Saziyên ku li Qada Şêx Seîd li hev kom bûn, li pişt pankarta bi nivîsa “Aştî bi mafên mirovan dibe” ya bi zimanên Tirkî û Kurdî heta bi Deriyê Sarayê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin” û “Na ji şer re, hema niha ji aştiyê re” hatin qîrîn. Dayikên ku xafikên spî dabûn serê xwe li refên pêş ên meşê bûn.
BI NAVÊ 63 SAZIYAN DAXUYANIYA HEVPAR HATE DAYIN
Piştî meşê bi navê 63 saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên pîşeyî Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz daxuyanî da.
Yilmaz anî ziman ku şerê li cîhanê dibe sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan û destnîşan kir ku sîstemeke ku xwe dispêr emafên li Danezana Gerdûnî hîn nehatiye avakirin.
HETA ÇARESERÎ NEBE KRÎZ JÎ BI DAWÎ NABE
Yilmaz ragihand ku yek ji sedemên herî girîng ên krîza demokrasî û mafên mirovan a li herêmê meseleya Kurd e ku 100 sal in nehatiye çareserkirin. Yilmaz işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, “Gavên ku heta niha hatine avêtin erênî ne, lê belê eger dewlet gavên hîn bi wêrekî biavêje wê pêvajo hîn bi pêş ve biçe.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji sernavên krîtîk ên tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike serxwebûna dadgeriyê ye û hate gotin, bicihanîna biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê hesta edaletê ya welatiyan xurtir bike. Yilmaz bal kişand ser pêwîstiya bi destûra bingehîn a sivîl û got, di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê meclîsê.
Her wiha di serî de gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Saîdî Kurdî daxwaza eşkerekirina cihê goran hate kirin û hate xwestin, kuştinên kriyar nediyar bêne ronîkirin û kujer bên darizandin.
Bi domdarî Yilmaz bi bîr xist ku di sala 2025’an de li Tirkiyeyê mafên azadiya xweîfadekirinê, qedexeya êşkence û miameleya xerab, mafê azadiyê û mafê ewlehî, azadiya çapemeniyê û bijartin/hilbijartinê bi awayekî sîstematîk hatine binpêkirin û got: “Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê, 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene û ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar in. Ji bo ev krîz were çareserkirin, divê qanûna înfazê li gorî standartên mafên mirovan ên gerdûnî were sererastkirin. Divê ATK jî ne meqama biryarê ya diyarker be.”
Yilmaz got ku ji destpêka sala 2025’an heta niha herî kêm mafê jiyanê yê 421 jinan hatiye binpêkirin û got: “Ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan û wekheviya zayendî, divê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê paşve were kişandin û qanûna hejmar 6284’ê bi awayekî bandor bê bikaranîn. Li hêla din, weke parastvanên mafên mirovan, em careke din dixwazin ku meseleya Kurd ku yek ji şertên sereke ya parastina mafên zarokan e tavilê bê çareserkirin.”
Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Bi boneya vê daxuyaniya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan em careke din hemû kesên di têkoşîna mafên mirovan, aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

