Ofîsa Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li bajarê stratejîk El Ubeyd ku paytexta herêma Kordofan a Bakur a Sûdanê ye, di êrişê de herî kêm 40 kes hatin kuştin.
Neteweyên Yekbûyî li ser dem û berpirsyarên êrişê agahî neda. Bûyer di demeke welê de qewimî ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) li herêmê şer jinûve giran bûye.
MEHA COTMEHÊ HERÎ KÊM 1.545 SIVÎL MIRIN
Di şerê navxweyî de ku ji Nîsana 2023’an û vir ve dewam dike, meha Cotmehê ji aliyê tundiya li sivîaln ve bû yek ji demên herî giran. Li gorî daneyên Projeya Daneyên Şer a Navneteweyî (ACLED) tenê meha Cotmehê di êrişan de 1.545 sivîl hatin kuştin.
Ji destpêka şer û vir ve li vî welatî 49.800 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji van 15.300 kes di encama êrişên li ser hedefên sivîl de mirin. Herî zêde li Darfûr û derdora paytext Hartûmê mirov hatin kuştin.
KRÎZA MIROVÎ
Neteweyên Yekbûyî şerê li Sûdanê weke yek ji krîzên herî giran ên mirovî pênase dike. Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn, xizmeta tenduristiyê û xurek bi destê mirovan nakevin.
ÊRIŞÊN BI DRONEYAN ZÊDE DIBE
Di şer de rola droneyên bêmirov zêde bû. Hate ragihandin ku di 10 mehên destpêkê yên sala 2025’an de zêdeyî 700 caran drone hatin bikaranîn. Di van êrişan de nêzî 1.900 kesî jiyana xwe ji dest dan.

