Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Stenbolê ve bi îdîaya “sîxuriya siyasî” tê meşandin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, rojnamevan Merdan Yanardag û Necatî Ozkan hatin girtin.
Îmamoglû, Yanardag û Ozkan derketin edliyeyê û piştî îfadeyên li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sûlh û Cezayê hatin kirin.
Dadger biryar da ku Îmamoglû, Yanardag û Ozkan bên girtin.

