Yekşem, 5 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Piştî 30 salan hat berdan: Ez xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikevim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Dîplomasiya Hevpar a Kurdistanê peyama ji bo jinên ber bi Enqereyê ve dimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo ‘jiyaneke aştiyane’ daxwaza sîstemeke perwerdeyê ya nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trump: Îsraîlê xeta vekişînê ya li Xezeyê qebûl kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûcaman: Li Kurdistanê çandinî bi zanebûn tê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Baneyê kolberek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nagîhan Akarsel li Mexmûrê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Armanc Mêrdîn konê sersaxiyê hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan hat berdan, li Sêrtê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Mexmûrê komxebata Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk lidaraxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    38 jin li Rojhilat û Îranê hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Feleknas Ûca: Serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin, li Edeneyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel hate bîranîn: Em ê têkoşîna xwe mîna wê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên xwe bi dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Suleyman Çarnewa: Di 25’ê Cotmehê de em bi milyonan re daxwaza aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Laleş Êzidî: Ola Êzidîtiyê qenaet û heqîqetek e
Rojava

Laleş Êzidî: Ola Êzidîtiyê qenaet û heqîqetek e

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî, Cejna Êzî li tevahî gelan pîroz kir got, “Em dibêjin ku êdî wext hatiye em dikarin xwe bi ziman, netewe, bawerî û ola xwe pêş bixin û zana bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Cejna Êzî yan jî bi “Cejna Rojiya Mezin” jî tê naskirin, Êzidî di sê hefteyan de her hefteyê sê rojan rojiyê digirin. 3 rojên hefteya destpêkê rojiya şêşimsê, 3 rojên hefteya duyemîn rojiya xwedan, 3 rojên hefteya sêyem rojiya êzî ye; ew rojî rojên sêşem, çarşem, pêncşemê ne. Her hefteyek ji wate û qenaeteke zayîna gerdûnê ye. Em vê cejna ola Êzî ya pîroz li tevahî gel û baweriyan pîroz dikin. Civaka Êzidî îsal ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Cejna Êzî bi dilekî şikestî pîroz dikin. Civaka me ya Ezidî her sal rojî û cejnên xwe li gor salnameya Kurdî diyar dikin. Cejna Êzî îsal rastî 20’ê Kanûnê hat.

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Laleş Êzidî bi wesîleya Cejna Êzî ji ajansa me re axivî.

‘DIVÊ EM OL Û CIVAKA XWE BAŞ NAS BIKIN’

Laleş Êzidî, ewil cejna Êzî li tevahiya xelkê Êzidî, Rêber Apo û li gelên bindest pîroz kir û wiha got, “Îsal jî gelek hevalên me yên birîndar û gazî yên Êzidî rojiya xwe girtin. Em cejna wan hevalên xwe jî pîroz dikin.”Laleş Ezidî, da xuyakirin ku cejna îsal di wextekî ku gelek birîn, êş û qeyran hene de pêşwazî dikin û wiha axivî, “Bi hilweşîna rejîma Esed re çeteyên girêdayî dewleta Tirk li deverên weke Şehba, Til Temîr gelek komkujî pêk anîn. Ev êrîşên qirkirinê hê jî didomin. Di rewşeke wer xemgîn û bi êş de em cejna xwe pêk tînin. Helbet ya ji civaka me ya Êzidî tê xwestin ew e ku xwe di ol û baweriya xwe de kûr bikin. Em ol û civaka xwe divê rast nas bikin. Li ser vî esasî em ê karibin ola xwe jî biparêzin, bi gel û civakên din jî bidin naskirin.”

Êzidî, bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî civaka Êzidî û got, “Rêber Apo diyar dike ku civaka Êzidî ji ber ewqasî teng û girtî ma, nekarî xwe bi civakên derdorê re bide naskirin û rastî gelek qirkirinan hat.  Rêber Apo di heman demê de destnîşan dike ku eger civaka Êzidî ewqasî teng û girtî nemaba wê zû asîmîle biba û heliyaba. Ji ber siyaseteke pir kûr a hêzên serdest li hember Êzidiyan heye.”

‘PÊWÎSTE EM LI DORA ŞERVANÊN HEQÎQETÊ BIBIN YEK’

Êzidî, anî ziman ku êdî wext hatiye civaka Êzidî rêxistinbûna xwe bêhtir pêş bixe û got, “Em dibêjin ku ola Ezidîtiyê qenaet û heqîqetek e. Divê em nehêlin kes ola me bike amûrekî siyasetê. Em hêvîdar in tevahî civaka me xwe di vê rastiyê de kûr bike. Pêwîst e civaka me ya Êzidî li dora şervanên heqîqetê yên xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî perwerde kirine, bibin yek.”

Laleş Êzidî, wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em careke din cejna Êzî li Rêber Apo yê ku ji bo civaka me xwe rêxistin û zana bike kedeke mezin da, dîsa li tevahî şehîdên azadiyê yên ji bo civaka me ya Êzidî li Rojava û Şengalê karibin bi azadî bijîn, têkoşîn kirin û li gelên xwe pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejna îsal bibe cejna xêr û xweşiyê, her wiha bibe cejna azadî, xwişk-biratiyê û pêkve jiyana gelan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Taybet Înan hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Acar: Em ê xwedî li mîrateya hevalên xwe derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 7'ê Kanûna 2021'ê li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan li sê navendan aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Malbatên ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin careke…

Ji aliyê Stêrk TV

MXDŞ’ê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Hejmara miriyên di barana zêde ya Nepal û Hindîstanê de gihişt 60’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: Li gundewarê Eyn Îsayê 71 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Newroz jî di nav de gelek cejn tune hesiband

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Koreya Bakur: Me li hember leşkerên Emerîkî yên li Koreya Başûr tedbîrên taybet girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?