În, 28 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza komkujiya 19’ê Kanûnê: Dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re nabihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê çalakiya bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên hevdîtinê bi raya giştî re bêne parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî 27’ê Mijdarê weke ‘Cejna Avakirina Sosyalîst’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Heyeta Iraqê wê serdana Qada Gazê ya Kormorê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Divê dema pêvajoya qanûnî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PKK dîrokeke berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Berxwedana Neteweyî: Gelê me ber bi azadiyê ve dimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mako Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gulsume Ogûz: Dixwazim qala bandora şer a li ser jinan bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsal li Rojhilatê Kurdistanê 30 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Beyrûtê konferansek li ser tundiya li ser jinan hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê ji jinan çalakiyên şevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘HTŞ divê li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere; peyman ji bo Elewiyan destkeftiyek girîng e’
Rojane

‘HTŞ divê li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere; peyman ji bo Elewiyan destkeftiyek girîng e’

Elewiyan nerazîbûn nîşanî êrîşên rêveberiya HTŞ’ê yên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê da û gotin, Peymana 10’ê Adarê ji bo Elewiyan jî destkeftiyek e, HTŞ divê li gorî peymanê tevbigere.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hêzên HTŞ’ê û rêxistinên selefî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, êrîşên xwe yên li ser nifûsa Elewî didomînin. Tê diyarkirin ku di êrîşa mezin a duyemîn a sala 2025’an de, bi sedan Elewî hatin qetilkirin.

Serokê Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a Sultangazî ya Komeleyên Çandê ya Elewî Zeynel Odabaş, Serokê Federasyona Komeleyên Elewî Zeynel Abîdîn Koç û Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglu têkildarî êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê, ji ANF’ê re axivîn.

‘HTŞ KUJERÊ MIROVAHIYÊ YE’

Zeynel Abîdîn Koç diyar kir ku HTŞ kujerê mirovahiyê û xwezayê ye û got, HTŞ’ê li her derê komkujiyek mezin pêk anî. HTŞ’ê got, “Li vê erdnîgariyê hem li başûr, hem li rojhilat çêkerên cuda hene. Li rojhilat QSD, li jêrê Durzî hene. Ev şer îşaret dide me ku wê siberoja Sûriyeyê çawa be.

Em dikarin bêjin ku wê rojên xirab li Sûriyeyê biqewimin. Tê dîtin ku li wir dê şerê navxweyî bi dawî nebe û erdnîgariya Rojhilata Navîn car din veguhere qadeke şer. Weke Elewî em dizanin ku Tirkiye li wir xwedî hêzeke cidî ye. Em daxwaz dikin ku welatê me vê hêza xwe bi kar bîne, sînorên Elewiyên aştîxwaz biparêze û dawî li van pevçûnan bîne.”

‘PEYMANA 10’Ê ADARÊ JI BO ELEWIYAN DESTKEFTÎ YE’

Koç bal kişand ser girîngiya Peymana 10’ê Adarê ya navbera QSD û rêveberiya Şamê û diyar kir ku peyman ji bo Elewiyan deskeftiyek girîng e. Koç destnîşan kir ku HTŞ divê li gorî peymanê tevbigere û ev tişt anî ziman: “Tirkiye û Sûriye ji hevdû cûda nînin. Pêvajoya aştî û demokratîkbûnê wê bandorê li Sûriyeyê jî bike, hetta wê li Iraq û Îranê jî bike. Ji ber ku modela li Tirkiyeyê çi be, wê li Sûriyeyê jî heman be.”

‘BILA HER KES DESTÊ XWE DEYNE SER WIJDANA XWE’

Serokê Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a Sultangazî ya Komeleyên Çandê ya Elewî Zeynel Odabaş jî diyar kir ku HTŞ rêxistineke terorîst a navneteweyî ye û ev tişt got, “Evane artêşeke kujeran e. Li Sûriyeyê berdêla şer; talan û komkujiya li dijî Elewî, Durzî û her kesê ku ji ol cuda difikire ye. Sedemên vê yên esas ew e ku Tirkiye, DYE û Îsraîl li dijî sûcên mirovahiyê bêdeng dimînin. Her kesê ku dibêje ‘ez mirov im’ divê destê xwe deyne ser wijdana xwe. Yên li hemberî komkujiya li wir bêdeng bimînin, hevkarên wê komkujiyê ne.”

Odabaş destnîşan kir ku QSD divê xwedî li gelên mazlûm ên li Sûriyeyê derkeve û bal kişand ser girîngiya bicihanîna Peymana 10’ê Adarê.

‘ELEWIYAN ŞAŞTIYEKE DÎROKÎ KIR’

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku li Sûriyeyê Elewiyan şaştiyeke dîrokî kir, divê mekanîzmaya xwe ya parastinê ava kiriban û got, “Sala 2012’an dema Sûriye tevilhev bû, hemû koman tedbîrên xwe girtin. Duziyan çek rakirin, li bakur jî di bin sîwana QSD’ê de çek rakirin û mekanîzmayên xwe yên parastinê ava kirin.

Koma mezin a sêyem Elewiyan jî şaştiyeke cidî kir û baweriya xwe bi Esad anî. Fikirîn ku Esad dê ji bo wan bibe ewlehiya jiyanê. Lê belê dema ku Esad di şevekê de çû, Elewî li holê man û pêvajoya komkujiyê bi vî rengî destpê kir.”

‘QSD LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN RABÛ’

Kenanoglu, diyar kir ku raya giştî ya Ewropa û cîhanê li hember komkujiyên li dijî Elewiyan bêdeng maye û got, yek ji wan sedeman ew e ku Elewiyan weke ‘alîgirê Esad’ dibînin. Kenanoglu got, “Li Tirkiyeyê jî propagandaya li dijî Elewiyan wekî ‘bermahiyên rejîmê’ hedef nîşan dide. Mixabin ev têgihiştin bûye sedema ku li hemberî komkujiya sivîlên bêguneh bêdengî çêbibe.”

Kenanoglu, anî ziman ku QSD nikare bi awayekî fîzîkî mudaxeleyî herêmê bike ji ber ku hêzên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne kontrol kirin li herêmê asteng in. Kenanoglu, da zanîn ku QSD gelek caran li ber komkujiyan rabûye û got, “HTŞ ji ber ku baweriya Elewiyan qebûl nake, êrîşên xwe bi motîvasyoneke olî pêk tîne. Helwesta Tirkiyeyê, komkujiyên Mereş û Çorûmê tîne bîra mirov û xetereyên bi vî rengî hîn jî berdewam dikin.”

‘PEYMANA 10’Ê ADARÊ JI BO ELEWIYAN DESTKETIYE’

Kenanoglu, diyar kir ku Peymana 10’ê Adarê ji bo Elewiyan destketiyek girîng e û destnîşan kir ku yê li gorî peymanê tevnagere HTŞ e. Kenanoglu, anî ziman ku HTŞ’ê roja piştî lihevkirinê şerîet ragihand û “Dewletek Ereb” ava kir û got, “Bi vî rengî lihevkirinê bi awayekî fîîlî bêbandor kir. Pêkanîna peymanê hem ji bo rawestandina komkujiyan û hem jî ji bo misogerkirina tevlîbûna Elewiyan di hikûmetê de girîng e. Wekî Elewiyek, ez piştgiriyê didim vê lihevkirinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mirina bi guman a Dîlan Karaman: TJA û Baroya Amedê nerazî ne
Nûçeya Pişt re Heyeta Iraqê wê serdana Qada Gazê ya Kormorê bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla fîlmek weşand: An hûn ê biçin, an hûnê bimirin!

Gerîla TV, fîlmeke ku tê de behsa derbên giran ên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî û TJA’yê Denîz Poyraz bi bîr anî

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Denîz Poyraz bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê erd hejiya

Li Stenbolê bi hêza 4 erd hejiya. AFAD'ê ragihand ku erdhej li Marmara Ereglîsî (Tekirdag)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza komkujiya 19’ê Kanûnê: Dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re nabihure

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo du şehîdan li Amedê çalakiya bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Careke din xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Aykol

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?