Çarşem, 25 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: ‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Qonaxa nû ya pêvajoyê wê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê li Rojhilata Navîn pêngaveke demokratîkbûnê ya radîkal da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşa gurçikê ya ku dozgeriyê ew berda, piştî çend saetan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Rojava

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên li dijî mirovahiyê û sûcên şer hatin kirin û destnîşan kir ku yên komkujî û heqaret kirin wê bêceza nemînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê û sucên hatine kirin de daxuyaniyek belav kir. 

Daxuyaniya li ser malpera rêveberiyê hatine parvekirin wiha ye:

“Di 6’ê Çileya 2026’an de, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rastî êrîşeke leşkerî ya berfireh hatin ku ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve, wekî beşek ji planeke Tirkiyeyê û bi piştgiriya bêdeng a hêzên navneteweyî û herêmî, hate destpêkirin.

Ev êrîş beşek nû ya hedefgirtina hebûna Kurdan ku pêkhateyeke yekgirtî ya nifûsa Helebê ne û berdewamiya binpêkirin û komkujiyên giran ên li dijî niştecihên peravên Sûriyeyê û xelkê parêzgeha Suweydayê ye.

Ev êrîşên ku 6 rojan dom kir, di bingeh de êrîşeke navneteweyî ya li ser du taxan bû. Bi hezaran endamên komên çekdar bi çekên giran ên cûrbecûr êriş pêk anîn. Endamên DAIŞ’ê jî beşdarî êrîşê bûn. Li hemberî van êriş û hejmara zêde, tenê bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn. Ew şerekî newekhev bû, dûrî nirxên mirovî, exlaqî û qaîdeyên şer ên navneteweyî hat meşandin.

Li gel vê yekê, hevalên me yên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi berxwedaneke dîrokî û qehremanî li dijî vê êrîşê sekinîn, parastina gelê me li her du taxan kirin. Di 6 rojên berxwedaneke bênavber û bi cesaret a li dijî cure çekên giran de, qehremanên me fedakariya herî bilind nîşan dan. Ji fermandarên qehreman Ziyad û Azad ku êrîşên herî dijwar şikandin û bi biryardariyeke bênavber berxwedan bire ve birin, bigire heya hevalên me Hawar, Dilbirîn, Viyan, Feraşîn, Rojbîn û Denîz, bi fedakariya xwe di asta herî bilind de girêdana bi nirx û doza gelê xwe re nîşan dan. Fedakariyên wan dê her û her di dil û hişê neteweya me de bimînin.

Girtina her du taxan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ve wekî serkeftinekê nayê binavkirin. Berevajî vê, ew kiryarek xiyanet û sûcek giran e ku ji hêla desthilatdariyekê ve tê kirin ku îdîa dike dewletê temsîl dike. Lê di heman demê de welatiyên xwe dikuje û rûmeta wan binpê dike. Desthilatek ku îdîa dike ku Îslamê diparêze, li  hemberî cenazeyan bêrêziyê dike, sûcên şer ên eşkere dike. Her desthilatdariyeke ku li dijî gelê xwe, xwe dispêre dewletek din, rewatiya xwe winda dike. Ji ber ku tenê gel çavkaniya rewatiyê ye. Bikaranîna tank û topên giran li dijî taxên niştecihbûnê qelsî û tirsa vê desthilatdariyê nîşan dide. Ev dê wekî lekeyekê li ser dîroka Sûriyeyê bimîne.

Em diyar dikin ku îradeya gelê me ya bi dehan salan li hember dorpêçkirin û neheqiyê li ber xwe daye, hem di bin desthilatdariya Baasê de û hem jî di dema hikûmeta demkî de, li gel berxwedaniya ku ji hêla lehengên me ve hatiye nîşandan, serkeftina rastîn e.

Her wiha em eşkere dikin ku komkujî, binpêkirin û heqaretên li dijî gelê me û şehîdên me hatine kirin dê bê ceza nemînin. Heta ku ji berpirsyaran hesap tê xwestin dê birînên wan di wijdana me de zindî bimînin.

Bi berçavgirtina pratîk û binpêkirinên cidî yên ku di rojên dawî de qewimîne, em bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan dikin ku rewşa mirovî û ewlehiyê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişopînin. Gelê me rastî êrîşên hovane, binpêkirinên rûmeta mirovan, înfaz, sûcên şer, paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk tê. Her wiha em daxwaza hebûna hêzek navneteweyî li her du taxan dikin da ku pêşî li sûcên din bigirin. Ji ber ku hêzên ewlehiyê yên dewletê ji hêla kesên xwedî îdeolojiyên tundrew ên wekî DAIŞ’ê ve têne rêvebirin, lewma bawerî  bi wan nayê.

Armanca sereke ya vê êrîşê guhertina demografîk e, em ji niştecihên xwe yên li her du taxan dixwazin ku li malên xwe bimînin. Em bang li kesên ku ji cih û warên xwe bûne dikin ku vegerin. Em bi tevahî ji mezinahiya êşa ku gelê me kişandiye haydar in. Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku em ê hemî çavkaniyên xwe yên madî û exlaqî ji bo sivikkirina bandorên vî şerî pêşkêş bikin. Em ê li her derê û di her şert û mercî de li kêleka gelê xwe bisekinin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji rojnamevanê girtî Kûrt nameya ji bo Huseyîn Aykol
Nûçeya Pişt re Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Nexweşxaneya Xalid Fecir hate valakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parlak: ‘Mafê hêviyê’ wê civakîbûnê hêsan bike

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak got, bicihanîna "mafê hêviyê" wê karê civakîbûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Bêdengî hevkariya sûc e

Gelek siyasetmedar, parlamenter û kesayetên naskirî yên Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Rojava dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên gerîla li Zap, Xakurkê û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Xakurkê û Heftanînê li dijî artêşa Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ayşegul Dogan: ‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?