Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, êrîşên xwe yên bi çekên giran li ser Bendava Tişrînê didomînin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin, êrîş li derdora bendavê zêde bûne û binesaziya sivîl tê hedefgirtin.
Li aliyê din, tevgera balafiên şer ên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê heye. Her wiha hate ragihandin ku di tevahiya rojê de dornên xwekuj ên aîdê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li ser bendavê gerane.

