Piştgiriya ji Başûr ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dike, divê çarçoveyê de rewşenbîr û hunermendên parêzgeha Helebceyê kampanyayek alîkariyê dan destpê kirin.
Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Helebceyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û hate gotin; “Îro em ji bo alîkarî û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kampanyayek giştî radigihînin. Em bang li hemû kesê dikin ku tevlî kampanyayê bibin û piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cihê ku alîkarî lê tê komkirin, beramberî serokatiya şaredariya Helebceyeyê ye û her kes dikare liwir alîkariyên xwe radest bike.

