Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl û partiyên siyasî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, li Amedê meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji Xaçerêya Otogarê dest pê kir û heta pêşiya Dadgeha Îdare û Bacê ya Amedê domiya. Di meşê de pankartên “Heke HES ku kabûsa sedsalê û karesatên herî mezin in Çemê Sarimê ziwa bikin; dê jiyan bêdeng bibe, pêşeroj tune bibe, xwedî li xwezayê derkeve, deng bide Sarimê”, “Mîna risasê aspest jî navnîşanê napirse, em dimirin”, “Şikeftên Bîrkleynê yên 8 hezar sal in dijîn bi kanên kevir dimirin” û “Em li zozanên xwe kanên madenan naxwazin” hatin hilgirtin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn û dirûşmên “Xwezaya me rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bê xweza jiyan nabe” berz kirin.
TALAN DEWAM DIKE
Piştî meşê, bi beşdariya nûnerên saziyan daxuyanî hat dayin. Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku ew ê destûrê nedin talankirina xwezayê. Înan, da zanîn ku şîrket xebatên xwe bi awayekî derhiqûqî dimeşînin û bêyî ku rapora ÇED’ê hebe ev talan tê domandin. Înan, got: “Heke mirov ji bo Zozana Hesendînê bibêje, cara ewil di dosyayekê de rapora ÇED’ê winda dibe. Li gorî xala 15’an a Qanûna Hawirdorê, bêyî biryara ÇED’ê nabe ku xebat bên kirin. Dadgehên îdareyê tevî rapora kesên pispor jî bi leha şîrketan biryar da. Em dixwazin dev ji vê bêhiqûqtiyê berdin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî da zanîn ku li gelek deverên Amedê talan didome û ew ê li dijî vê têbikoşin.
PARASTINA XWEZAYÊ MIJAREKE RÛMETÊ YE
Serokê Kulp-Derê Îflahattîn Aslanhan jî got ku parastina xwezayê mijareke rûmetê ye û divê her kes tev li vê têkoşîna birûmet bibe.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî UIgen jî got ku talankirina xwezayê rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê veike û got: “Aspes û risas rê li ber penceşêrê vedikin. Tiştên din ên tên derxistin jî bi heman awayî. Em dixwazin hewayekî paqij ji zarokên xwe re bihêlin. Talankirina xwezayê pirsgirêkeke tenduristiyê ye. Divê tavilê bê bidawîkirin. Nexwe dê rê li ber karesatên mezin veke.”
Çalakî, bi dirûşma “Bê xweza jiyan nabe” bi dawî bû.