Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sernavê “Êrîşa qirêj a li dijî îradeya jinên Kurd ku di şexsê Leyla Zana pek hat şermezar dikin” daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke kûr a guhertinê destpê kiriye. Nirxandina vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên hevpar ên gel û jinan mimkun e; lê ji bo yekê îradeyeke çalak, bi biryar û avaker hewce ye. Bereksî wê, polîtîkayên dijber û helwestên sabotekirinê wê bibin sedema encamên bizirar ji bo gel û jinan.”
Komîsyona Jinan a KNK’ê got, “Îro em dibînin, di vê pêvajoya hesas û girîng de, hêzên tarî dixwazin li beranberî pêvajoyê derkevin ku Rêber Apo di 27ê Sibata 2025’an de bi banga aştî û civaka demokratîk da destpêkirin û ku kêm be jî ji aliyê mixataban ve tê berdewam kirin.
Ev hêz her dem li her çar parçeyên Kurdistanê çalak in û destketiyên gelê Kurd hedefa wan e. Îro jî armanca wan ev e ku bi têkbirina vê pêvajoyê, paşeroja gelan careke din tarî bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em wek Komîsyona Jinan a KNK’ê, li Bursayê, di maça Bûrsaspor û Somasporê de êrîşa qirêj a li dijî îradeya jinên Kurd ku di şexsê Leyla Zanayê de pêk hat, bi tundî şermezar dikin û qebûl nakin. Stadyûma Bursasporê qada gelan û bihevrebûnê ye; ne qada nijadperestî û êrîşên qirêj e. Loma divê Wezîrê Werzîşê berpirsiyariya xwe bi cih bîne û kesên ku ev êrîş pêk anîn ceza bike.
Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e; Leyla Zana ne tenê ye!”

