Li ser erdnîgariya cîhanê Efrîn mîna dilopeke ava di oqyanûsê de ye. Lê belê di dil û mêjiyê mirovên vê xakê de Efrîn bihûşteke bêmînak e. Efrîn bi navê xwe yê din Avrîn, bi cihên xwe yên dîrokî û keskahiya xwe ya bedew tê nasîn. Xwedî xwezayeke rengîn û çandeke dewlemend e. Ji ber wê yekê jî gelek kesên ji Efrînê yên bi çand û hunerê re eleqedar dibin, xwedî berhem in.
Her nifşeke nû dibe xwedî hunera serdema xwe. Li Kurdistanê jî ku komkujî bûye siyaseta sereke ya dagirkeran, gelê Kurd jî êş û zordestiyên giran dijîn. Gelê Kurd di demên herî zehmet û ruxmî hemû astengiyan jî karî ku çanda xwe biparêze û pêş bixîne. Jixwe ger ku xeyal û armancên mirovan xurt be, tu tişt nikare li pêşiya mirovan bibe asteng. Yek ji wan kesan jî ku jan û êşên gelê xwe ji kûr ve dijî û dixwaze bine ziman jî ciwanê bi navê Mihemed Nûr Henan e.
Mihemed Nûr ji bajarê Efrînê ye. Ji ber dagirkirina Efrînê koçber bûye û niha li Babinis a Kantona Şehba dijî. Ew di sala 2007’an ji dayik bûye. Ji ber malbata wî welatparêz e, Mihemed jî bi hest û zanebûna hezkirina ax û welat mezin dibe. Mihemed hê di zarokatiya xwe de dest bi kar û kedê dike. Di 11 saliya xwe de li cem berberekê dest bi kar dike. Niha jî vî karî didomîne.
Dema ku dewleta qirker û faşîst ya Tirk bi çeteyên xwe ve êrîşê Efrînê kirin, ew hîna piçûk bû. Malbata wî ji bo ku li rastî komkujiyê neyê koç dike. Mihemed tevî temenê xwe yê biçûk jî barê giran yê jiyana koçberiyê li ser milên xwe hîs dike. Li hemberî hovîtî û dagirkeriya faşîzma dewleta Tirk pir bi hêrs û bertek e. Ew dixwaze bibe zimanê êş û keserên giran ê gelê Efrînê. Jenîna tembûrê û strîna stranan ji bo vegotina hestên xwe hildibijêre.
Mihemed hem karê berberiyê dike, hem jî di Navenda Çand û Hunerê ya Ehdesê de cih digire. Ew bi xwe dijene, awaz û gotina stranan jî aîdî wî bi xwe ne. Herî dawiyê 3 stranên nû amade kiriye. Dengê ku ji tembûra wî bilind dibe, melodî û stranên wî hemû têkildarî hezkirina Efrînê, xemên kûr yên koçberiyê û hêviya mezin ya vegera Efrînê vedibêjin.
Mihemed Nûr anî ziman ku ew tim dixwaze êşa keçberiyê bi hunera xwe bîne ziman û ev yek anîn ziman: “Li hemû malên Efrîniyan teqez tembûr heye. Ya bavê min jî hebû. Piştî dagirkirina Efrînê û koçberiyê, min jî xwest ez wê êşê bînim ziman. Bi vî rengî min dest bi muzîkê kir. Ez spasiya bavê xwe dikim. Wî alîkariya menewî ya pir mezin da min ku dest bi hunerê bikim.”
Her wiha hunermendê ciwan Mihemed strana xwe ya bi navê; ‘Bihara xelkê bi gul e, bihara kurdan bi kul e’ ji bo şehîdên çalakiya Basilê hazir kiriye, pêşkêş kir û ew şehîdên pîroz bi bîr anî.