Hevseroka Desteya Perwede û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî bal kişand ser mufredata perwerdeyê ya bi sê zimanan û destnîşan kir ku mafê gelan hemûyan e ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werbigire.
Bi çirûska Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2011’an re sîstema perwerde û hîndekariyê jinûve hate avakirin. Beriya şoreşê li bajarên Heleb, Kobanê, Efrînê û bajarên mîna wan perwerdeya bi Kurdî bi dizî dihate kirin, lê piştî şoreşê êdî bi rengekî eşkere dewam kir. Bi Şoreşa Rojava vejîna zimanê dayikê rû da, gelan bi zimanê xwe yê dayikê dest bi perwerdeyê kirin.
DIBISTANÊN DESTPÊKÊ YÊN PERWERDEYA ZIMANÊ KURDÎ
Li Kobanê di 9’ê Îlona 2011’an de Dibistana Şehîd Osman Silêman, 6’ê Cotmeha 2011’an li gundê Duraqliya yê navçeya Şera ya Efrînê dibistana Şehîd Fewzî, di 12’ê Cotmeha 2011’an de li gundê Bestasusê yê Dêrikê dibistana Şehîd Dîcle, 15’ê Cotmeha 2011’an li taxa Enteriye ya Qamişloyê dibistanên Şehîd Reşo û Şehîd Mûstafa Gulo, 9’ê Mijdara 2011’an li Amûdê dibistana Reşîdê Kurd dest bi perwerdeyê kirin. Bi vî rengî li kantonên Efrîn, Cizîr û Kobanê yên wê demê li pey hev dibistanên bi zimanê Kurdî dest bi perwerdeyê kirin.
DI SALA 2012’AN DE 97 DIBISTANAN DEST BI PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ KIRIN
Saziya Zimanê Kurdî di Konferansa xwe ya 3’yemîn de ya 19’ê Gulana 2012’an (Konferansa destpêkê sala 2007’an, konferansa duyemîn sala 2009’an li Heleb û Kobanê bi dizî hatin lidarxistin) piştî nîqaşkirina gihandina mamosteyan û mufredatê, ji bo perwerdekirina mamosteyên pispor zend û bend ba da. Piştî konferansê di 14’ê Cotmeha 2012’an de li Kobanê 97 dibistanan dest bi perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin. Di 11’ê Kanûna 2012’an de li Cizîrê perwerdeya bi zimanê Kurdî destpê kir. Saziya Zimanê Kurd (SZK) di civîna xwe ya sala 2013’an de biryar da ku akademî û enstîtuyê ava bike.
AVAKIRINA AKADEMÎ Û ENSTÎTUYÊ
Li Cizîrê di 23’ê Cotmeha 2013’an piştî Akademiya Celadet Bedirxan, akademiyên Şehîd Nalîn, Şehîd Dorşîn û Şehîd Ezîz hatin avakirin. Li Efrînê di 1’ê Tebaxa 2013’an de Akademiya Şehîd Ferzad Kemanger, piştre jî akademiyên Şehîd Zozan Yûsif, Şehîd Arîn Mîrkan hatin avakirin. Li Kobanê di 20’ê Kanûna 2013’an de piştî Akademiya Şehîd Viyan Amara akademiyên Şehîd Rosyar û Şehîd Amara Hisên hatin avakirin. Di navbera salên 2011-2012’an de bi projeya gihandina mamosteyên pispor re ku hîmê wê hate danîn, di navbera salên 2013-2015’an de ji bo perwerdekirin û xurtkirina mamosteyan li Efrînê 7, li Cizîrê 15 û li Kobanê jî 7 enstîtu hatin avakirin. Komîteya Mufredata Perwerdeyê jî di sala 2014’an de hate damezrandin.
ZANÎNGEH HATIN AVAKIRIN
Zanîngeha destpêkê di 27’ê Cotmeha 2015’an de bi navê Zanîngeha Efrînê hate vekirin. Di 5’ê Tîrmeha 2016’an de li Qamişloyê Zanîngeha Rojava, li Kobanê 30’ê Îlona 2017’an Zanîngeha Kobanê û di sala 2021’ê de jî li Reqayê Zanîngeha El Şerq hatin vekirin.
ERMEN, SURYAN Û ASÛR
Gelên Ermen, Suryan û Asûr jî bi şoreşê re firsend bi dest xistin ku bi zimanê xwe bi rengekî azad bijîn. Gelê Suryan û Asûr ku li dêran perwerde didît, zimanê xwe êdî li dibistanan û li sazî û meclîsên xwe hîn dibû, hîn dikir. Ji bo pêşketina zimanê Suryanî û perwerdeya mamosteyan di sala 2014’an de li Qamişloyê saziya Olaf Tao hate avakirin. Ev saziya ser bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrikê û Hesekê jî şaxên xwe hene.
ÇERKES Û TIRKMEN
Çerkesên li Minbicê di bin sîwana meclîs û komeleyên xwe yên xweser de dikarin bi zimanê xwe yê dayikê bêne perwerdekirin. Gelê Tirkmen jî piştî ku Minbic ji dagirkeriya DAÎŞ’ê hate rizgarkirin di 25’ê Nîsana 2018’an de di bin sîwana komîteyekê dest bi perwerdeya xwe ya bi zimanê dayikê kir.
MUFREDATA BAASÊ DÎROK BEREVAJÎ DIKIR
Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî anî ziman ku di dema rejîma Sûriyeyê de gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkes di nava şert û mercên gelekî giran de jiyana xwe dewam dikirin û got, “Bi taybetî li dijî gelê Kurd polîtîkayeke taybet dihate meşandin. Axaftin, xwendin û stranên bi Kurdî qedexe bûn. Mirovên ku bi Kurdî diaxivin, nivîsandin dibin hedefa tundiyê û dihatin girtin. Jiyana bi çand, dîrok û zimanê xwe dihate astengkirin. Netewe dewletan yek ziman, yek al, yek nasname bi kurtasî yek tîp ji xwe re dikirin esas û ev yek di nava rejîma Sûriyeyê de serwer bû. Mufredata perwerdeyê jî bi nêrîna şovenîst, nijadperest û neteweperest a rejîma Sûriyeyê dihate amadekirin. Dîrok dihate berevajîkirin û bi vî rengî dihate hînkirin. Asîmîlekirina gelan li dibistanan dihate kirin. Ne tenê gelê Kurd. Gelê Suryan jî ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hate hiştin. Mirov dikare vê yekê ji bo gelê Ereb jî bibêje. Rast e bi zimanê xwe yê dayikê dihate perwerdekirin, lê belê li gorî polîtîkaya netewe dewletê neçar dihatin hiştin. Dîrok rast nedihate xwendin, nedihate pênasekirin. Gelê Ereb jî xwedî çandên cuda bû lê belê bêyî destûra rejîmê nikarîbû bi çanda xwe bijiya. Mirovên ku rejîma Baasê nedipejirandin nikarîbûn bi hêsanî derbasî zanîngehê bibin. Pûanên wan dihate kêmkirin, yên ku pûanên wan têrê dikirin jî bi hêsanî nikarîbûn derbasî zanîngehê bibin.”
BI KOMÎTEYA MUFREDATÊ YA JI 7 KESAN GIHÎŞT VÊ ASTÊ
Semîra Hec Elî bi bîr xist ku di sala 2014’an de Komîteya Mufredatê ji aliyê Desteya Perwede û Hîndekariyê ve hate avakirin û got, “Ev pêvajo bi zor û zehmetî derbas bû. Pêwîstiya me bi kesayetên pispor hebû. Mufredateke nû çawa dikare bê avakirin, sîstemeke perwerdeyê ya ku gel bi hev re perwerdeyê lê bibîne çawa dikare bê avakirin, mufredateke gelan a hevpar çawa dikare bê afirandin, bandora sîstema rejîma Baasê çawa dikare bê şikandin; gelek pirsên mîna van hebûn. Komîteyeke me ya mufredatê ya ji 7 kesan di encama têkoşîneke mezin de em gihandin vê astê. Em îro bi Kurdî, Erebî û Suryanî mufredatan ava dikin.”
LI 7 KANTONAN WÊ MUFREDAT HEVPAR BIN
Semîra Hec Elî diyar kir ku ji bo perwerdekirina mamosteyên pispor enstîtu hatine avakirin û got, “Li Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê ji bo perwerdekirina mamosteyan fakulte hatin vekirin. Fakulteyên ku bi perwerdeya ji sê mehan destpê kirin, bi demê re ji bo salekê hate dirêjkirin ku mamoste karibin li ser mufredatê serwer bin. Di nava van du slaan de wê di mufredata perwerde û hîndekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wê yekbûn pêk were. Li 7 kantonan wê sîstemeke perwerdeyê ya hevpar bê avakirin. Afirandina vê sîstemê gelekî girîng e.”
BI SÊ ZIMANAN MUFREDATA RÊVEBERIYA XWESER
Semîra Hec Elî ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re li heman dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigirin û got, “Her zarok bi zimanê xwe yê dayikê tê perwerdekirin, di heman demê de xwedî wê şensê ye ku bi zimanê gelên din jî hîn bibe. Sîstema perwerde û hîndekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke li ser jinûve avakirina mirovan hatiye avakirin. Ji ber ku bi çand û dîroka xwe kesayet wê civakê jinûve ava bikin. Sîstema netewe dewletan mirovên welê diafirîne ku tevlî sîstema wan a perwerdeyê bibin. Sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ne tenê ji ders û sîstema ezmûnê ya klasîk pêk tê, berevajî vê yekê bi paradîgmaya neteweya demokratîk civak tê afirandin. Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Erebî, Kurdî û Suryanî weke zimanên fermî hatin destnîşankirin. Gel bi van zimanan li dibistanên Rêveberiya Xweser perwerdeyê werdigirge. Gelên Ermen û Çerkes jî ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar namînin. Bi piştgiriya Rêveberiya Xweser gelê Ermen bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe. Gelê Çerkes jî xwedî wî mafî ye ku sîstema xwe ya perwerdeya bi zimanê dayikê ava bike.”