Şemî, 21 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Newroza Amedê bi ‘Govenda Azadiyê’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Êdî tekane çare aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Zana: Gel dixwaze serok li Amedê bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî: Li Tirkiyeyê aştî wezîfeyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Kurd êdî dixwazin bi dewletê re muzakere bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Êdî dema aştiyê ye, em vê derfetê ji dest nedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Amedê diherikin qada Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye
Kurdistan

KJK: Ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye

KJK’ê, di peyama xwe ya Newroza li Qendîlê de, bal kişand ser azadî yekîtiya neteweyî, Newroz û cejna Remezanê pîroz kir û bang li gel kir ku bi ruhê Newrozê xwe rêxistin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di pîrozbahiya Newroza Qendîlê de Berpirsa xebatên jinan a Qendîlê Serwîn Celal, peyama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) xwend.

Peyama KJK’ê bi vî rengî ye:

“Ji bo gelê fedekar ê Qendîl û hemû gelê welatparêz ê tevlî Newroza Qendîlê bûne. Newroz bi hatina biharê û roja nû re rewşa xwe ya herî ciwan li Qendîlê li wê qadê bi nexş û rengê we xwe xemilandiye. Qendîl bi çiyayên xwe yên bilind û hembêzkirina hemû rengên xwezayê, pêşwaziya we û Newrozê dike. Bi bedewî û serbilindiya Qendîlê, em cejna gelê Arî, cejna Newrozê û roja nû, di şexsê gelê serbilind ê Qendîlê de, li gelê me yê li Bakur, Rojhilat, Rojava û li hemû jinan pîroz dikin. Her wiha em ceja Newrozê li gel û ciwanên Mexmûrê pîroz dikin ku her sal bi tevlîbûna xwe coş û xuruş didin pîrozbahiya Qendîlê. Di şexsê wan de em cejna Newrozê li şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî pîroz dikin.

Her bosteke xaka Kurdistanê bûye qada berxwedan û şerên mezin. Gelek keç û xortên welatê me canê xwe fedakirine, xwîna xwe rijandine û gihiştine asta şehadetê. Yek ji van cihan jî Qendîle ku her tim ji bo hemû Kurdistanê bûye mal û stargeh. Qendîl bi vê taybetmendiya xwe bûye keleha berxwedanvanên wek Viyanan, Helmetan, Sarînan, Berfînan û Qasim Engînan. Qendîl stargeh û cihê berxwedan û têkoşîna azadiya Kurdistanê, malbenda şehîdên rêya azadiyê ye. Bi vê wesîleyê em di kesayeta şehîdên mezin yên Newrozê Mazlum Dogan, Rewşen û Zekiya de hemû şehîdan bi rêz û minetdarî bibîrtînin û soza bicihanîna xeyalên wan dubare dikin. Her wiha di kesayeta Şehîd Ehmed Hêmin de ku bû sembola yekitiya netewî ya Kurdan, bi rêz û heskirinek mezin bibîrtînin û soza xwe ya ji bo xurtkirina yekitiya gelê Kurd dubare dikin. Di heman demê de Newrozê li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin ku ew berên bingehîn yên şoreşa Kurdistanê ne.

Em li vê qada rengîn û birûmet silav û heskirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin û Cejna Newrozê li Rêber Apo û hemû hevalên wî pîroz dikin. Banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk a di 27’ê Sibata 2025’an de bandorek zêde li ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistan, herêm û cîhanê çêkir. Li ser vê bangê em wek gel û tevger ketine di nav qonaxek nû ya têkoşînê de. Rêber Apo di 27 salên borî de di nava mercên tecrîdê de mijûlî têkoşîn û xebatek bê hempa ye daku zemîna têkoşîna demokratîk ava bike. Ji bo pirsa Kurd bi rêya diyalog û yasayê çareser bike, xwedî hewldan û israrek mezine. Dibin pêşengtiya rêbertî de tevgera azadî ya Kurd gelek pêngavên dîrokî avêt û bi hestiyariyek mezin tevgeriya. Heta niha tişta ketî ser milê tevger û gelê Kurd pêkaniye. Wek tevgera azadiya jinan li hemû qadan pêşengtiya vê qonaxê kirine. Lê erkê me yê sereke wek tevger û gel, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Civaka me tenê bi rêxistinkirina xwe û avakirina civakek demokratîk dikare erkê xwe yê serdemê bicih bîne. Mezinkirina çalakiyên ji bo azadiya rêbertî ji hemû demê giringtir û jiyanîtire.

Rêbertî her demê derfetên xwe ji bo azadiya gel veqetandiye. Lê mercên niha rê nadin Rêber Apo rola xwe ya wek sermuzakerevan di çareseriya pirsa Kurd de bibîne. Heta rêbertî di van mercên Îmraliyê de be, pirsa Kurd bi rêya diyalogê çareser nabe û aştî û azadî jî berdewam nabe. Ji bona wê mercê sereke yê serkeftina vê qonaxê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê ‘Mafê Hêviyê’ bêy ku were derengxistin, were bicihanîn û pêngavên yasayî bên avêtin. Wek tevgera azadiya jinan banga me ji bo hemû jinan ew e ku ji bo Rêber Apo bikare bi rola xwe rabe, divê em têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind.

Çawa Rêber Apo di despêka qonaxê de got, ‘Em teqez gelê xwe bi tenê nahêlin’ em jî li navenda Newrozê dibêjin, ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye. Em divê sala bihêvî de dibêjin, niha dema hevdîtina mezin ya bi Rêber Apo reye, Gelê Kurd gelê Newroze, Newroz jî sembola azadî berxwedan û nubûnûyê ye. Emê vê bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê hertim hemberî sîstema parçekirinê rawestiyaye û di hemû rewşan de li rexa gelê Bakur, Rojhilat û Rojava sekinî.

Dema pêwîst bû bi çek di çeperan de şer kirin, yan bi çandek hêz têkoşiya. Yan jî bi milyonan di kolanan de piştgiriya xwe anîn ziman. Jinên Kurd dengê xwe gihandin hemû cîhanê, di êrişa dawî ya çeteyan ya ser Rojavayê Kurdistanê de, ji zarokan bigire heya pîran, bi dirûşmeya ‘Kurdistan yeke, gelê Kurd yeke’ bû sembola ruhê têkoşîna netewî. Dîmena Newroza Qendîlê jî bivê dirûşmeyê guherî. Divê serdema dîrokî de em dibêjin, yekitiya neteweyî ya demokratik xwedi giringiyek jiyaniye, yekitiya me parastina hebûn û erdnîgariya meye. Lewma em azadiya fizikî ya Rêber Apo û yekitiya netewî, weke bingehên serkeftina aştiyê dibînin.

Newroza Qendîlê bûye kevneşopiyek û sembola yekitiya netewî, her sal ji her çar beşên Kurdistanê, dibin sîwana Qendîlê de yekitiya xwe nîşan didin. Lê bersiva herî mezin ya ji bo dagirkeran, li qada Newroza Qendîlê hatiye dayîn. Qendîl nîşana şikandina sînorên ku di xaka Kurdistanê re hatine kêşane. Pêwîste hêzên siyasî yên Kurd jî li gorî helwesta gel tevbigerin û berjewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyek û berjewendiyên netewî û parastina gelê Kurd bixin pêş.

Di têkoşîna azadiya Kurdan de, jin hertim dirêzên ewil de bûn, di çeperan de şerkirin, di girtîgehan de li ber xwe dan û ji bo parastina destkeftiyan bi agirê rihê xwe, meşaleya Newrozê geştir kirin. Divê em hêza xwe bikin yek, weke jin em pêşengtiya aştî û civaka demokratîkin, lewma divê em hîn zêdetir berpirsyartiya xwe bicih bînin.

Ciwanê têkoşer ên Kurdistanê ku divê qadê de amadene, divê ev sal bikin sala azadî û serketinê. Divê ciwan pêşeng bin û baweriya me ewe ku her ciwanek bibe cihê rêbaza Ehmed Hêmin. Em Newrozê li hemû ciwanên têkoşer û welatparêz pîroz dikin.

Em carek din Newroza azadî û yekitiya netewî, cejna remezanê li we hemûyan pîroz dikin. Em xwe bi rihê Newrozê rêxistin bikin, em divê biharê de têkoşîna xwe bikin bihara azadiya gelê Kurd û azadiya fizikî ya Rêber Apo.

Bi pêngava ‘Niha dema jine’ em dibêjin, ‘niha dema azadiya fizikî ya Rêber Apo ye, niha dema yekitiya netewiye.’

Bijî Newroz

Bijî Rêber Apo

Jin Jiyan Azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Leyla Zana: Gel dixwaze serok li Amedê bibîne
Nûçeya Pişt re Newroza Kobanê: Divê yekîtiya neteweyî were avakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr çalakiyên hemwext li dar xist

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Tekîrdag,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Guherîna li Sûriyeyê tenê navê Esed û Colanî ye

Jinên hermêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin destûra ku mafê jinan nehewîne ew ne…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenê çalakiyên bi teknîka taybet hatin kirin

Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Girê Amediyê weşand ku bi teknîka taybet hatin kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi hezaran kes li Amedê diherikin qada Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?