Di kûrahiya mîtolojiya Êzidiyatiyê de, por ne tenê rûmeteke xweriskî ye, lê belê nexşeya hebûnê ye. Kezî, di vê baweriya kevnar de, pira di navbera erd û ezmân, êş û hêviyê de ne. Ji bo jina Êzidî, her hûnanek keziyê, çîrokek e; çîroka manê, hêzê, evînê û carna jî jana ku dilê çiyê diqelêşe.
REHÊN KU XWE BERDIDIN NAVA DILÊ AXÊ
Di çanda Êzidiyan de keziyên hûnandî wekî rehên darên pîroz tên dîtin. Ew ji lûtkeyên Şengalê dest pê dikin û diçin kûrahiya axa bav û kalan. Ev yek sembola berdewamiyê ye. Îro, gava mirov li mêrên resen ên eşîrên Şengalê dinêre, ew keziyên ku bi heybet li ser milên wan dadikevin, ne tenê şopên boriyê ne ew nîşana dilsoziya bi xakê re û vîna parastina rûmetê ne li hemberî her tarîperestekî.
Hêz di vê çandê de bi dirêjiya porê jinê tê pîvandin. Jina Êzidî heta neçar nemîne destê xwe nade keziyên xwe. Lê gava zilm li ser malbat û zarokên wê giran dibe, ew meqesê li keziyên xwe dixe. Ev birîn, ne nîşana têkçûnê ye, lê belê serhildanek e. Ew bi vê çalakiya xwe civakê şiyar dike û hemû dinyayê neçar dike ku li dengê heqîqetê guhdar bikin.
DI KILAMAN DE EVÎN, DI XWEZAYÊ DE VEJÎN
Helbestvan û dengbêjên Êzidî, keziyên reş wekî şeva tarî ya ku stêrk tê de dibiriqin an jî mîna simbilên ku bi bayê biharê re hildilerizin, teswîr dikin. Di Cejna Xidir Ilyas de di dawiya meha Sibatê de jinên Êzidî perçeyekî piçûk ji keziyên xwe dibirin, her wekî ku şaxên darên hişk tên kurkirin. Ev ritual, sembola nûbûna xwezayê û vegera jiyanê ye peyamek e ku jiyan her tim ji nû ve şîn dibe.
GORISTANÊN KU BI KEZIYAN ŞÎNÊ GIRÊ DIDIN
Beşa herî bi êş a vê çîrokê li goristanên Şengalê ye. Gava jinek Êzidî ezîzekî xwe winda dike, keziyên xwe yên ku bi salan xwedî kirine, dibire û li ser gora wî datîne. Îro li lûtkeyên Şengalê, bi sedan gor hene ku keziyên jinan li ser wan bi bayê Rojava re dihejin. Ew kezî li ber bayê “êşê” diqîrin û çîroka herî tal a dîrokê ji asîmên re dibêjin.
JI ŞENGALÊ BER BI ROJAVAYÊ AZADIYÊ VE
Îro li Rojavayê Kurdistanê, ew keziyên ku carekê li ser goran dihejiyan, niha di eniyên berxwedanê de, bi bayê azadiyê re govenda azadiyê dikin. Şervanên jin, ku keçên Roj û Ronahiyê ne, bi van keziyan nexşeya jiyaneke nû xêz dikin. Têkoşîna wan û bedewiya keziyên wan, tirsê dixe dilê tarîtiyê û hêviyê dide mirovahiya ku li benda ronahiyê ye.

