“Komîsyona Jin û Hiqûqê ya Avakirina Aştiyê” diyar dike ku jin divê di nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê de bi roleke aktîf rabin. Ev komîsyona jinê ji bo pêvajo li ser zemîneke demokratîk were rûnişkandin û bingehê hiqûqê û mafê gotinê yê jinan were xurtkirin, bi rê ket. Hefteya borî li ser navê komîsyonê Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyanî dabû. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ji ajansa me re nirxandin kir.
‘HEVDÎTINÊN ME WÊ BIDOMIN’
Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku pêvajo divê ne tenê hiqûqî, divê bi veguherîna civakî û demokratîk re jî were nirxandin. Ozbîngol diyar kir ku divê jin di pêvajoyê aştiyê de bibin xwedî gotin, ne tenê bibin temaşevan û ragihand ku civîna jinan a duyemîn a 11’ê Îlonê ya li Mêrdînê jî, wê di vê çarçoveyê de were kirin.
Ozbîngol diyar kir ku me bangek kir, divê jin ne tenê têkildarî jinan, divê weke alî û muxatabê guhertin û veguhertina demokratîk jî bên esasgirtin û got, “Me banga xwe li ser bingehê ‘Bêyî hiqûq çareserî, bêyî jin jî hiqûq nabe’ eşkere kir. Xebatên me bi hemû pêkhateyên jinan ên welêt re dewam dikin. Em ê 11’ê mehê li Mêrdînê bi jinan re hevdîtineke din jî pêk bînin. Xebata me ya duyem jî dê ew be.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku divê gotina jinan tevlî xebatên komîsyonê were kirin. Ozbîngol destnîşan kir ku mafê axaftinê ya ji bo Dayikên Aştiyê hatî dayîn bi qîmet e, lê astengkirina axaftina bi zimanê dayikê jî hate rexnekirin.
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku pêvajoya aştiyê divê hemû beşên civakê bigire nav xwe û got, “Eger em bi jinên Suryanî, Êzidî û Elewî re nebin hevkar, em nikarin têkildarî çareserî yan jî aştiyê biaxivin. Lewma em xebateke welê dimeşînin ku hemû jinan û hemû pêkhateyên civakê tevlî van nîqaşan bike.”
‘ZIMANÊ AŞTIYÊ DIVÊ BI HESASIYET WERE AVAKIRIN’
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ragihand ku zimanê pêvajoya aştiyê divê bi hesasiyetek welê were hilbijartin ku xizmetê ji pêvajoyê re bike û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de desthilatdarî divê di dema dawî de bi taybetî têkildarî helwesta xwe ya li hemberî Rojava bi hesasiyet tevbigere. Ozbîngol ev tişt got:
“Em hemû di ferqê de ne ku avakirina aştiyê, pêvajoyeke demdirêj e û got, “Lê belê em aştiyeke bi rûmet dimeşînin û li ser hesreta avakirina cîhaneke wekhevîparêz diaxivin. Ji milê gelek aliyan ve em qala berdêlên giran û êşên mezin dikin. Em qala ji gundên hatine valakirin heya bi hezaran kesên jiyana xwe ji dest dane, gerîla, leşker û hwd dikin. Aştî rewşeke welê ye ku divê li ser êşên mezin were avakirin û li ser vê bingehê bi hesasiyet nêzîkatî çêbibe.”
FIKARÊN TÊKILDARÎ PÊVAJOYÊ
Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku pêvajoya aştiyê bi fikara baweriyê tê pêşwazîkirin û sedemên vê yekê wiha eşkere kir:
“Divê gavên şênber ên ji bo mayîndekirina pêvajoyê, demildest bên avêtin. Mirov têkildarî vê pêvajoyê, bi fikar in. Ji dema ku cara ewilî têkildarî aştiyê hate axaftin û vir ve, fikara me ya herî mezin a têkildarî aştiyê fikara baweriyê ye. Hemû beşên civakê dixwazin bibin şahidê helwesteke bi bawer a têkildarî vê pêvajoyê.”