Hate ragihandin ku sê girtiyên ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Doşemealtiya Antalyayê de tên ragirtin û bi daxwaza veguhastina girtîgeheke din di greva birçîbûnê de ne, rakirin nexweşxaneyê.
Hate diyarkirin ku Gurkan Turkoglu û Tahsin Sagaltıcı ku 261 roj in, û Huseyin Ozen ku 241 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji girtîgeha celebê bîrê hatine girtin û birine nexweşxaneyê. Hate destnîşankirin ku sê roj in di nexweşxaneyê de tên girtin û derbarê rewşa wan de agahiyeke zelal nayê girtin.
Hate hînbûn ku malbatên girtiyan ên ku ji ber îhtimala mudaxeleya bi zorê bi fikar in, di dema çalakiya rûniştinê ya ku li Enqereyê dabûn destpêkirin de hatine destgirkirin.

