Çarşem, 26 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Banû Guven: Şandina heyetê ji bo Îmraliyê xaleke werçerxê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê di serdegirtina ‘Navnîşana Şaş’ de îdiaya înfazkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît, hirgûliyên hevdîtina bi Rêber Apo re parve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê hîn bêhtir xwedî li nirxên PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 861’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Divê Kurd bi yek deng û yek reng biçin Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Simko Dilpak li Binarê Qendîlê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo malbata şervana YPJ’ê serdana sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kolanên Elmanyayê careke din bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Filistînê di 2 salan de 33 hezar jin hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Enqereyê daketin qadan: Em ji bo jiyaneke azad û ewle li qadan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Taksîmê barîkat derbas kirin û meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Hevalê Masîro di berxwedana Kobanê de bi roleke girîng rabû
Kurdistan

Karayilan: Hevalê Masîro di berxwedana Kobanê de bi roleke girîng rabû

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan fermandar Masîro Xabûr bi bîr anî ku sala 2020'î ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bû û destnîşan kir ku şehîd Masîro bi taybetî di şerê Kobanê de roleke girîng lîst.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan qala Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Masîro Xabûr kir ku di encama êrişên dewleta Tirk de 27’ê Gulana 2020’î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

“Heval Masîro, bi navê xwe yê din Bedirxan Abo, hevalekî me yê ji herêma Botanê ye. Di dîroka têkoşîna me de, bi taybet jî di dîroka têkoşîna çekdarî de xwedî cihekî girîng e. Heval, ji navçeya Bêşebabê ya herêma Feraşînê û ji eşîra Gewdan e. Lê belê malbat li navçeya Geverê rûdinê. Hevalê Masîro, hê di temenekî ciwaniyê de, di 14 saliya xwe de di sala 1989’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe. Li Botanê tevlîbûnên herêmî ji bo serkeftina Tevgera Gerîlayan mijareke pir girîng bû. Di destpêkê de hîna di salên 1983-1984’an de hevalên weke Kerîm Şirnex, Enver Ûnyanûs û hin hevalên din tevlî bûn. Lê belê tevlîbûnên di salên 1988-1989’an de wisa êdî gerîla bi temamî kirin hêzeke gelêrî û xwecihî. Û yek jî şer geş kir. Ew hevalên ku di wê demê de tevlî bûn, yanî di salên 1988-1989’an de yên weke Fazil Botan, Cûma Bilikî, Serbest Hîlalî, Dijwar Hilalî, Adil Bilikî, Doxan Didêrî, Dijwar Erkendî, Bedran Gundikremo û Mehmût Afarof hinekî bi temen bûn. 

Tevlîbûna wan jî hin zêde gelêrîbûn pêş xist. Lê belê bi taybetî ew hevalên wisa ciwan û tevlîbûn pêk anîn, di warê şer û tevlîbûnê de pêlek pêş xistin. Aha yek ji wan jî hevalê Masîro bû. Yanî ew tevlîbûna wê serdemê, ya weke bi ciwanî û şerker û beşdarbûnên babetî di gerîlatiyê de xurtbûneke çêkir. Herêmbûnek çêkir. Bo nimûne hevalê Orhan Avyanî, xwedan rol bû. Hem Botan, hem Xerzan û piştre jî ev heval çûn heya Dêrsimê. Hevalên ji Botanê yên ciwan ên wisa di dendik de keliyayî, bi esasî ji bo gerîlayan bûn hêwan. Wê demê roleke wisa lîstin. Hevalê Masîro jî wisa beşdar bû. Yanî di nava wê komê de xwedan rol bû. Wisa li Botanê di nava şer de pijiya û xwe pêş xist. Rast e, dibe ku dibistana seretayî xwendibe lê belê bi esasî her tiştê xwe di nava Tevgerê de fêr bû û pêş xist. Li gel derbasbûna wext tecrûbe bi dest xistin. Gihîşt asta ku bikaribe hêzê bi rê ve bibe. Di nava şer de rêvebirinê bimeşîne. Bi salan ev yek kir. Yanî hevalê Masîro, 31 salan nêzîkî 32 salan tim di nava şer de maye. Di nava wê demê de 5 caran birîndar bûye. Beşdarî gelek şeran bûye. Di destpêkê de weke şervanekî beşdar dibe, piştre jî dibe fermandarê navîn, piştre hîn bilind dibe û dibe fermandarê rêvebirinê û piştre jî dibe fermandarê koordîneya şer. Hevalekî wisa ye ku di nava şer de xwe pêş xistiye. Herî dawiyê weke Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Jixwe hevalê Masîro, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê bû. Cardin fermandariya herêma Amanosê kir û herî dawiyê jî fermandariya qada Botanê kir. Yanî ji asta jêr û heya asta jor ji gelek astan derbas bû. Di hemû kêliyan de jî wisa bi ked û fedekarî û amadebûna ji hemû karan re li pêş bû. Yanî dema ku mirov sekna heval Masîro bîne ziman, mirov dikare bi vî rengî bîne ziman. Heval weke kesekî Botanî, her tim li Botanê ma. Jixwe Botan weke kefa nava destê xwe nas dikir. Yanî heya sala 2000’î li Botanê bû. Piştre di çarçoveya pêvajoya vekişîna 1999’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Xinêrê û Qendîlê ma. Beşdarî perwerde û nîqaşan bû. Piştre piştî demekê li Zagrosê vesaziyên hevalê Masîro çêbûn. Wisa demekê li Zagrosê jî kar kir. Lê belê ji serdema pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an û şûn ve cardin li Botanê vesaziyên wî çêdibin. Ji ber ku aliyê erdnigariyê ve herêma Botanê pir baş nas dikir. Bêguman bes serweriya li erdnigariyê têrê nedikir, hakimiyeta hevalê Masîro ya li ser terzê şer, şerê li dijî artêşa Tirk jî ya ku mirov dikare li hemberî çawa manewra bike û çawa raweste jî hebû. Ango li hemberî dijmin windahî nedida. Di wê hizrê de bû ku bêyî ku windahiyê bide wê çawa bikarine xwe û hêza xwe bigihîne serkeftinê. Di pîvan û meşandina şerî de şareza bû. Di wê serdemê de di li Botanê gelek çalakiyan de bû xwedan rol. Bi taybet jî li qada Colemêrg, Feraşîn û Wanê, di van xetan de pir serwer bû. Dikarî li wan deveran bi her awayî têkoşînê bi rê ve bibe.

Piştî ku demekê pratîk meşand, cardin dubare vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Sala 2011-2012 beşdarî dewreya Dibistana Ocaxa PKK’ê bû. Di wê dibîstanê de lêhûrbûneke baş kir û xwe ji bo Amanosê pêşniyar kir. Ji bo tecrubeya xwe li Botan, Zagros û qada Amanosê bixe xizmetê xwe pêşniyar kir û pêşniyara wî guncaw hate dîtin. Ew û hevalê Bedreddîn di dewreyê de her tim bi hev re tevdigeriyan. Hevalê Bedreddîn jî hevalekî ji Tirkiyeyê bû, ew jî qehremanekî hêja bû, pratîka xwe bêtir li Amanosê kir, Amanosê baş nas dikir. Her du bi hev re pêşniyarkirin ku biçin Amanosê û li Amanosê pêngavekî nû birêve bibin. Ango bi naskirina hevalê Bedreddîn û tecrubeya hevalê Masîro ku refek qadroyên bijare jî bi wan re çû, îdiayên xwe hebûn ku li Amanosê pêngavekî mezin bi serkeftî bi rêve bibin. Li ser vê esasê, pêşniyara wan hate qebûlkirin. Ew her du heval û refek kadroyên dîtir ji bo qada Amanosê hatin vesazkirin. Hevalê Masîro wisa wek fermandariyê qadê derbasî Amanosê bû, li vir pratîk meşand. Bi rastî destpêkirin, hinek guhertin çêkirin, nimûne hinek çalakî bi babetên nû pêşxistin, lê piştre weke tê zanîn di bihara 2013’an de agirbest çêbû. Wê çaxê jî pêvajoyeke çareseriyê kete rojevê. Lê heval li Amanosê man.

Lê piştî wê di çarçoveya şerê di hundirê Sûriye û şoreşa Rojava de, li Efrînê şer çêbû. Yanî weke ne şerekî berdayî, lê her curê êrîş dikirin, bi esasî hîn wê çaxê DAÎŞ, El Nusra û gelek rêxistinên din hebûn ku niha jî hene, dixwestin Efrînê dagir bikin. Gelek caran di gelek aliyan de êrîş dikirin, hewcehiya Efrînê bi teqwiye çêbû. Wê çaxê agahî ji hevalên li Amanosê re hate şandin ku dikarin teqwiye û destwerdanê bikin li wir şer dijwar e, ji xwe li Bakur jî şer sekinîbû. Wê çaxê hevalê Masîro tevî komeke bijare ku di nav wan de Karker Bidlîs hebû ku wana piştre di şerê Efrînê de bi demdirêj cih girtin û rolên girîng lîstin, hate Efîrnê. Di wê demê de, di şerê Efrînê de li hemberî wan çeteyan di parastinê de rol lîst. Di sala 2014’an de, ew komên çete piranî li hemberî Şoreşa Rojeva, YPG û YPJ’ê şikestin. DAÎŞ kete meriyetê. DAÎŞ wek projeyek bû, ewan nekarîn xwe dan paş ji ber vê DAÎŞ’ê xistin meriyetê. Kobanê kirin dorpêçê. Bi taybet mudaxeleya li Şengalê, weke tê zanîn Tevgera me mudaxele li komkujiyê kir. Armanca DAÎŞ’ê ew bû ku Ezdîyatiyê bi temamî rake, bi Şengalê re tenê sînordar nemînin, Şengalê tune bikin werin Şêxan, Laleş ji holê rakin. Armanca wan ew bû. Lê mudaxaleya gerîlayên PKK’ê ew li Şengalê rawestandin. Wê çaxê tu kes li hemberî DAÎŞ’ê nedisekinî. DAÎŞ’ê wekî tol rakirinê berê xwe da Kobanê. Li Kobanê jî hêzekî pir mezin tune bû, çekên mezin lê tune bûn. Ji bo xwe guncaw dîtin ku Kobanê tune bikin. Wê çaxê hewceyê Kobanê bi teqwiye bû. Bi taybet di astê fermandariyê de hewcehî çêbû. Wê demê hevalê Masîro, hevalê Mehmûd û hîn hevalên din, berê xwe dan Kobanê. Di navbera Ezaze û Minbice de hin der hin di destê DAÎŞ’ê û hin destê El Nûsra de bû, yanî xeter bû. Lê xeterî dan ber çav û derbasî Kobanê bûn. Dema gihiştin wir, hevalên li wê derê di nava xwe de vesazî çêkirin, kar li hev parê kirin. Hevalê Masîro bû fermandarê eniyê Rojhilat. Wisa vesazî çêkiribûn. Di meha Tîrmehê de DAÎŞ’ê êrîş kiriba, êrîşê DAÎŞ’ê hate rawestandin. Piştre weke tê zanîn, êrîşa DAÎŞ’ê a mezin di meha Îlonê de destpê bû. Di wê şerê de, hin di rojên destpêkê de tecrubeyên hevalê Masîro xwe diyar kir. DAÎŞ di sê aliyan de êrîş kir, di aliyekê de hema hema hat bajêr, dema ku di aliyê Girê Spî de hat beriya ku were Şêranê hat rawestandin. Ew enî hinekî din rêk û pêk bû. Jiwe berxwedana dîrokî ya Serzorî çêbû. Gelek şer li wê eniyê çêbû. DAÎŞ her roj pêş diket û rewş li Kobanê ber bi xirabûnê ve diçû. Dijmin gihişt bajêr û hewcehî hat dîtin ku vesazî bê çêkirin. Wê çaxê hevalê Masîro wekî fermandariya giştî, wek koordîne şer hat vesazkirin û wê demê derbasî hundirê bajêr bû. Pênc heval fermandariyê dimeşandin. Qonaxekî pir dijwar û pir alî bû. Em niha li vir nikarin îzah bikin. Lê di wê erkê de rol girtina hevalê Masîro pir girîng bû. Çima? Hevalê Masîro hevalekî pir xwînsar bû, sakîn bû, panîk nedikir. Mirov ji hevalan pirs dikir rewşa Kobanê çi ye? Hevalan digot, wisa wisa tengaw bûye, hema 200, 250 mîtro maye, yanî DAÎŞ hin pêşde were wê bikeve. Lê mirov dema ji hevalê Masîro dipirsî digot, na ne wisa ye, jê re digotin mane filan heval wisa gotiye, digot çend çeteyên pîsik hatine wir avahî girtine em ê niha li ser bisekinin û wan ji wir derxin. Yanî wisa xwînsar û rehet bû. Bi vê xwînsarî, sebr û cesareta xwe ruh dida. Ji ber ku mesafe hindik mabû, lê li gel wî paşdeçûn û têkçûn tune bû. Seknek wisa raber kir. Ev yek di hevalên din de jî wisa hebû, bêgûman hev bandor kirin. Di wê şerê de rolekî girîng lîst. Piştre hevalê Gelhat ew jî hatin û êrîşên DAÎŞ’ê hatin sekinandin. Û êdî êrîşên dijber destpê bû. Lê nîqaş çêbû, DAÎŞ’ê di yek eniyê de be çawa têk biçe, ketine avahiyê di şerê xwe de pispor e, rizgarkirina bajêr bi temamî pir zehmet e. Encex mirov bi rêbazên taktîk nêz bibe, dikare hîn zûtirîn rizgar bike. Li ser vê nîqaş çêbûn, di çarçoveya wan nîqaşan de hat gotin ku pêwîste mirov şerê gerîla bike, derkeve derveyî Kobanê, Kobanê jixwe di dorpêçê de bû, lê bi dizî derbas bibe here pişt û şerê gerîla di pişt de bike. Berê me carek qal kiribû, ji bo vê hevalê Cemşîd Elî Esker jî hatibû, ew di araziyê de bû jixwe. Lê têre nedikir, ew di aliyê dîtir bû. Hewceyî hebû hêzekî hîn zêde, weke Miştenûr, û tevî ku Miştenûr di dest wan de bû, lê pişta Miştenûr qad fireh e, yanê mirov di pişt de lêxe, pêş da lêxe belkî bikeve lê wekî din zor e. Û yê ku vî karî herî baş bike jî hevalê Masîro bû, ji ber ku pispor bû di gerîlatiyê de û xwe pêşniyar dikir. Dumahîkê erka kordîneyê dewrî hevalekî dîtir kir û bi refek heval re bi veşartî derkete dervayî Kobanê. Yanê kesekî ku ne fedaî be vê yekê zehmet e ku bike. Yanê derkeve erazî hemû gund deste DAÎŞ’ê de ye, tu yê çawa nan bi dest bixî, tu yê çawa xwe biparêzî? Her der deşt e, ne daristan e… lê ji bo hevalê Masîro ev tişt ne pirsgirêk bû, ew tecruba wî a kûr, ew hostabûna wî, ew xwînsariya wî, rê dida ku di şert û mercên wisa de xwe bicih bike, li hember dijmin çalakiyan bike û derbeyan li dijmin bixe. Û hevalên pê re jî pê bawer dikirin, heman ruh di wan de jî çêdikir. Û bi vî awayî heval derbasî aliye Miştenûr bûn. Gelek hewildan çêbûn, gelek çalaki çêbûn û wekî tê zanîn Kobanê ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin. Berxwedaneke dîrokî bû û tê de hişekî taktîk hebû, yanê tenê tê de berxwedan nebû. Hişekî taktîk û tecrubeyek nebûya ev yek pêk nedihat. Divê yekê da ya rastî rolên gelekî hevalan heye. Dema em qala hevalekî bikin û hevalekî din qal nekin…..Berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî ye û 134 roj ajot, gelek lehengên xwe hene, mînak rêheval Gelhat, Şivan Gever, rêheval Arîn, Rêvan, rêheval Zozan di eniya rojava de… Wekî din gelek hevalan di vê berxwedana dîrokî de destanên lehengî çêkirin. Lê belê mirov dikare bêje di destpêka şer de heta dawiya şer yê herî zêde ked dayî û bi tecrubeya xwe a taktîk bi hostatiya xwe ew şera hişt ku bi ser bikeve û yê tê de rol lîstiye, di rêza yekem de hevalê Masîro bû û ev yek rastiyeke dîrokî ye. Bi rastî ev rol heval lîst. Piştre demekî ma û hevalê Masîro ji bo çiya, Herema Parastinên Medyayê hat vesazkirin, ez bawer im 2016’ye. Wê demê şerê bajaran li bakûr çêbûbû, gelek nêrîn û dîtinên wî hebû, nivîs nivîsandibû, rexnên wî hebû, ji ber wê xwe pêşniyar kir, ji bo lez derbasî Botanê bibe. Ew serweriya wî a li Botanê û tecrubeya li Amanos, û tecrubeya ku di şerê Kobanê de girtî dixwest derbasî Botanê be û pêngavekî bi rê ve bibe. Wê demê di encamên hinekî nîqaşan de, guncaw hate dîtin ku hevalê Masîro cara sêyem, yanê pirî caran ketiye Botanê û derketiye lê ji bo vesaziyê û rol û mîsyon cara sêyem derbasî Botanê bû. 

Hevalê Masîro, kesekî demên zehmet û demên zor bû. Fermandarê rojên giran û zehmet bû. Di wan salên 2017-2018-2019 di şerê Botanê de, di wan zehmetiyan de, ji bo zehmetî sivik bibin, ji bo pêşî li windahiyan bê girtin, ji bo bersiv bê dayîn pêşengtiya rêheval Masîro xwedî roleke zêde bû. 

Li Botanê dijmin pir li ser hevalê Masîro sekini ji bo ku derbê lêxe. Dijmin hema bêje bi tevahî derfetên xwe yên teknîkî kiribû şopandinê. Carekî li Feraşînê êrîşeke mezin a hewayî li ser darxist, hevalê berpirsyarê ciwan Baran û hinek hevalên din li wir şehîd ketin. Lê wî tedbîr girtibû. Piştre heman tişt li Cûdî jî çêbû û dijmin got ku me şehîd xistiye. Niha di tomarên dijmin de, di 2019’an de hevalê Masîro li Cûdî şehîd e. Dijmin wisa wêne û her tiştên wî weşandin. 
Hevalê Masîro fermandarekî pir baldar bû, pir hişyar bû û pir xwedî tedbîr bû. Cihên ku pê bawer neba li wir nedima û cih diguhert. Ji ber vê yekê dijmin her tim vala derdixist. Yanê di her kêliyê de wisa bû. Belkî kesê di nav me de yê herî hişyar bû. Wisa hîs dikir. Ji ber vê yekê êrişên plankirî yên li ser vala derdixist. 

Derbarê taybetmendiyên heval Masîro mirov dikare gelek tiştan bibêje. Lê belê berî hemû tiştî, ji zorî û zehmetiyan re vekirî bû, pir fedakar bû. Weke berê me got, xwînsar û wêrek bû. Jiyana wî wekî derwêşekî bû. Kesekî wisa zêde awayekî luks xwe binêre nebû. Kesekî ku wekî Rêber Apo gotî; “Yek parî û yek xirxe” dijî bû. Kesekî xwezayî bû û di nav hevalan de bû, yanê jiyana xwe ne cuda bû. Ji ber vê jî fermandarê herî zêde avahiya me jê hez dikir û dixwestin di bin fermana wî de şer bikin, yek jî hevalê Masîro bû. Hevalekî gelêrî bû. Di xeta Rêber Apo û nirxan de pir girêdayî bû. Welatparêziya xwe kûr bû. Yanê wisa taybetmendiyên xwe yên bi vî babetî zêde hebû. Jixwe bi van derdikete pêş, bi wêrekiya xwe, bi xwînsariya xwe, bi hişê xwe… Di her kêliyê da hizra tevgerîna xwe dikie. Vê yekê jî afrînerî û taktîk bi wî re peyda dikir. Yanê li ku derê çi bike û çawa nêz bibe? Mînak bi plan tevgerbûn û dîsiplîna wî hebû. Û di van waran de hevalê Masîro xwedî astekî bû. Di şer de pijiyayî bû. Bi dîsiplîn, bi pergal nêz dibû. Vê yekê jî zemîn ava dikir ji bo encam girtinê, him jî di derdorê xwe da bawerî çêdikir û ruh ava dikir. Hevalekî wisa dirêj û teori nediaxivî. Lê pratîk, qasî tê xwestin jî teori hebû, wisa bi pîvan nêz dibû. Bi wan nêzbûn, bi vê seknê, him bi hêzê şervanan re bawerî xurt dikir û him jî dê çawa encam bigire rêbazên herî objektîv didît. Ji bo vê di şert û mercên herî zor de, dikarî bibe bersiv. Mînak di zehmetiyan de yan jî di dorpêçê de çawa tevbigerin, çawa xwe bimeşînin, di van mijaran de pratîkê heval çi yên li Botanê, çi yên şerê Kobanê de cîhê taqdîrê ye. Ji bo me her tim wekî mînak e, wekî perspektif e. 

Hevalekî di tevgera Apoyî de wisa di piçûkayî de gihandî bû. Wisa bûye fermandar. Yanê weke hesin hatiye avdan û wisa pêk hatiye. Ji bo wê jî di şert û mercên herî zehmet de çawa bibe bersiv, çawa berxwe bide û di van waran hemûyan de xwedî seknekî dîrokî bû. Egîdekî Kurd ê bi tecrubeyan keliyayî û bijare bû. Ji bo me windahiyek girîng bû bêguman. Yanê bi rastî niha di ser de sal derbas bûne em dikarin li ser biaxivin. Dema bûyer çêbûbû mirov nedixwest li ser bifikire. Yek tişta ku meriv pê diêşe; fermandarekî ewqasî hişyar û xwedî tedbîr dema derket derveyî qada şer di hundir maşîneyekî de bi êrîşa hewayî a dijmin gihîşte şehadetê. Mirov pir zêde pê diêşiya. Ji ber ku hevalekî ku li ser erdê dijmin nikaribû wisa zû bi zû zeft bikira bû. Lê li wir hevalên di berê da nas dike dibîne, hevalê Qasim Engîn, hevalên dîtir û hevalê Bawer Zîlan jî bi wan re bû. Hevalê Bawer Zîlan jî di sala 1998an de beşdar bûbû, li Serhedê heta Dêrsimê xwedî pratîk û ked bû, ew jî hevalekî leheng û hêja bû. Ji herema Zîlan ji Çiyayê Agiriyê ye. Jixwe hevalê Qasim Engîn tê nas kirin. 

Dema ku ew bi hev re ne û dixwazin herin deverekî, maşîne rastî êrîşê tê. Ew ji bo me windahiyeke girîng bû. Yanê ne wisa bûya hevalê Masîro dê kesî nedikarî bixista xefikê. Lê mixabin qadeke dervayî şer, ne qada me, bi êrişekî re rû bi rû hatin û bi vî awayî di 2020’an de gihîştin şehadetê. Em wan bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Em ê bîranînên wan bidin jiyan kirin. Deynê li ser stûyê me ev e. Hevalên wisa di hundir pratika şer de, bi fedakarî hatî stirandin, û bi sedan car fedakarî û lehengiya xwe îspar kirine. Bi rastî me bi hevalên wisa re, lehengên bi vî awayî xwe îspat kirî re hevaltî kir, ev yek ji bo me serbilindiyeke. Di tevgera me, tevgera Apoyî de rêhevalên wisa, lehengên wisa pir in. Ji wan yek jî heval Masîro, Qasim û Bawer in. Em divê wan bidin jiyan kirin. Ew ruhê wan temsil dikir, şêweyên wan dimeşandî û ew tecrubeya wan a kûr her tim ji bo me, perspektîfeke nemir e. Ji bo wê em dibêjin şehîd namirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ’ê natewînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên windayan piştgirî dan banga Rêber Apo

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî lidar xistin û hesabê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê şanoya ‘Kurdistan’ hat lîstin

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi boneya 1’ê Mijdarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê li Şêxmeqsûdê ciwanek revand

Hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Şamê, li Taxa Şêxmeqsûd Helebê ciwanekî din revand.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Em ê hîn bêhtir xwedî li nirxên PKK’ê derkevin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 861’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK: Divê Kurd bi yek deng û yek reng biçin Bexdayê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Simko Dilpak li Binarê Qendîlê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?