Zext û gefên rejîma Îranê ya li ser welatparêz û çalakvanan tundtir bûye. Di heman çarçoveyê de rejîma Îranê 4 welatiyên din li Rojhilatê Kurdistan û Îranê binçav kir.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê ragihand ku duh Hesen Pejûm û Sîna Keraçî yên xelkê bajarokê Sebzewar ê ser bi bajarê Xorasanê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bêyî fermana dadwer hatin binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hatin birin.
Hate diyarkirin ku wênegir, jîngehparêz û çalakvanê sivîl Umêd Baqirî yê 37 salî û xelkê Şabad ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.
Li gorî heman agahiyan, hêzên ewlekariya Îranê li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê welatiyê Kurd ê bi navê Îbrahîm Merdanî bêyî fermana dadwer binçavkirine û ber bi cihek nediyar ve birine.

