Meş, çalakî û daxuyaniyên şermezarkirinê, ji aliyê Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, çalakvanên sivîl û şêniyên bajaran ve hatin pêkanîn.
Di çalakî, meş û daxuyaniyan de êriş bi tundî hatin şermezarkirin, dirûşmeyên ku piştgiriya berxwedana Şêxmeqsud vedibêjin hatin berzkirin.
Di axaftinên hatin kirin de şehîdên berxwedanê, her wiha şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn û soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.
Çalakiyên li Tirbespiyê û Çilaxa ji aliyê Kongra Star, li Kobanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Amûdê ji aliyê çalakvanên sivîl û gel ve, li Şedadê û Til Birak ji aliyê Partiya Suriyeya Pêşerojê, li Hesekê jî, ji aliyê Hêzên Ewelakiryê ve hat lidarxistin.

