Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê
Jin

Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

Koordînasyona KJK'ê şehîdên komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê bi bîr anî û destnîşan kir ku nîşaneya herî bi wate ya dilsoziya bi şehîdan re parastin û xurtkirina şoreşa jinê û azadiyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

KJK’ê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anî ku 23’ê Kanûnê li Parîsê di êrişa çekdarî de şehîd bûn û got, “Bi wesîleya salvegera 3’emîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî jî li jin û ciwanan ku heta darizandina kujerên rastî li qadan têkoşînê mezin bikin, ji 23’ê Kanûnê heta bi 9’ê Çileyê beşdarî hemû çalakiyan bibin.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê, tetîkkêşê dewleta Tirk a faşîst kujerê bi navê William êriş bir ser Navenda Çanda Kurd û kargehên Kurdan û di encamê de Evîn Goyî (Emîne Kara) ku tevahiya jiyana xwe dabû civaka azad û demokratîk, di vê oxirê de 34 salan li her devera Kurdistanê têkoşiya bû, hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd ê hêja Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Bi wesîleya salvegera sêyemîn a şehadeta wan em şehîdên xwe yên hêja hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wan a ji bo jiyaneke azad û bi rûmet pêk bînin.

Hevrê Evîn di nava kevneşopiya berxwedanê ya Botanê de mezin bû, welatparêzî ji dil jiya. Li hemberî zilma ku li gelê Kurd, li cografya Kurdistanê û li jinên Kurd dihate kirin beşdarî nava refên gerîla bû û bû mînak herî bedew a welatparêziya jinên Botanê. Ji bo kevneşopiya berxwedanê ya Botanê bigihîne hemû jinan, bi taybetî jî bigihîne jinên Kurd û Kurdistanê bê navber têkoşiya.

Hevrê Evîn ji bo tovên azadiyê yên ku Rêber Apo di dilê wê de çand di dilê her jinê de mezin bike 34 salan li ku derê pêwîstî hebûya li wir bû. Bi tespîta ‘Jin a azad, Kurdistana azad e’ ya Rêber Apo bi rê ket û bi têkoşîna neteweyî têkoşîna jinê hûnand, ji bo azadiya jinên Kurd têkoşiya. Di nava jinên Kurd de ku li ber jibîrkirinê bûn û îradeya wê nedihat naskirin, ji partîbûnê heta bi xweparastinê û avakirina sîstema xwe ya demokratîk tevlî her karî bû, qîrîna jiyana azad a jinên Kurd gihand tevahiya cîhanê. Bi berxwedan û têkoşîna xwe bû yek ji wan hevrêyên me yên azad ku dîroka jinên Kurd ên azad nivîsand.

Welatparêzê me yê hêja Mîr Perwer jî li hemberî êrişên qirkirina çandî ku gihîştibû asta qirkirina fîzîkî li Ewropayê tevlî karên çand û hunerê bû, ji bo parastina çand û zimanê Kurdî têkoşiya. Kiryarên faşîst, êşa li Kurdistanê û çîrokên berxwedanê li stranên xwe neqişand.

Welatparêzê me yê kedkar Abdurrahman Kizil jî dema ku ji Kurdistana hate xizanîkirin berê xwe da xerîbiyê, zanîbû ku sedema vê koçberiyê faşîzma li dijî gelê Kurd e û bi vê têgihiştinê li Ewropayê her tim di nava têkoşînê de cih girt, nirx û çanda xwe parast û bû mînaka welatparêziyê. Jiyana li sirgûniyê qebûl nekir û ti carî teslîmî jiyana li Ewropayê nebû. Bi xeyala vegera li Kurdistanê her tim dilsozê nirx û têkoşîna Kurdistanî bû.

Ev bûyera ku 9 sal piştî êrişa li hemberî sê jinên şoreşger ên li Parîsê ya sala 2013’an qewimî û weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bû deqeke reş a li dîrokê, yek ji wan çalakiyên faşîzan ên plana têkbirinê û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bû ku li Ewropayê hate kirin.

Jinedîtîhatina van komkujiyên ku dewleta Tirk li Ewropa û Kurdistanê dike, bêdengiya li hemberî vê yekê li gel xurtkirina rêxistiniya çete her wiha pêşî li wê yekê vedike ku ev çete bibin belayê serê mirovahiyê. Ji ber vê yekê jî li gel ku tetîkkêş diyar in, her wiha mikurhatinên sîxurên MÎT’ê û gelek belgeyên din ên ku nîşan didin ku bi destê dewleta Tirk hatine kirin jî, hikumeta Fransayê sîstema xwe ya hiqûq û edaletê tine dihesibîne, dewleta Tirk dadgeh nake û vê rêxistiniya çete xurt dike. Pêşî li êrişên bi vî rengî vedike ku bi qasî ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Ewropayê jî xetere ye. Hêza rasteqîn a li pişt kujer dewleta Tirk e, MÎT e. Heta ku ev hêzên çete yên qirêj ên ku xwe ji şer û xwînê xwedî dikin li pêşberî gel bêne darizandin, têkoşîna me wê mezin bibe û dewam bike. Qetilkirina van şoreşgeran ku di oxira nirxên mirovahiyê de canê xwe feda kirin, êrişek li dijî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê jî di serî de gelê Fransayê tevahiya gelên li Ewropayê ji bo ronîkirina van komkujiyan divê li gel gelê Kurd têbikoşin û xwedî li şoreşgeran û nirxên mirovahiyê derkevin.

Serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin bi xwedîderketina li şehîdên me yên hêja, bi xwedîderketina li bîranîna wan û pêkanîna welatê azad dibe. Birêxistiniya li ser bingeha demokratîk, yekbûna li dora komunan û avakirina jiyana azad xeyala şehîdên me hemûyan bû û ev xeyal ji me re hiştin.

Jin û ciwan hemû divê zanibin ku nîşaneya herî bi wate ya dilsoziya bi şehîdan bi taybetî jî dilsoziya bi Evîn Goyî re parastin û xurtkirina şoreşa azadiyê, şoreşa jinê ye. Bi vî rengî divê têkoşînê mezin bikin. Li ser vê bingehê bi wesîleya salvegera sêyemîn a komkujiya Parîsê ya duyemîn em bang li gelê xwe bi taybetî jî jin û ciwanan dikin ku heta darizandina kujerên rastî li qadan têkoşînê mezin bikin û ji 23’ê Kanûnê heta bi 9’ê Çileyê beşdarî çalakiyan bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MSD’ê bang li hikumeta veguhêz kir ku li gorî peymanên îmzekirî tevbigere
Nûçeya Pişt re YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kamala Harris namzetiya serokatiyê bi rengekî fermî qebûl kir

Alîkara Serokê DYE'yê Kamala Harris namzetiya serokatiyê ya Partiya Demokrat bi rengekî fermî qebûl kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Brûsk Reşît piştî 4 salan radestî malbatê hate kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Brûsk Reşît ê li Çiyayê Gabarê şehîd bûbû, piştî 4 salan radestî…

Ji aliyê Stêrk TV

Oznûr Deger: Di encama operasyona tolhildanê de hatim girtin

Rojnamevana girtî Oznûr Deger got, "Ji ber ku li ber gotinên zayendîperest ê polîsekî rabûm,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li 2 bajarokên Hesekê mûşek ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li dijî baregeha Koalîsyonê ya Rimêlanê êrîşa bi dronan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?