Bi pêşengtiya Walîtiya Helebce û bi beşdariya hemû sazî, dezgeh û rêveberiyên bajar, di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, kampanyayek girseyî ya komkirina alîkarî û hevkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin.
Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Em ji nêz ve xema gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê hîs dikin. Em nikarin li hember xemgînî û birînên xizmên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bêdeng bimînin. Ji ber vê yekê em ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kampanyayek neteweyî û girseyî radigihînin.
Nuxşe Nasih bang li hemû welatiyan kir ku bi ruhek netewî beşdarî kampanyayê bibin.

