Kongra Star a bajarê Dêrîk û Girkê Legê bi daxuyaniyekê êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin, her wiha şehîdên Komkuijya Parîsê bi bîr anîn.
Daxuyanî li Qada Şehîd Xebat a bajarê Dêrîkê ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Ayhan Murad ve hate xwendin.
Di daxuyanî de hate gotin ku bîranîna Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn sembola berxwedana jinên azad û gelên Kurd wê her di dilê me de bijîn.
Kongra Star di derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî wiha got: “Komên çete û dewleta tirkiyê sucên şer dide meşandin.”
Di daxuyanî de hate diyarkirin ku ev êrîş dê îradeya gel neşkîne û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Helebê diyar kirin.
Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin.

