Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li hemberî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê şeva 13’ê Gulanê li çar nuqteyên taxa Altintepe bend danîn, agir vêxistin û bi tundî bersiv dan dagirkerên ketin taxê.
Hate ragihandin ku ji 2 baskan ve bi motolofan li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep xistin û bi temamî şewitandin. Lİ gorî daxuyaniyê 2 dagirkerên di hundirê wesayitê de birîndar bûn.
Di daxuyaniya înîsiyatîfê de hate gotin, li dijî desteserkirina şaredariyan wê çalakiyên xwe mezin bikin.