Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Qamişloyê: Di 8’ê Adarê de em soza xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Limasolê jinên Kurd balkişandin ser slogana Jin, Jiyan, Azadî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ÎHD’ê li dijî ‘darbeya qeyûm’ name ji Wezareta Karên Hundir re şand
Rojane

ÎHD’ê li dijî ‘darbeya qeyûm’ name ji Wezareta Karên Hundir re şand

ÎHD'ê li dijî darbeya qeyûm nameyek ji Wezareta Karên Hundir re şand û xwest, biryara neheq bê betalkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partî û CHP’ê de, li gelek bajaran ji Wezareta Karên Hundir re name şand. Di nameyê de hat xwestin ku polîtîkaya tayînkirina qeyûman were bidawîkirin.

Di nameya ji bo Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya hatiye nivîsandin de hate bibîrxistin ku li şaredariyên Colemêrg, Bajarê Mezin a Mêrdînê,  Êlih, Xelfetî û Esenyurtê qeyûm hatiye tayînkirin. Di nameyê de wiha hate gotin: “Weke ku tê zanîn, sepana tayînkirina qeyûm bingeha xwe ji hevoka dawî ya fikraya 4’emîn a Xala 127’emîn a Destûra Bingehîn digire. Di vir de tê gotin ku ‘heke sûcekî ji ber peywirê hatibe kirin’, Wezîrê Karên Hundir dikare bi awayekî demkî ji peywirê dûr bixe. Jixwe di Xala 47’emîn a Qanûna Şaredariyan a hejmar 5393’yê de jî nirxandina mîna wê heye. Li gel ku sererastkirina qanûnî ev e, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an pergaleke awarte hate avakirin, dewlet bi sepanên KHK’ê hate birêvebirin û bi vê yekê re qanûneke nû derket holê. Bi KHK’a hejmar 674’ê û piştre jî bi fikraya 2’yemîn a Xala 45’an a li qanûna hejmar 6758’ê hatiye zêdekirin re rayeyên nû ji bo wan hatin dayin. Ev rayeye jî ji bo ‘Alîkarîdayîna terorê yan jî rêxistinên terorê’ hatiye dayin. Ji ber van sûcan jî rayeya dûrxistina ji rayeyê dide we. Xuyaye ku sererastkirina behsa xeberê li dijî rêgezên dewleta hiqûq û demokratîk e. Jixwe welatekî bi KHK’an tê birêvebirin, mimkin nîne bibe dewleteke hiqûqê û demokratîk be. Hemû şaredarên ji peywirê hatine dûrxistin, di dema dûrxistina wan de rêgeza karîneya mesûmiyê hatiye binpêkirin.

Li gel ku derheqê tu şaredaran de biryare teqez a darazê tune ye jî, şaredarên bi îradeya gel hatine hilbijartin ji peywirê hatin girtin, li şaredariyan qeyûm hatin tayinkirin û tayînkirina qeyûman sepaneke antîdemokratîk e. Ev sepan bi temamî li dijî Destûra Bingehîn, sererastkirinên hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî ye. Ev sepan nayê qebûlkirin û dibin sedema rageşiya di navbera civakan de. Lewma jî weke ÎHD’ê em dixwazin ku biryara dûrxistina ji peywirê ya şaredarên Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê û tayînkirina qeyûman a li şûna wan were betalkirin.”

EDENE

Şaxa ÎHD’a Edeneyê tevî rêveberên DEM Partiyê li Postexaneya Cemalpaşayê name şand. Serokê Şaxa ÎHD’ê Yakup Ataş diyar kir ku tayînkirina qeyûman derhiqûqî ye û xwest ev sepan were bidawîkirin.

MÊRSÎN

Rêveberên Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî tevî Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca heta avahiya PTT’ê meşiyan. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zumeyra Ougz diyar kir ku qeyûm xespkirina îradeyê ye, ew qebûl nakin û rast nabînin.

HATAY

Rêveberên ÎHD’a Îskenderûn a Hatayê jî hatin avahiya PTT’ê û name şandin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Soşkun Selçuk xwest ku sepana tayînkirina qeyûman bê bidawîkirin.

DÊRSIM

Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî li pêşiya Şaxa PTT’a Taxa Mogoltayê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partî û ESP’ê jî tev li bûn. Hevseroka Şaxê Gonul Sonbahar bal kişand ser nameyê û xwest biryar were betalkirin.

ENQERE

Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî beriya şandina nameyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Omer Faruk Yazmaci ji wezaretê xwest ku sepana tayînkirina qeyûman bi dawî bike. Piştre jî name li Şaxa PTT’a Çankayayê hate şandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎSÎG: Meha Cotmehê 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Rewşa girtiyê nexweş Abdurahman Gemîcîoglû gelekî giran e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Mainburgê heta bi Qendîlê sembola sosyalîzma demokratîk

Li welatekî kapîtalîst mezin bû, azadî li çiyê dît. Li çiyayê dijwar ê Xakurkê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin

Mehmet Kasim Firat: Dibe ku êriş zêde bibe; lê belê rastiya gelê Kurd wê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye

KCK’ê di salvegera komkujiya Enqereyê de ku beriya 10 salan di bin çavdêriya dewletê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesan pêk dihat, hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?