Pîrozbahiya Newroza Amedê tevî barîna zêde jî bi coşeke mezin didome. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di pîrozbahiyê de bangî sed hezaran kesan kir. Leyla Zanayê got: “Amed, we bi sekna xwe re bereket anî. Newroza we pîroz be. Li vir gelek peyam hatin dayin. We ji bo Rojava jî seknekî xurt nîşan da. Gelê Kurd bi sekna xwe peyama xwe da siyasetmedarên Kurd; em yek in, em Kurd in, mîna gelên din xwedî maf in. We wezîfeya xwe bicih anî. Êdî divê siyaseta Kurd jî erk û berpirsyartiya xwe bicih bîne. Dixwazim tiştekî ji hikûmetê re jî bibêjim; bû salek û nîv hûn daxwazên vî gelî bicih nayînin. Ev gel dixwaze Serok (Abdullah Ocalan) li Amedê bibîne. Ji ber ku dixwaze bi hev re pêşerojê ava bikin. We dengê xwe da bihîstin. Divê rêz ji van daxwazan re bê girtin. Di şexsê Serok Apo de cejna Newrozê li tevahiya girtiyên siyasî pîroz dikim.”
Leyla Zana: Gel dixwaze serok li Amedê bibîne
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di Newroza Amedê de axivî, desthilatdariya ku daxwazên gel ji nedîtî ve tê rexne kir.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

