Di saetên şevê de bi pêşengtiya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.
Berî şahiyê Meclisê xwarina fitarê da û piştre şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Berpirsa Meclisa Jinan ya Binarê Qendîlê Serwîn Celal peyama Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) xwend.
Piştî peyamê Koma Govendê ya Kezî ku ji jinên ciwan yên Binarê Qendîlê pêk tê derketin ser dike û hunera xwe pêşkêş kirin. Piştre jî Koma Zarokên Qendîlê derketin ser dikê stran gotin.
Di şahiyê de ji ber ked û têkoşîna jinan Hevseroka Meclisa Gelê Binarê Qendîlê Lavan Mistefa û Serwîn Celal gul pêşkêşî jinên tevlî şahiyê bûne kirin.
Şahî bi gerandina govend û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.

