Xwendekarên Zanîngeha Rojava û koçberên Efrînê yên li bajarê Qamişloyê ji bo bibîranîna şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Çerxerêya Efrînê ya bajêr mûm pêxistin.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşdaran dirûşmeyên “Şehîd nemir in”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” qîr kirin û sersaxî ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re xwestin.
Ev çalakî, bi armanca piştgiriya berdewam a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşfrefiyê û dilsoziya bi fedakariyên şehîdan re hat lidarxistin.

