girêdayî PDK’ê an partiyên din ên bihêz tê bikar anîn. Ev biryar hewl dide ku îradeya xweser a Şengalê di asteke siyasî ya fermî de asteng bike. Bi vî awayî hewl tê dayîn, temsîliyeta Êzîdiyan di bin kontrola partiyên din de dimîne.
ARMANC Û STRATEJIYA HILBIJARTINÊ YA PDK’Ê LI ŞENGALÊ
PDK’ê armanc kir ku di hilbijartinên encumena herêmî ya 2023’yan de pozîsyona xwe li Nînowayê û bi taybetî li Şengalê biparêze û xurt bike. Lê bi ser neket. Piştî wê helwesta wê bi temamî guherî. Vê carê ji bo zêdekirina bandora xwe, bi taybetî di nav civaka Êzidî de, hêzên xwe yên girêdayî bi cih kir. PDK’ê armanc dike ku bi hevkariya Bexdayê re Rêveberiya Xweser a heyî ji holê rake. Armanc ew e ku mafê temsîliyeta Êzidiyan di hilbijartinan de ji bo xwe bikar bîne û hevsengiya hêza siyasî li herêmê diyar bike.
PDK’ê piştî têkçûnê xwe ya di hilbijartinên parêzgehan de wê hewl bide bi rêya piştgiriya hikûmeta federal an jî bi zextên leşkerî helwesta xwe ya li Şengalê xurtir bike, yan jî xwe bi cih bike. Di dawiya dawî de hilbijartinên Iraqê bi giştî wekî qadeke guhertina kartên hêzê yên hundirîn û yên herêmî tê dîtin û rewşa Şengalê bi awayekî zêde bandorê ji vê têkoşîna hêzê digire.