Koma ku ciwan û rêveberên DEM Partî û DBP’ê di nav de, li Cadeya Cûmhûriyetê dema bang li gel kir, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Di dema êrîşa dijwar a polîsan de gelek kes birîndar bûn, esnaf û welatiyên li derdor bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” piştgirî da komê.
Di encama êrîşê de Hevserokê Agiriyê yê DEM Partiyê Serhat Yilmaz Koroglû jî di nav de nêzî 20 kes hatin binçavkirin.
Welatiyan nerazîbûn nîşanî binçavkirinan dan û bi berzkirina dirûşmeyan heya avahiya bajêr a DEM Partiyê meşiyan.

