Beşda duyemîn û dawî ya nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan a ji bo ANF’ê, bi vî rengî ye:
Di van 9 salên dawî de bi giştî li Kurdistanê şerekî pir girîng qewimî û di 3 salên dawî jî ev şer geş bû û xurt bû. Tenê ne li Herêmên Parastinê yên Medyayê ango xeta Başûrê Kurdistanê, li Bakur jî şer hebû. Di sala 2023’yan şerê herî dijwar li Bakur bû. Lê Bakur nakeve çapemeniyê. Dewleta Tirk jî nabêje. Em jî di wextê wê de nabihîzin. Em piştî mehek du mehê din dibihîzin. Wê çaxê jî ew nûçe li derveyî rojevê dimîne. Li tevahiya eyaletên Bakur ango ji Dersîmê heya Geverê, ji Geverê heya Mêrdînê, ji Mêrdînê heya Xerzan û Serhedê, Amedê, Botanê û li her derê şerên pir dijwar çêbûn û me di van şeran de jî gelek hevalên hêja şehîd dan. Ez wan hemû şehîdan di şexsê rêheval Leyla Sorxwîn, Yaşar, Axîn Mûş, Dilgeş Guzereş, Canşêr Makû, Hêjar Zozan, Rêdûr Sîser û hemû berxwedanvanên Bakurê Kurdistanê bi bîr tînim. Ev hemû di sala 2023’an de pêk hatin.
Bi vê re li Başûrê Kurdistanê jî ev sê sal in şerekî pir dijwar li derdora Zapê, Avaşîn, Metîna û li wan xetan berxwedaneke girîng heye. Piştî van şer û berxwedanan, pêşxistina pêngavê bêguman pir girîng bû. Pêngav di çalakiya 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê dest pê kir. Hevalên fedayî Rojhat û Erdal dest pê kirin. Piştî wê di meha Mijdarê de pêngav bi pêş ket. Di vê pêngavê de jî heval Andok û Ciwan, Botan û Egîd Kobanê şehîd ketin. Di meha Kanûnê de jî di pêşengiya rêheval Welat, Helmet Huseyîn û Memyan ev pêngav bi rê ket û ew heval şehîd ketin. Pêngava meha Çileyê di pêşengtiya rêheval Serxwebûn û Rizgar de pêk hat. Pêngava Sibatê jî qehreman û şehîdê hêja rêheval Şervan Varto bû. Ez van hevalan hemû bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim û em ê şopdarê jiyankirina bîranîna wan bin. Em ê xeta wan bimeşînin. Ew ruhekî temsîl dikin. Bi ruhekî fedaî pêngav meşandin. Di van pêngavan de heya niha bi giştî 13 şehîdên me çêbûn. Wendahiyên dijmin bêguman ne hewce ye ez li vir bejim. Yanê bi sedan in, me berê eşkere kir. Wendahiyên wan zêde ne. Gelek cebxane û çekên wan bi dest ketin. Ya girîng ew e ku erşê Romê hate şewitandin. Ew xwedî wateyêkê ye. Wan gelek gund û warên me şewitandin.
Bi taybet ev herdu çalakiyên dawiyê yê meha Çile û Sibatê bi vî şewazî hatin meşandin. Bêguman ev çalakî peyamekê didin û armancake wê heye. Qesta wan ne ku dijmin zêde bê kuştin. Tenê ne ew e. Ev çalakî performansê Gerilayên Azadiya Kurdistanê raber kir. Gerîla bi çi awayî dikare bi pisporî tevbigere. Gerîla bi afirînerî û koordîneyî çalakiyên fetihkirinê bi çi ruhî û şêwazî pêş bixîne. Li ser taktîk û teknîkê çiqas heye? Vê yekê nîşanî her kesî da. Gerîla performansa xwe nîşanî dost û dijminan da. Di heman demê de heqîqeta leşkerê Tirk ên kirêkirî, bi peran, eşkere kir. Dema ku şerê nêz bikin bê dikevin çi halî baş hat dîtin. Ya herî girîng bi salan e dewleta Tirk her dem emrê me dipîve. Her dem dibêje salek maye. Kesek hebû navê wî Suleyman Soylû bû, di 2016’an de digot; heta Nîsana 2017’an wê biqedin. Li dîrokê binêrin roja ku em derketine heta niha dewleta Tirk wisa dibêje. Salekê emir didan me. Vaye ewqas sal in ev têkoşîn didome. Ev têkoşîn têkoşîna gelekî ye. Li ser hîmekî dimeşe. Xwedî hêz û îrade ye. Di van salên dawî de wan şerê psîkolojîk hîn geştir kiribûn. Ev çalakiyana ew propagandaya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê yê şerê psîkolojîk bi erdê re kirin yek. Ew derewê wan eşkere kir. Gerîla bixwaze dikare li cihê wan ê herî hesas, di hundir dilê wan de li Enqerê jî çalakî bike. Dikare agir berde bargehên wan ên leşkerî û yên li wir hemûyan tasfiye bike. Hêzekî wisa bi pisporî şer dike dikare her deverê fetih bike. Here kîjan bajarî, here kîjan hedefî, lêxe û encam bigire. Ev hêza me heye û baweriya me bi hêza me heye. Bi taybet di van salên dawî de gihiştiye astekê. Yanî hem pisporiya xwe xurttir kiriye, profesyoneliya xwe xurt kiriye û hem jî ruhê fedayî, Apoyî bilind bûye. Yanî di van salan de bi hevalên jin û hevalên xort re rûhê Apoyî, fedayî pir geş bûye. Her yek wek Rojhat û Erdalan dikarin çalakî bikin.
Bilindbûna ruhê fedayî û pêşketina pisporî, serweriya teknîkê û taktîk afirînerî performansa hêzên me hîn xurt dike. Ev yek ji bo me hîn zêde zelal bû. Em dizanin ku em ê çawa encam bigirin. Bi çi doktirînê em ê biçine serkeftinê. Di vê mijarê de em serwext in. Doktorîna me ya şer zelal bûye. Li hember teknolojiyê em ê çawa îradeya însan afirîneriya însan bi kar bînin. Em ê çawa li hemberî wan teknîkê bi kar bînin. Bi çi rêbazî, sererd, binerd, ezman û li erdê. Di van xalan de Gerilayên Azadiya Kurdistanê gihişt astekê. Em ji her demê bêhtir derheqê serkeftinê de misoger in, bi bawer in. Bi vê rêbazê, li ser hîmê vê doktrînê teqez em ê encamê bigirin. Bêguman dibe ku hîn zêde afirînerî pêş bikeve û yek jî em xetê rast bişopînin. Em li ser xeta zelal û serwext misoger bin. Heke em vê bikin Gerilayên Azadiya Kurdistan sedsala 21’an de mirov çawa bikaribe qadên azad biparêze. Çawa bikaribe li hember teknolojiyê serdemê wisa tevbigere û îradeya xwe li ser neyaran ferz bike û serkeftî be. Êdî rêya vê yeke zelal bû. Em dibêjin li ser van xalan pêşveçûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekeftina gerîla di serdema nû de jî misoger kir.
Ev sedsal in êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê pêş ketin. Êrîşên curbecur çêbûn. Bi taybet piştî teknolojiya balafirên bêmirov ên biçek peyda kirin bi şûn ve gotin; ‘Emrê PKK’ê salek ma’. Wan digot qey bi vê teknîkê wê encam bigirin. Nehiştin tu kes nefesê bistîne. Baweriya xwe bi vê anîbûn û propaganda xwe kirin. Di van salên borî de gerîla jî raber kir ku li hember van têknîkên nû jî çare heye. Çareya gerîla heye. Bi pêşxistina vê çareyê encam girtin. Li ser vê yekê em hîn zêde misoger bûn û hîn zêde bi biryar in ku em dizanin bê hedefa me çi ye û em ê bigihêjin hedefê.
Ev dewleta Tirk ji encamê tifaqekê pêk hatiye. Ev tifaqa di navbera MHP û Ergenokonê ya nijadperest û AKP’ê de çêbûye. Armanceke vê tifaqê heye. Armanca wan çi ye? Pêşveçûna gelê Kurd li herêma Rojhilata Navîn de bo xwe xeter dibîne. Divê van xeterayan ji holê rake. Ji bo wê lazim e PKK tasfiye bike. Destkeftiyên gelê Kurd û statuya heyî ji holê rake. Bi şêwazekî dixwazin dagir bikin û ev tifaq li ser van tiştan çêbûye. Ev neh sal in ji bo wê li hember me şer dikin. Dixwestin hîn zûtir encamê bigirin, lê bi ser neket. Herî dawî xwestin di sala 2023’an de encamê bigirin û serketina xwe îlan bikin. Çima? ji ber 2023 sedsaliya îlana Komara Tirkiyeyê ye û di heman demê de sedsaliya Peymana Lozanê ye. Wan xwest di vê salê de serketina xwe îlan bikin lê bi ser neketin. Ev heqîqetek e. Wan got; ‘Em ê sê mehan de Zap û derdora Zapê hal bikin, dagir bikin û temamê herêma medyayê têk bibin’. Sê meh dane ber xwe. Lê ev sê sal in hîn bi derdorê Zapê re mijûl in. Xetimîne. Dixwazin cardin planeke nû çêbikin. Ji ber ku pergala Tirk jî di bin vî şerî de pir lawaz bû. Bi taybet di aliyê aborî de pir lawaz bû. Ji ber ku hemû dahatuya xwe diherikîne vê qadê. Siyaset, dîplomasî hemû tişt li gor dijberiya gelê Kurd dimeşînin. Yanî bi awayekî rehet tevnagerin. Her tim awarte nêz dibin. Ji ber wê yekê jî dixwazin zû biqedînin. Yanî wan jî dît ku nikarin vê yekê dirêj bikin. Niha li gorî wê yekê tevdigerin. Lê belê tiştek heye ew jî êdî baş dizanin ku bi tena serê xwe nikarin bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Lê binêrin di Sibata 2021’an de û beriya wê jî rayedarên dewleta Tirk a dagirker çûn Bexdayê û piştre derbasî Hewlêrê bûn. Şandeyek mezin jî bû. Di wan hevdîtinan de ji Rêveberiya Bexda û Hewlêrê re gotin ku ger hûn jî tevlî me bibin wê baş bibe ger hûn tevlî me nebin jî em dikarin bi tena serê xwe bikin. Teknîk, leşker û artêşa me têrê dike ku em PKK’ê li Garê xelas bikin û wan deran paqij bikin. Lê belê di warê îstîxbaratê de hewce ye hûn alîkariya me bikin. Û di warê sîyasî de jî hûn vê yekê erê bikin û li dijî me dernekevin. Wan jî ev daxwaza dewleta Tirk a dagirker qebûl kirin. Jixwe li gel wan bûn. Hûn jî dizanin wê demê ew leşkerên ku hatibûn Garê ji Başîkayê hatibûn, ji Tirkiyeyê nehatibûn. Ew yek jî tê wê wateyê ku reveberiyên Bexda û Hewlerê ev yek erê kiribûn. Yanî dewleta Tirkîyeyê ji xwe bawer bû bi tena serê xwe PKK’ê têk bibe. Lê a niha piştî sê salên şerî gihîştin wê baweriyê ku bi tena serê xwe nikarin bi PKK’ê. Niha jî ji xwe re hevalbendan digere. Li kesên ku dikarin li gel wan li dijî gerîlayan şer bikin, digerin. Dibêjin ku lazim e hûn jî beşdarî me bibin. Ji bo vê yekê ji NATO’yê jî alîkariyê dixwaze. Zêdetir çekan û piştevaniyê dixwaze. Di heman demê de ji Iraqê jî dixwaze ku bi leşkerên xwe beşdarî wan bibin. Yanî dixwaze hêzeke hevbeş ava bikin. Ji PDK’ê jî dixwaze ew yekser beşdarî vî şerî bibin. Hevdîtinên wan ên vê dawiyê ji bo vê yekê ne. Rast e hevdîtin pêk hatin û çûn Emerîkayê jî. Encamên van hevdîtinan di navbera xwe de nîqaş kirin. Diyar e ku wê bi şandeyên mezintir dîsa werin Bexda û Hewlêrê, ji bo ku daxwaza xwe dubare bikin. Li gorî xuya dike heya niha tam negihiştîne armanca xwe. Di vê mijarê de jî gelekî israr dikin. Di çapemeniyê de me dît ku şandeyeke leşkerî û îstîxbaratî ji bo ku li ser mijara sînoran nîqaş bikin, hevdîtin pêk anîne û hevdîtinên wan berdewan dikin. Tirkiye pir giraniyê dide ku hin hêzên din li gel wan beşdarî şerê li dijî me bibin. Yanî hewldanên Tirkiyeyê ev in û sedema wan hevdîtinan jî ev in. Niha di navbera PDK’ê û Tirkiyeyê de gelek caran hevdîtin çêdibin. Lê belê PDK der barê van hevdîtinan de daxuyaniyan nade. Vê yekê vedişêre. Lê belê Tirkiye dem bi dem daxuyaniyan dide.
Wekî din jî îstixbarata me heye. Di van hevdîtinan de çi hatine nîqaşkirin agahiyên wê ji me re tên. Li gorî agahiyên me bi dest xistine PDK beşdarbûna şerê li dijî me red nake. Lê belê dibêje ez bi tenê nabim, hewce ye YNK jî hebe yan jî Iraq. Van daxwaziyan ji Tirkiyeyê dike. Diyar e ku PDK naxwaze bi navê partiya xwe wisa yekser beşdarî vî şerî bibe. Dixwaze yan bi navê hikûmeta herêmê yan ji bi navê hikûmeta Iraqê beşdarî şer bibe. Dixwaze di bin ala Iraqê de beşdarî vî şerî bibe. Li gorî agahiyên me bi dest xistine wisa xuya dike. Jixwe ew hevdîtinên dewleta Tirk ên bi YNK’ê re diyar e. YNK’ê bersiv nedaye daxwazên wan. Kesên weke Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Erdogan bi xwe jî gefan li YNK’ê dixwin. Herî dawî Serokê YNK’ê Bafel Talabanî jî li dijî van gefan li ser çapemeniyê helwesta xwe nîşan da. Ez bi xwe Bafel nas nakim. Min nedîtiye. Lê belê min gelek caran Mam Celal dîtiye. Ez dikarim bibêjim ku em heval bûn. Lê belê min Bafel nedîtiye. Lê belê daxuyaniyên wî li gorî ku min li ser çapemeniyê xwendine û guhdar kirine, pir asayî û neteweyî bûn. Çi dibêje? Dibêje çima em bi partiyeke Kurd re şer bikin? Em bi tu partiyên Kurd re şer nakin. Ma ji vê normaltir tiştek heye. Hewce ye ku her Kurdek vê yekê bibêje. Hemû partiyên Kurdan vê yekê bibêjin. Yanî ev helwesta Serokê YNK’ê ya li hemberî van gefan bêguman wê YNK’ê mezin bike. Yanî vê helwestê wateyeke xwe ya neteweyî heye. Bafel wê YNK’ê di pêşerojê de xurttir bike. Ev yek eşkere ye. Rêzdar Mam Celal Talabanî jî di wextê xwe de ji Tirkiyeyê re gotibû, tiştekî ku em bidin Tirkiyeyê tune ye, em derzîyeke xwe jî nadin Tirkiyeyê. Diyar e kurê wî jî li ser şopa bavê xwe ye. Ev helwesteke neteweyî ye. Ev yek ne tenê girêdayî me, ew bi xwe siyaseta bi van helwestên xwe ronî dikin. Jixwe hewce ye her Kurdek wisa tevbigere.
Tiştekî din ê balkêş ew e ku di van demên dawiyê de rayedarên Tirkiyeyê dibêjin em bi PDK’ê re hemfikir in. Yanî dixwaze ku PDK zêdetir tevkariya wan bike. Gelo ew tevkariya zêdetir çi ye? Bo mînak sixuriyê dike. Beriya niha tenê saziya Parastinê ev kar dikir. Ev du sal in çarçoveya vê yekê fireh kirine. Êdî asayîş vê yekê dike. Hin hêzên wan ên taybet yên weke pêşmergeyên taybet yên weke zêrevan jî vê yekê dikin. Dema ku dibînin gerîla ji cihekî derbas dibin an jî kamerayên wan dibînin em lê dinêrin ku derhal êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê çêdibin. Yanî em bi rojane van tiştan dibînin. Kes nikare bibêje ku hûn îftîrayê dikin. Ev hemû rast in û pêk tên. Ger kesek ji van yekan bawer neke, dikare were li ba me du rojan bimîne wê bi çavên xwe jî bibîne.
Êrîşên weke rêqutkirinê, ambargo û hewldanên dorpêçê hene. Gava kesek ji me re du kîs ar tîne jî digirin û dixin zindanên Dihok û Hewlêrê. Em dizanin ku hejmara Kurdên Behdînî yên hatine girtin, çend e. Em dibînin ku li kesên ku digirin êşkenceyê dikin. Ev yek tiştekî şerm e. Nabe ku di navbera partiyên Kurdan de êşkencekirin hebe. Dibe ku tu dijber bî, lê belê ew jî kesekî siyasî ye. Te girtiye. Tu dikarî bigirî. Bibêjî qanûna me hatiye binpêkirin. Lê belê tu çima êşkenceyê dikî? Em dizanin ku hevalên me yên ji aliyê wan ve hatine girtin di zindanên wan de di bin êşkenceyê de ne. Bi êşkenceyê dixwaze bi tiştên îstixbaratî agahiyan bigire. Ev yek çima wisa ye? Di dîroka Kurdistanê de Mele Mistefa Barzanî xwedî roleke girîng e. girîngtirîn gotina Mele Mistefa Barzanî ew e ku gotiye; ‘Çi kesê ji dijmin re sîxuriyê bike, çeka dijmin rake ew cehş e’. Ji wan re gotiye cehş. Ev yek çawa dibe? Yên ku niha dibêjin em neviyên Mele Mistefa Barzanî ne vî tiştî dikin. Ma ev yek ne şerm in? Şerme, hewce ye tiştên wiha çênebin. Niha hewce ye ev yek bê zanîn. Yanî ez li vir hemû tiştên li dijî PDK’ê dizanim lê belê ez nabêjim. Hin tişt hene ku mirov bibêje wê rê li ber veke ku bendên di navbera me de biqetin. Ez naxwazim bendên di navbera me de biqetin. Ji ber wê jî em hemû tiştan naynîn ziman. Em her tiştî dizanin. Haya me ji hemû tiştan heye. Em jî li vir xebatekê dikin. Bi kurtasî tiştên ku niha rû didin ev in. Dewleta Tirk ji wan re dibêje ku hûn ê ji van kiryarên xwe zêdetir alîkariya me bikin. Alîkariya zêdetir tê wateya şer. Agahî ji me re hatiye ku ferman dane hêzên xwe ku xwe heya dawiya meha Adarê amade bikin. Ev yek tiştekî nebaş e. Ez dixwazim ku gelê me bizanibe, bi taybet jî gelê me yê Behdînanê. Her tişt li ber çavên wan diqewime. Me dişopînin. Em mirovên fedayî ne. Keç xortên Kurd li vir pere û muçe nastînin. Tenê ji bo parastina xaka Kurdistanê, ji bo armanca pîroz xwe feda dikin. Em mirovên wiha ne. Û em naxwazin şerê xwişk-biratiyê bikin. Em ji bo ku li hemberî dijmin şer bikin hatine perwerdekirin û tevdigerin. Ji bo vê yekê jî hewce ye gelê me yê Behdînanê, tevahiya Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê vê yekê bizanibe. Em naxwazin Kurd bi Kurdan re şer bikin. Bawer bikin ku heya niha me çend caran rê li ber hevalan negirta niha şerê navxweyî dest pê kiribû. Niha em di sedsala 21’an de ne. Di vê sedsalê de em weke Kurd rabin li hev bixin, ev yek dibe paşverûtî û ji bo me şermeke mezin e. Yanî, ji bo siyaseta Kurdan şermeke mezin e ev yek. Wê hemû cihan li me bikene. Wê bibêjin gotina Tirkan rast e. Tirk dibêjin ev ne milet in ev eşîr in. Û ji bo berjewendiyên xwe li hev ketine. Wê wiha bibêjin. Ji ber vê yekê jî em naxwazin bigihîje wê qonaxê.
Dewleta Tirk dixwaze ku PDK û PKK li hev bixe. Em rayedarên Tirkiyeyê baş nas dikin. Bi salan e em wan û psîkolojiya wan baş dizanin. Em her tiştê wan dizanin. Ew dixwazin ku me Kurdan tune bikin. Yanî ne ku PKK’ê tune bikin. Dixwazin Kurdan tevahî tune bikin. Statuya Kurdan ji holê rakin. Armanca wan ev e. Mesela niha ew dixwazin werin Garê bigirin. Vê jî bi alîkariya Kurdan bikin. Ê Garê bigirin dê çi bikin? Garê cihekî stratejîk e. Binariya Garê piçekî jî wê de rêya navbera Hewlêr û Dihokê heye, her kes dizane, gelê me jî dizane. Dixwaze xwe wisa li Başûrê Kurdistanê bi cih bike. Dawiyê wê bi şeklekê xwe bavêjê Kerkûkê. Jixwe Tirkmenên Kerkûkê yên nêzî xwe perwerde dike û amade dike. Binêrin mesela niha agir bi cihekî Hewlêrê ket. Kê girt ser xwe? Her kes dizane saziyake Tirkmen, şoven, turancî û MÎT’ê ve girêdayî girt ser xwe. Perwerdeya wan MÎT dide. Lê ka wan bêyî MÎT’ê ew der şewitandin? Wekî din li Kerkûkê jî hinek cih şewitandine. Divê mirov teqtîq asan nêz nebe, stratejîk nêz bibe. Ev devleta Tirk, mêjiyê MHP’ê, Ergenekon û AKP’ê ji bo statuya Kurdan ji holê rakin tevdigerin. Yanî hişmendiyê wan wisa ye, armanca wan wisa ye, siyasetî wan a esasî ê sergirtî heye, yê veşartî heye. Ê veşartî jî wiha ye. Ew dixwazin bi vî awayî encamê bigirin.
Em dibêjin bila ev tişt neyên kirin. Yanî rayedarên PDK’ê jî vê bibînin. Hinek stratejîk nêz bibin. Ewqas teqtîqî nêz nebin. Tirk dibêje hevkariya xwe qedemekê pêş de bibin. Qedemeyek pêş de çûn, şer e. Wextê şer bikin wê çi bibe? Ew şer bikin wê çaxê ez an jî em wek tevger bang tevahî gelê Kurdistanê, dostê gelê Kurdistanê bikin. Em ê bang tevahî Apociyan bikin. Em ê bêjin Apociyê li her derê Kurdistan, hûn jî êrîş bikin. Şer bibe wê wisa bibe. Wê li her derê Kurdistan bibe. Mesela hêzên PDK’ê tevî Tirkan herin Metîna êrîşî hevalên me bikin û werin nizam Garê heman tiştî bikin wê çaxê em ê jî vê bikin. Yanî êdî ji me derbas dibe. Divê gelê me vê yekê bizanibe. Dibe her tişt têk biçe. Ez gefan li kesî naxwim, lê divê her kes vê yekê bizanibe. Yanî fedayî hene em dikarin xwe bigihînin her derê. Hêzên me yên teknîk jî hene em dikarin xwe bigihînin her derê her bajarî. Divê em li ser hev wisa xerab nefikirin û em dixwazin bi taybet mala Barzanî, di van xalan de bi berpirsiyarî nêz bibe. Eger ku ev bibe wê çaxê statuya gelê Kurd namîne. Tirk vê dixwazin. Rewş wisa girîng û pir xetere ye. Ji bo wê em dixwazin ku her kes li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin.
Berê hunermendan û rewşenbîran û kesê welatparêz li hemberî vê derketin. Ji bo vê em careke din bang nakin. Lê ev tişt her kesî eleqedar dike. Ev ne pirsgirêgekî di nava partiyan de ye, ev pirsgirêk, pirsgirêka neteweyî ye. Niha her kes difikirê ku di Rojhilata Navîn de vê dîzayna dawî çawa çêbibe. Wê Sûriye û Iraq çawa be. Tirk dibêjin hîn tiştek çênebûye ez wan bernadim û wan dixim di bin kontrola xwe de. Iraq û Sûriyeyê têxim bin serweriya xwe. Mîsak-î Mîllî dagir bikim. Tirk bi vî awayî tevdigere. Ji bo wê em banga berpirsiyariyê li her kesî dikin. Jixwe ji vê wêdatir yekser şer e. Dawî li tevkariya xwe ya bi Tirkan re bînin. Di bin navê parevekirinên îstîxbaratî de sîxuriyê nekin. Şerm e. Ew hişmendiya ku bi rêya teknîka Tirkan me tune bikin ne hişmendiyek rast e. Em wek PKK, tune nabin. Em tevgerekeî îdeolojîk in, bi milyonan dilxwazên me hene. Bi hezaran kadroyên me hene. PKK mezin e. Berê min qala vê felaketê kiribû. Ez dîsa dibêjim şerê navxweyî ji bo Kurdan felaket e. Bila kes nebêje em ê xwe xilas bikin, nizam pişta me heye. Pişta herî mezin gel e. Pişta me gel e û em bi gelê xwe bawer dikin û em ê erkên xwe bi cesaret û bi biryarî pêk bînin. Çi bibe jî em ê pêk bînin. Tiştekî ku em pir zêde wenda bikin nîne. Di vî alî de em bi xwe bawer in. Bila kes meraq neke.
Pêşiya me jî Newroz e, Newroz bi ruhekî netewî geş dibe. Li ser hîmê ruhê geşbûna Newrozê bila hestiyariya neteweyî bijî, Divê yekîtiyeke neteweyî bi pêş bikeve. Gelê me yê hêja, divê bizanibin em di aliyê xwe de hewldanan pêş dixin. Lê hemû tişt bi me tenê naqede. Ji ber ku yê li hemberî me, her dem hîn pêş de diçin. Her ku diçin hîn zêde rê qut kirin. Li derdorê kamera danîne her tişt danîne. Yaw wijdan bikin wijdan. Em û Tirkan sîng bi sîng ewqas bi hev re şer dikin, ma çi yê me ji Tirkan kêm e hûn alîkariya wan dikin? Ma ne milyon leşkerên wan heye, tangên wan hene, topên wan heye, balafirên wan heye, helîkopterê wan her tiştê wan hene. Ew bi hezaran in, em bi sedan in. Em bi hev re şer dikin, eger ku wijdanê yekê hebe, divê alîkariya me bikin. Ne wisa? Em hem Kurd in em hem axa Kurdistanê diparêzin û hem jî aliyê ku êrîş bi ser de tên û di dorpêçê de ne.
Ez pir, pir şaş dimînim ew fermandar çawan fermandar in, notirvaniya leşkerê Tirkiyeyê dikin. Ji bo ku em negihêjin Tirkan kemînan datînin pêşiya me. Heta niha çend çalakiyên me wisa sabote kirine. Ger ne piştevaniya PDK’ê bûya, me yê wan ji wir avêtib. Bila niha xwe bidin alî û temaşe bikin. Jixwe em vê dixwazin. Em nabêjin alîkariya me bikin. Xwe bidin alî, kî bi kê dikare, wê derkeve holê. Ma ne her tiştê dewleta Tirk heye? Ha yê me jî dilê me heye, baweriya me heye, îmana me heye, welatheziya me heye. Bila werin. Ku karibin me tune bikin helal be ji wan re. Temaşe bikin. Lê alîkariyê dikin, îstîxbaratê didin û rê digirin. Ev nabe. Hem bi wijdanî nabe, ne adil e. Qet ne tiştek e. Dema ku mirov li çapemeniya wan dinêre bi roj û şev qala Kurdewariyê dike lê li pratîkê dinêre ne wisa ye. Ev nakokî ye. Ji bo vê yekê hêviyên me ev e ku ev nakokî ji holê rabin. Hevkariya bi dewleta Tirk re xetere ye. Her ku diçe ber bi xetereyê ve diçe. Ji bo vê yekê me xwest her kesî hişyar bikin. Em li bendê ne ku herkes bi berpirsiyar tevbigere. Heya niha hevdîtinên navber dewleta Tirk û dewleta Iraqê de çêbû, diyar e Iraqê hin soz dane wan. Lê li gor gotinên wan jî nepejirandine. Bi temamî li hev nehatine. Gorî xuya dike hikûmeta niha ya Iraqê ango hikûmeta di bin berpirsiyariya Serokwezîr Sûdanî de wisa hinek derheqê rewşê de nezanî heye. Di warê stratejiye û siyasetê de kêmanî heye. Wek xişînî heye. Çawa? Niha dewleta Tirk, gelek cihên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Pişt re 50 hezar leşkerên Tirkiyeyê di nava axa Iraqê de ne û di wexta xwe da Serokwezirê Iraqê Ebadî bi fermî ji dewleta Tirkî xwest ji axa wan derkeve. Tirk derneket û hêza xwe du qat zêde kir. Piştre du generalên Iraqê li herêma Biradostê şehîd kirin. Halbûkî divê siyaseteke herdaîm hebe.
Niha mêze kin, çûna wan leşkeran bo wê derê û cardin ev leşkerê niha li Heftanîn, Metîna ku bi navê parêzvanênsînor bi cih kirî, wek parêzvanên dagirkeriya Tirkiyeyê ne û dagirkirinê rewa dike. Yanî Tirkiye wir dagir kiriye û Iraq jî leşkerê xwe dişîne li kêleka wan, di bin bandorê wan bi destûra wan bi cih dike. Ev qebûlkirina dagirkirinê ye. Pêwîst bû ku hikûmeta Iraqê bigota lazim e û hûn vekişin em ê werin li wir bi cih bibin. Ê niha bi destûra Tirkiyeyê diçin. Destûr digirin. Destûrê jê dixwazin. Tirkiye herî dawî beriya du hefteyan leşkerên ku diçûn Reşperexê rawestandin. Li Ava Marîk rawestandin, li wir du sê xanî hene, li kêleka rê ye. Berê li wir xwaringeh hebû, niha li wir wekî esîran e. Cîhê serwer hemû di destê Tirkan de ne. Li Çemçoyê li wan deran bi cih dibin. Ev tê çi wateyê? Çi fêdeya wê li Iraqê û gelê Iraqê heye? Ev tenê rewakirina dagirkirina Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk, hinek cîhê ji bo wan ne pêwîst e wan bi cîh dike. Dewleta Tirk hêza wan û PDK’ê wisa bi kart tîne. Wek hêzeke şûngirê xwe dibîne. Cihê ne pêwîst, cihê ne stratejîk wan lê bi cih dike. Ew nikanin gavekê bavêjin. Bi serxwebûna wan namîn e, xwe wisa dixin bin xizmeta sîyaseta Tirkiyeyê. Dewleta Tirk bi dek û dolaban axa Iraqê, Başûrê Kurdistanê dagir dike. Armanca Tirkiyeyê ev e. Minak, çima ji Başîka derneket? A niha dixwaze Garê jî bigire û bi Başîka re bigihîne hev. Ango pişta xwe bide Garê, wê çaxê li Başîka pêş de here, dikare dest deyne ser Mûsilê jî. Siyaseta dewleta Tirkiyeyê siyaseta dagirkirinê ye. Ava ser Iraqê wekî gef bi kar tîne. Dibêje ez ê rê çêbikim, ji Besra heya sînorên Tirkiyeê, aboriya Iraqê wê bilind bibe û ez ê avê berdim. Ez dinêrim hikûmeta Iraqê jî qebûl dike. Di vê çarçoveyê de hevdîtinan dike. Niha rast e, gengaz e avê berdin û gengaz e rê jî çêkin. Lê dixwazin îrada te binpê bikin. Axa te dagir bikin. Stratejiyên Tirkiye-Iraqê bixe bin destê xwe. Têkiliyên wê bi PDK’ê û partiyên Sunî li ser vê armancê ye. Dixwaze hikûmetê jî mijûl bike.
Qala odeya hevbeş dike, ya tevgera hevbeş, armanca wê ev e. Ew dixwaze xwe bi cih bike û wisa dibêje hûn jî hene. Wan wisa mijûl dike, ji xwe nav xwe de jî nîqaş dikin. Ne xwedî îrade ne. Delweta Tirkiyeyê di nav xwe de wisa jî dibêje, helwesta Iraqê ez dawiya vê bêjim heya niha wisa ne pir zelal e. Lê heya niha ji Tirkiyeyê re negotiye erê. Weke agahiya wan ji niyeta Tirkiyeyê tune ye. Wisa tevdigerin. Dagirkirina axa Kurdistanê dixwazin rewa bibînin, ev ne tiştekî rast e. Ez hêvî dikim dewleta Iraqê, hikûmeta Iraqê di van xalan de, di ferqa siyaseta dewleta Tirkiyeyê de be û li hember van siyasetên Tirkiyeyê xwedî helwest be. Bendewariya me ev e. Hinek hewildanên wisa hene jî, em hêvî dikin ev helwest serwer bibe. Wisa neyên lîstikên dewleta Tirkiyeyê. Ez bawer dikim berjewendiya gelê Iraqê ji vir derbas dibe û hikûmet xwe bigihîne astekê ku bikare di her şert û mercê de berjewendiyên gelê Iraqê temsîl bike.
Niha NATO ji serî de heta niha li hemberî me piştevaniya artêşa dewleta Tirkiyeyê dike. Rexmê ku di nav wan de nîqaş û qeyran çêdibin jî NATO hertim êrîşên dewleta Tirk ên li ser me piştgirî kiriye. A niha jî dewleta Tirk pişta xwe bi piştgiriya NATO’yê germ dike. Em dizanin ku ev teknîka di destê Tirkiyeyê de ne, nimûne balafirên keşfê yên biçek ku Tirkiye dibêje; ‘Ez bi xwe çêdikim’. Raste li Tirkiyeyê çêdibe, lê dema mirov li parçeyên wan ên herî girîng dinêre dibîne ku hemû ji dewletên NATO’yê kirîne. Ji Kanada, Îngitere, Elmanya, Emerîkayê kirîne. Hin parçe jî yên Ukraynayê ne. Heta herî dawî Aksungurek li gundê Mijê ketibû, hevalên me çûn ser. Parçeyên têde yên van welatan e û yên Çînê jî hene. Parçe ji derve dikire û çêdike. Vê yekê bi piştevaniya Gladyoya NATO’yê çêdike. NATO naxwaze artêşa duyem a NATO’yê li hemberî gerîla têk biçe. Ji bo wê piştevaniyeke giştî dide Tirkiyeyê. Ev piştevanî çiqasî trafîkî ye çi babetî ye di detayê wê de em ne serwext in. Lê em zanin ku heye. Di vê biharê de Tirkiye diçe Iraq û Hewlêr, lê berî wê çû Emerîkayê. Hem jî MÎT diçe, yên ku bi şer re eleqeder diçin. Di vê planê de jî NATO heye. Di kijan astê de ye, ew jî mijara nîqaşê ye. Xuya dike ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî NATO erê dike. Erê nekiriya wê ev zehmet bibûya. Ev yek jî heye, eger PDK ne bi Tirkiyeyê re bûya dibe NATO evqas piştgiriya Tirkiyeyê nekirîba. Ango dijkurdan piştgîrî nekirîba. Lê gava PDK bi vê re be, weke ku dijî PKK’ê be, bi vê boneyê piştgiriya xwe berdewam dike.
Nih divê dewletên NATO, di serî de Emerîka vê baş bizanin. Heta niha me li hemberî wan tiştekî nekiriye. Doza me dozekî neteweyî ye, em mafên gelê Kurd ên xwezayî dixwazin. Ji bo vê em ketin rê. Tişta ku em dixwazin mafên gelê Kurd ên xwezayî, yên di çarçoveya mafên mirovahiyê de ne, ên demokrasî û azadiyê ne. Divê ev li hemberî doza gelê Kurd ranewestin. Dewleta Tirk li ser gelê Kurd terorê dimeşîne, her cure şidetê dimeşîne, madeyên kîmyewî bikartîne. NATO çavê xwe ji vê re digre ew jî bi vê ceseretê vê bikartîne. Divê NATO vê yekê neke. Divê tu kes wiha ne fikire, em ê PKK’ê di çiyayan de lewaz bikin û em ê Kurdên Rojava û Rojhilat ji xwe re bikin hevalbend û civaka PKK’ê têxin di bin xizmeta xwe. Bila tu kes ji xwe re xeyalên wiha çêneke, diyare xeyalên wiha hene. Ango em ê navenda PKK’ê têk bibin û berhemên PKK’ê bixin di bin xizmeta xwe de. Ev planekî gelek xeter e. Bila kesekî tiştekî wiha nexe aqilê xwe, ji ber ku ev ne gangaz e. Gava bê xwestin her Apociyek dikare bibe milîtan e. Divê ev hêzan e, viya bizanin. Binêr gava Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Apo pêş ket, îro bi milyonan li ser xeta Rêber Apo tevdigerin û niha ji bo azadiya Rêber Apo li kolanan û qadên Newrozê bang dikin. Divê vê bibihîsin, li hemberî gelekê wiha nerawestin. Ew şaş in, ev helwestên wan çiye? Dinêrin ku şerê Kurd bi Kurd çêbibe. Di vê wateyê de mirov nêz bibe, dijminatiyê ji gelê Kurd re dikin. Bi vê siyasetê dixwazin Lozana duyemîn pêk were. Ji bo vê divê dev ji vê siyasetê berdin. Ev siyasetekî sergirtî ya dijî Kurd, ne ku em vê fêm nakin, gelê Kurd vê fêm dike. Kurdê xerab û Kurdê baş berde hev, berjewendiyê xwe pêk bîne. Ev nabe, serdema vê çû. Ji bo vê divê nêzbûnên xwe yên şaş li ber çavan re derbas bikin. Bi polîtîkayên xwe yên berjewendiyên hegomenîk na, daxwaziyên gelê Kurd jî bigrin ber çav. Li gorî wê polîtîka biafirînin. Eger tevgera mezin a gelê Kurd bidî li ber xwe, wê gavê tuyê dijmînatiya gelê Kurd qezenc bikî. Ji bo vê em hêvî dikin ku ev dewletana dev ji polîtîkayên xwe yên berjewendîperest ji nirxên demokrasî û azadiyê dûr berdin û polîtîkayek rast esas bigrin.