Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji ber gotina ‘Kurdistanê’ ceza li endama DEM Partiyê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Divê hesab ji şebekeya kujer bê pirsîn
Jin

KJK: Divê hesab ji şebekeya kujer bê pirsîn

Koordînasyona KJK'ê têkildarî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî 'xemgînî û îsyana xwe ya mezin' anî ziman û got, "Divê têkoşîna azadiyê ya jinê hesab ji vê şebeke û polîtîkaya kujer bipirse."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û têkildarî kuştina Narîn Guran got, “Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e.”

ÊŞA NAYÊ VEGOTIN, HÊRS Û ÎSYAN

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Li hemberî kuştina Narîn Guran a li taxa Tavşantepe ya navçeya Rezan a Amedê xemgîniya me nayê vegotin, hêrs û îsyana me mezin e. Yek ji qurbanên dawî yên vê cîhana dojehî ya ku li Kurdan, jinan û gelan tê ferzkirin Narîn e. Mekanîzmaya ku Narîn qetil kir polîtîkaya bi rêk û pêk û taybet a navenda şerê taybet û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye ku dijminatiyê li jinan dike û qirkirinê li Kurdan ferz dike.

REJÎMA QIRKER RAXIST PÊŞ ÇAVAN

Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e. Li hemberî jiyan û hişmendiya azadiyê ya li Kurdistanê ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, rastiya rizandinê ya bi polîtîkayên destavêtin, narkotîk û fûhûşê li ser civakê tê ferzkirin, di şexsê Narîn de bi rengekî bêrehm, bi kuştinê xwe nîşan da. Kuştineke gelekî giran e ku ne bi şermezarkirinê ne jî bi nerazîbûneke rûtîn bê derbaskirin. Narîn wezîfe û berpirsyariyek ji me re hişt. Li hemberî êrîşên rizandina civakê ku weke polîtîka û rejîma dijminê jinê û qirkirinê tê meşandin, divê em bi îsyan û têkoşîneke encamgir rabin.

Narîn çima hate qetilkirin, ji aliyê kê ve hate qetilkirin, Narîn çi dît ku hate qetilkirin? Divê ev yek weke polîtîkayeke dewletê bê dîtin û di heman demê de her kesên li bersiva van pirsan digerin û hesab dipirsin divê têkoşînê mezin bikin. Gel û jinên Kurd bi bersiva van pirsan zanin. Çavên Narîn şahidê vê rizandin, encamên polîtîkaya astengkirina sekna azad a gelê Kurd û têkoşîna azad a jinê ye; têkoşîna azadiyê ya jinê ya cîhanê û gelê Kurd ê bi rûmet divê tişta ku Narîn dît nîşan bide û hesab ji vê şebeke û polîtîkaya kuştinê bixwazin.

EV GUND QIRKIRINA JINÊ TEMSÎL DIKE

Ji bo kujerên Narîn bêne eşkerekirin, beriya her tiştî divê rastiya li Tavşanlikoyê bê eşkerekirin. Bûyerên ku qewimîn pêwendiya xwe bi avakirina baregeh û navendên rêxistiniyên paramîlîter ên mîna DAÎŞ, Hîzbûlkontra û cerdevaniyê heye ku ji aliyê dewleta mêtinger ve hatine afirandin. Eşkere ye ku navendên bi vî rengî di hînderlanda hevpar a dewlet-Huda-Par-DAÎŞ-PDK’ê de qereqoleke girîng e. Ev navend yek ji deverên kontra, cebilxane û gora komî ye û yek ji wan deveran e ku gelek jin lê hatin qetilkirin. Ev gund ew gund e ku qirkirina Kurdan û qirkirina jinan temsîl dike: Lewma ji bo kujerên Narîn bê eşkerekirin pêwîstî bi wê yekê heye ku hesab ji rejîma qirker a sed salî û rêxistina wê ya şerê taybet bê xwestin.

Ya ku Narîn dît û jiya gorên komî û cebilxaneya Hîzbûlkontra ye, destavêtina li kursên Quranê ye, tundiya mêr mîlîtarîst e, amûra şerê qirêj ê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. Kuştina Narîn, daxwaza windakirina wê û astengkirina dîtina wê bi 19 rojan hemû ji bo windakirina van delîlên sûc bû. Di oxira dijminatiya li Kurdan de civaka Tirkiyeyê li rizandin û dejenerebûnê tê mehkûmkirin. Ev sîstema ku hilweşîn û rizandinê li Tirkiyeyê, qirkirinê li jin û Kurdan ferz dike, divê bê redkirin.

Ya ku bi serê vî gundî ve hatiye şebekeya kuştinê ya 17 hezar kuştinên kiryar nediyar e ku dewleta Tirk a mêtinger di salên 1990’î de ji bo tasfiyekirina têkoşîna jinê û gelê Kurd bi rêxistina Hîzbî kontra pêk anî. Rejîma qirker a AKP-MHP’ê şebekeya Hîzbî kontra veguherand Hudaparê, li şaredariyên ku desteser kiribû qadeke rêxistiniya civakî û îdeolojîk pêşkêşî Hudaparê kir û qirkirin hîn berfireh kir. Li gel êrîşên tasfiyeyê ku bi operasyonên li dijî destketî û tevgera jinê têne ferzkirin, li Kurdistanê jî rêxistinên kontra yên çetekar û li Tirkiyeyê tarîqat û cemaetan bi cih kir. Dijminatiya li gelê Kurd, dijminatiya li jinê bi birêxistinkirina neteweperestî û zayendîperestinê pêk anî. Li gel vê yekê li ser bingeha plana têkbirinê ya li dijî gelê Kurd, bi rêxistinên DAÎŞ û OSO ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava, qirkirina li Şengalê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîş dan destpêkirin. Piştî ku ev êrîş hatin têkibirin, bi piştgiriya ji NATO’yê wergirtî Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî dagir kir. Bi hevkariya hêzên xayin û noker, sîxur û kontra operasyonên dagirkerî û îlhaqê bi rengê siyasî, leşkerî û îdeolojîk li her qadê dewam dike. Serdana Erdogan a li Hewlêrê, di pîrozbahiyên Malazgîrtê de fermîkirina tifaqa AKP-MHP-Hudapar li merasîma dewletê, hevdîtina Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglû ya di dema nêz de hate kirin û di encama vê hevdîtinê de jî yek ji lîderên girîng ên DAÎŞ’ê yê 6 salan girtî bû ji aliyê PDK’ê ve hate efûkirin û berdan; ev hemû nîşan didin ku li hemberî gelê Kurd û jinan wê êrîşên qirkirinê yên berfireh bêne kirin.

PÊWÎSTÎ BI SEKNEKE HEVGIRTÎ Û TÊKOŞÎNÊ HEYE

Eşkere ye ku komkujiya jin û zarokan a li Tirkiye û Kurdistanê ne tenê karê kes an jî feraseta feodal e, ew polîtîkaya şerê taybet a bi rêk û pêk e. Zêdebûna komkujî, destavêtin, destdirêjî, fûhûş û narkotîkê parçeyek ji komkujiya jin û zarokan e.

Pêwîstî bi wê yekê heye ku bi sekneke hevgirtî û têkoşînê deng û çalakî bê bilindkirin. Li ser vê bingehê ji bo ronîkirina kuştina Narîn û parastina zarokan ji vê rejîma qirker em bang li jinan û gelê xwe dikin ku têkoşînê hîn mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Nûçeya Pişt re TJK-E: Em dibêjin ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyanê re’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin

Li Mêrsînê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

9’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol wê di navbera 20-26’ê Cotmehê de li…

Ji aliyê Stêrk TV

MXDŞ’ê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlan armanca me ya sereke ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çete Nexweşxaneya Xalid Fecir hedef digirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gel bi konvoyan ber bi Helebê ve diçin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikûmeta demkî ketina karwana Heyva Sor a Kurd ji bo Helebê asteng dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?