Roja 19’ê Tebaxê di komîsyona ku li Meclîsê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd hatî avakirin de, axaftina bi Kurdî ya Dayika Aştiyê Nezahat Teke hate astengkirin. Têkildarî vê yekê jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan a Enqereyê peyameke bi sernavê “Birîna Ziman, yan Rûreşiya Wijdanê?” weşand.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven jî di nava girtiyan de ye. Girtiyan di peyama xwe ya bi rêya parêzerên xwe parve kirin de, ev tişt diyar kirin: “Koka peyva travma di Yewnanî de tê wateya ‘birîn’. Dema hêza ku dibe sedemê van birînan ji xwezayê tê dibe ‘kareset’, dema ji mirovan tê jî tê wateya hilweşîna ji nava mirovan hatî. Em bi sebir li bendê man ku jiyana me ya bi mirovên li vî welatî re were vê nuqteyê. Her çendî ku birînên me canê me êşandibin jî, me ti caran hêviya xwe winda nekir ku wê vê carê bi muxatabên rast re tiştek çêbibe. Di vê pêvajoyê de kombûna li dora ‘pîvaneke hêviyê’ girîng e. Lê belê di civîna 19’ê Tebaxa 2025’an de nêzîkatiya ku komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê hatî avakirin, li hemberî Dayikên Aştiyê raber kirî em birin beriya sed salan. Di komîsyoneke ji bo çareseriyê hatî avakirin de, ji zimanekî ku 50 milyon kes diaxivin re tê gotin, ‘daxwaz ne li gorî quralan e’. Ev têrê nake, ev jî tê gotin, ‘dema em tiştekî dikin, tiştek din xera nekin’.”
Di nameyê de hate destnîşankirin ku bi vê nêzîkatiyê ne tenê dayika Nezahat, bi milyonan ji gelê Kurd xemgîn bûn û wiha hate gotin: “Em ê ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet, çi ji destê me were bikin. Rêbertî li Girava Îmraliyê bi berxwedaneke destanî ya 26 salan, pêşengî ji destpêkirina vê pêvajoyê re kir. Em minetdarê Rêbertiya xwe û hevrêyên xwe yên bi wêrek ên li giravê ne. Silav li her kesê be ku bi hêviya govenda aştiyê ya dayikên me tevkarî li vê pêvajoyê kirine. Em bi gotineke ku dayikên me timî di jiyanê de tînin ziman, bi dawî bikin: ‘Xwedê heqê me ji we re nehêle’.”