Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Azadiya Kurdan a li Îranê di tifaqa wan a demokratîk de ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Muslim ji bo yekîtiya me faktorekî girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Danezana Newroza Wanê hat ragihandin: Bi ruhê yekîtiyê dakevin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Salih Muslim wê derbasî Rojava bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas
Kurdistan

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo şehîd Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand. KCK'ê got, "Ebû Welat ku bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak pêk anî, xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Demokratê şoreşger ê hêja Salih Muslim ji ber nexweşiyê şehîd bû. Em ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku hesreta wî pêk bînin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Piştî ku PKK nas kir, 40 salan di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de cih girt. Bi naskirina Rêber Apo re bi rengekî çalak beşdarî têkoşînê bû û di pêşvebirina vê têkoşînê de kedeke mezin da. Bêguman têkoşîna xwe bi giranî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê meşand. Lê belê her tim bala xwe li ser têkoşîna azadiyê ya li 4 parçeyên Kurdistanê bû; bi her awayî xizmetên girîng kir. Hevrêyê me Ebû Welat ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû. Li Erebistana Siûdî kar kir. Dema ku li Erebistana Siûdî dixebitî di heman demê de beşdarî karên Tevgera Azadiyê ya li nava Kurdên li wê derê bû. Piştî ku Tevgera Azadiyê nas kir, temenê xwe hemû da têkoşîna azadiyê. Ne tenê ew, tevahiya malbata wî tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi vê sekn û vî karê xwe bû mînak ji hemû welatparêzan re. Hevjîn û zarokên wî jî bûn xebatkar û milîtanên çalak ên vê têkoşînê. Kurê wî Şervan li Girê Spî di sala 2013’an de şehîd bû. Li gel têkoşîna siyasî li qada çapemenî-weşanê ya Tevgera Azadiyê jî xizmet kir. Ebû Welat ku ji bilî Kurdî herî kêm bi 3 zimanan zanî bû, parêzname û analîzên Rêber Apo bi Erebî wergerand û bi rol rabû ku fikrên Tevgera Azadiyê li nava gelên Ereb belav bibe.

Ebû Welat bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak kir û di têkoşîna xwe de xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas. Ji ber ku xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo hîn bû û di vê mijarê de timî xwe bi pêş ve dibir, di hewldanên xwe yên rêxistinî û têkoşîna siyasî de bi bandor bû. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji nêz ve şopand û di vê çarçoveyê de meşiya.

Salih Muslim kedeke mezin da Şoreşa Rojava. Yek ji nirxên moralê yên berxwedana Kobanê Salih Muslim bû. Dema ku qala Şoreşa Rojava bê kirin, hevrêyê me Salih Muslim wê her tim bê bîranîn. Salih Muslim ku di salên 1990’î de li êşkenceya rejîma Baas rast hat, armanceke xwe jî demokratîkbûna Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava û demokratîkbûna Sûriyeyê her tim bi hev re didît û dinirxand. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li ser xeta neteweya demokratîk gelekî hewl da. Di vê mijarê de ji bo pratîkkirina xeta Rêber Apo gelekî xebitî.

Ebû Welat ti carî nexweşiya xwe neda pêşiya kar. Ji bo wî ya girîng pêşveçûna têkoşînê û serketina armancan bû. Ji ber ku baweriya xwe pê hebû ku têkoşîn wê li ser xeta Rêber Apo tekez bi ser bikeve, heta nefesa xwe ya dawî li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo re moralê xwe timî bilind kir. Zanîbû ku ev serketin wê di heman demê de serketina keda wî be, lewma her roja xwe bi coşa şoreşgerî derbas kir. Ev yek sekna fêhmkirina felsefeya têkoşînê û jiyana Rêber Apo ye.

Ebû Welat wê her tim weke demokratekî şoreşger ê gelparêz û dilnizm ê dilsozê Rêber Apo bê bîranîn. Hem li nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê hem jî li nava têkoşîna li 4 parçeyên Kurdistanê wê bê bîranîn û di bilindkirina pîvana welatparêziyê de rola wî, wê ji niha û pê ve jî dewam bike.

Bila rehm li Salih Muslim be û bang li gelê xwe dikin ku di asteke bilind de beşdarî merasîma cenaze bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameya 6 şehîdan hate eşkerekirin
Nûçeya Pişt re Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Dewleta Tirk bi awayekî eşkere qanûnên mirovî û navneteweyî binpê dike’

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku dibin sedema komkujiya sivîlan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê zarokê 8 mehî jiyana xwe ji dest da

Zarokê 8 mehî Xelîl Misilm ê ku ji Reqa hatibûn Kobanê, ji ber nexweşiya kolêrayê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Barzanî 20 hezar Sûriyeyî di nava hêzên PDK’ê de bi cih kir’

Endamê YNK’ê Mehmûd Xoşnaw ragihand Mesrur Barzanî 20 hezar welatiyên Sûriyeyî di nav hêzên Zêrevan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?