Rojnamevan Alî Bariş Kûrt ê li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Hejmara 1’ê ya Maltepeyê tê ragirtin, li dû kedkarê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol nameyek nivîsî.
Kûrt ragihand ku yek ji hincetên cezayê Desteya Çavdêrî û Îdareyê lê birî ye nameyên ji bo Aykol nivîsî ye û got, “Ev gotina, ‘Ya ku tenê min eleqedar dike dibe ku min qet eleqedar nake’ Mamoste Huseyîn vedibêje. Bi êş û kêfxweşiya gelan bi rê ket, qet nesekinî, newestiya û bi bandora li me hemûyan qet nemir.
Dema mirov dikeve zindanê dem zêde derbas nabe; ruhê we bi qasî pêwîstiya we germ dibe, nameya destpêkê hatiye. Yê ku barê tarîtiyê, hesinan û betonan bi we re parve dike Huseyîn Aykol e. Germahiya ruhê we bandorê li bedena we jî dike, demsal zivistans jî be.
Name ji Enqereyê hatibe şandin jî germ e û di vê navberê de beden ji bo girtiyan gelek tişt e. Dibe ku ji bo her girtî gotibe, di nameya destpêkê de ji min jî xwest ku li tenduristiya xwe baldar bim. Dibe ku wê demê tenduristiya xwe ji bîr dikir, li me difikirî.
Desteya Çavdêrî û Îdareyê di rapora xwe de ku ji bo astengkirina berdana min gotibû ‘rewşa baş nîne’, nivîsandina nameyan ji bo Mamoste Huseyîn kiribû yek ji hincetên xwe. Halbûkî nizanîbûn ku mirovek dema li halê hev dipirse baş dibe.
Ew mirovekî heqîqetê bû û yên ku ji wî ditirsiyan ji şopa heqîqetê ditirsiyan. Dema ku desteyê rapor amade dikir ew li beşa lênihêrîna lezgîn a nexweşxaneyê bû. Bi wî halê xwe jî ew kesên ku ji edaletê bi hêrs bûn ditirsand. Gelo yê ku niha miriye kî ye?
Heta ku Çapemeniya Azad hebe Huseyîn Aykol jî wê hebe. Xwêdana eniyê wê bibe hubir, tecrûbe bibe têgihiştin û ruhê wî yê zirav bibe estetîka me.

