Komîsyona Navenda Mafê Mirovan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), ji bo mirinên zarokên li Kobanê ya ku di bin dorpêçê de ye rawestin banga tedbîrên lezgîn kir.
Di bangê de hate diyarkirin ku ji ber êrîşan di serî de li Kobanê û li tevahiya jîngehên li Rojava zarok ji mefên jiyanê yên bingehîn bê par tên hiştin û ev tişt hate gotin: “Di di nava mercên dorpêçê de mafên zarokan ên jiyanê bi awayekî cidî di xetereyê de ye.”
Di bangê de hate destnîşankirin ku Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi awayekî sîstematîk hatiye binpêkirin û tu rewabûna mafên bingehîn ên zarokên Rojava nîn e û wiha hate gotin: “Zarok ne aliyên şer in. Divê tavilê ev binpêkirinên cihêreng ên li ser zarokên Rojava bên bidawîkirin; mafê jiyanê yê zarokan, mafê perwerdehiyê, mafê xwarin û ewlehiyê divê tavilê bê misogerkirin.”
Di bangê de ji bo bikevin nava tevgerê bangî berpirsiyaran hate kirin.

