Kolektîfa Saza Êzî ku Çarşema Serê Nîsanê ya 2025’an bi tembûra Şengalî avabûna xwe ragihandibû, ji bo zindîkirina stranên li ser destanên Êzidiyan hatine gotin, di nava hewldanan de ye.
Piştî strana ‘Hey hê hawarê’ di salvegera fermanê de gotin, bi boneya ‘Cejna Berxwedana Netewî’ du stranên destanên Êzidiyan vedibêjin, ‘Zembîlfiroş’ û ‘Lavij ê Pîrê’ li ber perestgeha Lalişa Gicik a li çiyayê Şengalê bi tembûra Şengalî gotin.
Kolektîfa Saza Êzî ya ji dengbêj, stranbêj, jin û zarokên Şengalê pêktê, ji bo xwedî li destanên qehremanî û egîdiyê yên Êzidiyan derbikevin, xebateke berfireh dimeşînin. Kolektîfa Saza Êzî ji bo geşkirina çand û hunera qedîm û resen a Êzidxanê, ji bo ew destanên Êzidiyan yên nayên zanîn ên Êzidiyane derbixin holê xebatên hunerî bi derxistina berhemên nû derdixin.
Yek ji endamên Kolektîfa Saza Êzî Siyako Rodî ku têkildarî klîpa nû agahî da Rojnewsê û diyar kir ku ji ber herdu destanan ‘Zembîlfiroş û lêgerîna heqîqetê û egîdiya Êzidiyan vedibêjin, ew bi boneya ‘Cejna Berxwedana Neteweyî’ diyarî Rêber Apo dikin ku nirxeke mezin dide civaka Êzidî û timî xema wê dixwe.
Siyako Rodî diyar kir, çîroka Zembîlfiroş li gel Êzidiyan û li Şengalê cûda tê vegotin û van agahiyan derbarê vê destanê de dide: ‘‘Çîroka Zembîlfiroş li vir cûda tê vegotin. Zembîlfiroş xortekî Êzidiye. Xwe ji mal û milkê dunyayê dûr dixe. Bixwe jî pîre û xizmetkarê ol û civaka xwe ye. Di stranê de dibêje, Zembîlfiroş lawikekî xase, tana derpî û kirase. Derpî û kiras sembola pîra ye. Pîr jî xizmeta Laleşê dikin. Jixwe cihê Zembîlfiroş niha li Laleşê heye. Ji ber straneke (Durik) pîroze û di pirtûka pîroz de beyta Zembîlfiroş, durik û çîroka wê jî heye. Eger mirov baş bala xwe bide destanê ku gelek dirêje, wê gelek nîşanên Êzidiyan tê de were dîtin. Jixwe xwe ji malê dunyayê dişo, pere û malê dunyayê red dike, jinek ji wê hez dike û ew jî jê hez dike, lê xwe bi rêya vê evînê digihîne heqîqetê. Xwe ji dunyaya madî qut dike, dibe kesekî ruhanî. Dema xwe ji qesrê diavêje, Melek Cebraîl heft caran diçe ser, wî vedigerîne dunyayê.’’
Siyako Rodî derbarê Lavij ê Pîrê de jî got: ‘‘Lavij li Wanê ye, ji bo welatê xwe şer dike. Di şer de serketî ye. Dema diçe seferê bi birîndarî vedigere, di rê de dûpişk lê dide û ji seferê venagere. Beriya biçe dayîka wê jê re dibêje, sax vegere ji seferê. Lavij jî ji bo welatê xwe şer dike û ew jî lawikek Êzidî ye.
Li Şengalê Lavij ê Pîrê ji aliyê dayîkên Êzidî ve tê gotin.

