Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir
Kurdistan

HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê me Demhat ku milîtanekî Apoyî bû, rastiyeke têkoşînê li pey xwe hişt, ku ti carî nayê jibîrkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Demhat, di 9’ê Mijdara 2024’an de di encama êrîşeke li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Demhat ê ku kesayeta xwe ya ji cewhera gelê me yê Botanê digire û bi felsefeya Rêber Apo û bi têkiliyên hevrêyê yên PKK’ê re bitûniyekê ava dike, dibe mîlîtanekî leheng, ji destpêka tevlîbûna xwe heya nefesa xwe ya dawî gerîlatiya serketî armanc kir. Ji bo vê yekê bi qasî ku xwe di warên leşkerî û îdeolojîk de bi pêş xist, xwe di xeta fedaîtiyê de jî bi pêş xist û di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo asta milîtaniya xwe di pratîkê de jî nîşan bide, gelekî ked û hewl da. Hevrêyê me Demhat ê ku rastiya me ya têkoşînê her roj zêdetir fêm dikir, ji ber vê yekê tim berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me dizanî bû ku serketina ku li Bakurê Kurdistanê were bidestxistin weke serketina tevahiya Kurdistanê ye û ji bo ku di vê qadê de têbikoşe bi azweriyeke mezin xebitî. Hevrêyê me Demhat ê ku weke mîlîtanekî Apoyî xwe bi temamî dibexşîne têkoşînê, li ku hewceyî hebe, dixwest li wir be û tim hewl dida ku berpirsiyariyên xwe bi awayekî serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Demhat ê ku bi van taybetmendiyên xwe ji hemû hevrêyên xwe re dibe milîtanekî Apoyî yê mînak, li dû xwe rastiyeke têkoşînê ya ku wê tu caran neyê jibîrkirin hişt.

Weke hevrêyên wî soz didin ku em ê têkoşîna ku dewrî me kiriye, bigihînin serketinê û di serî de malbata wî ya hêja û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me Demhat:

Nasnav: Demhat Silopî
Nav û Paşnav: Deniz Şen
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Meryem – Mehmet Şirin
Cih û dîroka şehadetê: 9’ê Mijdarê 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Li gel pêşketina têkoşîna me ya ji bo azadiyê yek ji herêma me ya ku bi coş, dilsozî û baweriyeke mezin li hemberî zilma dewleta Tirk a qirker serî rakiriye Silopya ye û heya roja me ya îroyîn bi awayekî bênavber kariye vê  sekna xwe biparêze. Gelê me Silopyayê yê ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî dizane ku azadî bêyî berdêl nayê bidestxistin, ewladên xwe yên herî hêja tevlî meşa azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo pêşketî, kirine û erka xwe ya welatparêziyê bi cih aniye. Gelê me yê ku bi vê yekê re jî sînordar nemaye, bi serhildanên xwe vejîna xwe pêk anîne û kariye xelekên koletiyê yên ji aliyê dijmin ve tên ferzkirin, ji hev veqetînin û perçe bikin. Gelê me yê Silopya yê ku bi deh salan e hewlên dijmin ên qirêj têk dibe û xwe bi paradîgmaya neteweya demokratîk birêxistin dike, birêxistinbûna xwe pêk aniye û sekna xwe bi îrade û têkildarî jiyana azad bi awayekî zelal nîşan da.

Hevrêyê Demhat li navçeya Silopyayê ya ku xwe bi partiya me PKK’ê û felsefeya Rêber Apo ronî kiriye, di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe.  Malbata hevrêyê me û derdora wî xwedî çandeke kûr a welatparêziyê ne û baş girêdayî kevneşopiya Kurdayetiyê ne ku ev yek jî  dibin sedem ku hevrêyê me  girêdayî cewherên xwe mezin bibe. Apê wî hevrêyê me Serhat- Yakûp Şen di sala 1991’an de li navçeya Dihê a Sêrtê di encama çalakiyekê de tevlî karwanê şehîdan dibe û ji bo zindîhiştina bîranîna wî tim qala wî tê kirin ku ev yek dike ku hevrêyê me Demhat di zaokatiya xwe de tevgera me nas bike.  Her wiha malbata hervrêyê me jî di salên 1990’î de  tim bi êrîş, zext û êşkenceyên  dijmin re rû bi rû dimîne û ev yek jî didbin sedem ku hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de rastiya dijmin nas bike.  Heman polîtîkayên dijmin ên li ser gelê me,  qetilkirina deh hezaran welatiyên me û  ya herî girîng jî israr dijmin ya di êrîşên qirkirinê de sempatiya hevrêyê me Demhat ya ji bo têkoşîna azadiyê ya di pêşenngtiya  partiya me PKK’ê de pêş dikeve, zêde bibe. Hevrêyê me yê ku hê di temenê xwe yê ciwantiyê de di nava têkoşîna aktîf de cih digire,  di destpêkê de di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cihê xwe digire.  Hevrêyê Demhat ê ku heya demekê di nava van xebatan de dimîne, derfetê bi dest dixe ku Rêber Apo rastiya têkoşîna me ji nêztir nas bike. Hevrêyê me Demhat ji ber vê yekê dizane ku têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker girêdayî tevlîbûna nava refên gerîlayan e, di sala 2011’’an de xwest tevlî nava refên gerîlayan bibe.  Lê belê  ji ber hin astengiyan hevrêyê nikare xwe bigihîne vê armanca xwe  û bi mezinkirina asta îdîa û biryardariya xwe di sala 2014’an de dubare hewl dide ku tevlî nava refên gerîlayan bibe.

Lê bele ji ber hin pirsgirêkan hevreyê me yê ku negihîşt vê armanca xwe, asta xwe ya biryardarî û îddîayê bilintir kir û di sala 2014’an de careke din serî lêda. Hevrê Demhat ê ku vê carê gihîşt armanca xwe, ji herêma Cûdî tevlî rêfên gerîla bû û xeyala xwe pêk anî.

Hevrê Demhat piştî ku li herêma Cûdî demek kurt ma, derbasî Herêmên Parastina Medyayê bû û perwerdeya xwe ya bingehîn girt. Ji jiyana PKK’ê ya komunal û têkiliyên hevaltiyê bandor bû û bû xwedî tevlîbûnek bi çalak. Hevreyê me yê bi zanebûn tevlî her qadên jiyanê bû. Bi taybetî bawer kir ku hevaltiya PKK’ê ji hemû şêwazê têkiliyên din pîroztir û cewherî ye û li ser vê bingehê hewl da bibe milîtanekî PKK’ê û hevalê hevalan.

Hevrê Demhat piştî perwerdeya xwe bi awayekî serketî bi dawî kir, li gel hevalên rêveberiya Partiya me cih girt. Ev pevajo weke kêliyên jiyana xwe ya herî hêja û nayê jibîrkirin nirxand. Hevrê Demhat bû xwedî wê derfetê ku Partiyê ji çavkaniya wê nas bike, fêhm bike û ev firsend bi rengekî baş nirxand, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir. Ji danehevên hevalên ku bi hev re têkoşiya, dersên mezin derxist û têkiliya wan hevalan a bi Rêber Apo ya hevaltiyê di dilê xwe de hîs kir. Di vê pêvajoyê de hem ji aliyê jiyanî hem jî ji aliyê bîrdozî de gihîşt daneheviyeke girîng. Hevreyê me yê ku ji ber vê yekê asta têkoşîna xwe her tim bilindtir dikir, xwe ji pratîka herî zehmet a gerîla re amade kir. Hevreyê me yê ku difikirî heqê wan kêliyên hêja yên ku bi hevalan re derbas kiribû bi mezinkirina têkoşînê bide. Ji ber vê bi israr pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Ji bo di taktîkên nû yên gerîla de bibe pispor tevlî perwerdeyên pisporiyê bû. Hevrê Demhat ê ku bi perwerdeyê gelek taktîkên nû yê gerîlayê serdemê fêr bûbû, zanîbû ku mîlîtaniya Apoyî tenê bi têgihîştina leşkerî çênabe, lewma giranî da ser perwerdeya bîrdozî. Hevrê Demhat ê ku bi perwerdeya wergirtî bû gerîlayekî azadiyê yê profesyonel, ji bo Bakurê Kurdistanê ku demek dirêj dixwest biçe, dubare pêşniyar kir. Li gel ku pir dixwest biçe jî ji ber hin pêwîstiyên cuda bi hin xebatên din hate erkdarkirin. Ew ruhê fedaî yê têkoşînê her tim parast. Di xebatên ku cih girtî de her tim bi fedakarî û zîrekbûna xwe li pêş bû. Ji xwe re kir esas ku bi tempoyeke bilind têbikoşe. Hevrê Demhat ê ku dema pêwîst bû di erkên herî xeter de cih bigire, qet teredut nekir û bi saya ruhê xwe yê fedaî di serxistina gelek karî de ked da. Ji bo pêwîstiyê hevalên xwe şev û roj, havîn-zivistan bi fedakarî têkoşîn meşand û bi sekna xwe ya têkoşîn û jiyanê rêz û hezkirina hemû hevalên xwe qezenc kir.

Hevrê Demhat bi dirûstbûn, fedakarî, jiyana bi dîsîplîn û dilsoziya xwe ya ji nirxên azadiyê re di dilê hevalên ku bi hev re dixebitî û hemû hevalên ku bi wan re ma de cih girt. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wî dewrî me kiriye hîn mezin bikin û di şexsê wî de hêjayî hemû şehîdan bibin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê li Stenbol û Bûrsayê çalakî pêk anîn
Nûçeya Pişt re Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Navê Tevgera Sedr guherî û bû Tevgera Neteweyî ya Şîa

Li gorî daxuyaniya ku bi îmzeya Muqteda Sedİr hatiye îmzekirin, navê Tevgera Sedir weke Tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Hêzên me li dijî dagirkeran berxwedaneke mezin raber dikin

QSD’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tebqayê operasyon: 22 gumanbar hatin girtin

Li kantona Tebqayê ku bajarokê wê Dêr Hafirê bû hedefa êrişa çekdarên desthilata demkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?