Li çiyayên Kurdistanê dengê bixumîna avên zelal ên ji çeman tên bilind bûye, biharê bi hemû bedewiyên xwe xwe ji her aliyî ve nîşan dabû. Gerîlayên YJA Starê li gel kelecana buharê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pêşwazî dikin. Têkoşîna ku li gel Rosa, Clara, Bêrîtan, Zîlan û Semayan dest pê kiriye li gel Asyayan derketiye astên herî bilind. Ev rastî roja îroyîn li qadên gerîlayan bi awayê herî zelal tê dîtin. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di şexsê gerîlayên YJA Starê de zindî pêşengtî dîtiye û xwe ji hemû aliyan ve dida pênasekirin. Carna dengê jiyanê di valahiya di navbera du henaseyan de derdikeve holê û dibe bawerzîna jiyanê. Carna jî xwe li ser kenekî nîşan dide. Ev yek jî dibe hezkirina awayekî jiyan û têkoşînê. Li çiyayên Kurdistanê mizgîniya biharê gihîştiye hemû deran û xweza ketiye nava liv û tevgereke mezin. Dema ku însan li ser şiverêyeke gerîlayan dimeşe, dibîne ku wan di navbera kevir û zinaran de rêçeke dirêj çêkirine. Û mirov li ser vê rêya bi heybet dimeşe û berê xwe dide biryargehên gerîlayan.
Ev rêya ku bi ked û hezkirinê hatiye vekirin, berê mirovan dide ramanên kûr. Li mekanên xwedawendan rastiya îradeya jinûveafirandina hez û jiyanê, vediguhere rasttirîn têkoşînê û dibe mezintirîn pênaseya vegera cewherê. Di nava van ramanan de ji bo jinan vegera cewherê, ji av û hewayê hewcetir dibe. Dema ku ez û hevalên xwe ji bo şopandina amadekariyên 8’ê Adarê ber bi biryargehên gerîlayan ve diçûn, kelecana bihar û gerîlayên jin ji hemû aliyan ve bandor li me kiribûn û heman kelecan li ba me jî hebû. Dema ku em li nêzî qadê bûn, me dît ku hemû gerîlayên jin bi coş û kelecaneke mezin dest bi amadekariyên xwe kirine. Ji aliyekî, ve dengê daholan, ji aliyekî din ve dengê tîlîliyan weke senfoniyekê bilind dibû. Dersokên di destê gerîlayên jin de weke pêlên avê dihatin û diçûn; tevgerên dest, pî û serî û hemû laşî bi hev re diherikîn û ahengeke resen derdiket holê. Di nava van şert û mercên zehmet de pêşxistina xebateke bi vî rengî weke tabloyekê bû ku ji heza watedar hatiye çêkirin. Rastiya li qada amadekariyan aha ev bû.
Gerîlayên jin carna bi komî dihatin li ba hev, bi hev re dikeniyan û kenê wan bi awayekî jidil hemû qada amadekariyan tije dikirin. Bi hezkirineke mezin li hevûdu dinêrîn û xebatên xwe bi rê ve dibirin. Carna di bin darekê de wateya 8’ê Adarê nîaqş dikirin û carna jî ji bo ku folklorê bi awayê herî baş çêbikin hemû dema xwe didan provaya govendê. Di nava vê atmosferê de yek ji mijara balkêş govenda ku dihat gerandin bû. Di hemû figurên govendê de berhemên têkildarî jinan derdiketin pêş. Hemû amadekarî bi armanca nûnertiya jiyana jinan û keda jinan dihatin pênasekirin. Vê rewşê li ser atmosfera gerîlayên jin bandoreke xurttir diafirand. Figurên ku hatibûn çêkirin, nûnertiya çanda xwedawendiyê dikirin û têkiliya wê ya li gel jiyan û xwezayê dihat avakirin. A rastî gerîlayên jin dikarin nûnertiya vê yekê bikin; ji ber ku civakîbûn bi keda jinan pêk tê. Gerîlayên YJA Starê jî ji bo ku ev rastî winda nebe û ji nû ve zindî bibe têdikoşiyan.
JINA AZAD PERÇEYEKÎ DÎROKA LEHENGIYÊ YE
Dema ku jiyan bi hezkirinê tê avdan, dibe kaniyeke weke ji nava xaka hişk derdikeve. Dema ku rengên wateya jiyanê diafirînin tên li ba hev, di nava xwe de yekîtiyekê diafirînin. Barana ku hêdî hêdî dibarî, li ser rûyê gerîlayên jin de weke rûberekê digeriya û ahenga jinan û xwezayê derdixist holê. Çaya ku li ser agirê daran dihat çêkirin hemû betilîna wan bi dawî dikir û wan jî bi kelecanî amadekariyên xwe domandin. Bi qasî ku 8’ê Adarê nêzîk dibû kelecana gerîlayan jî zêde dibû û vê yekê xwe bi hemû awayî nîşan dida. Gelek beşên amadekariyên moralê hebûn. Stranên ku dihatin strîn û pêşandanên karateyê bi giştî nûnertiya têkoşîna Jinan û Rêber Apo dikirin. Gerîlayan stranên xwe di nava rîtmekê de digotin Li rex vê yekê beşek karateyê jî hatibû amadekirin.
Di nava civakê de jin gelek caran ji bo ku xwe ji mêran biparêzin xwe hînî vê yekê dikin. Lê belê gerîlayên jin vê yekê weke beşeke hunerî bi kar tînin û ji bo parastina nirxên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatine afirandin weke semboleke girîng di nava bernameya moralê de pêşkêş dikirin. Rastiya Rêber Apo di tevahiya amadekariyên moralê de xwe nîşan dida û gerîlayên jin ligel amadekariyên xwe li dora Rêber Apo çembera hezkirin, bawerî, îrade, evîn û dilsoziyeke mezin çêdikirin. Dema ku em ji çarçoveyeke giştî li van amadekariyan dinêrin em jiyana gerîlayan ya bi hezar rengan hatiye xemilandin, dibînin. Gelek caran ji bo gerîlayan pênaseyeke teng tê kirin û weke kesên ku bes şerî dikin, tên nîşandan; lê belê vê atmosferê nîşan dida ku ew li qadan pispor in, hemû hurgiliyên jiyanê hîn bûne û bi awayê herî baş pêk tînin.
Hunera dihat pêşkêşkirin, xwedî wateyeke ramanî ye û li ser bingeha jina azad dihat birêvebirin. Tişta ku me li qada amadekariyan şahidiya wê dikir ew bû ku jina azad perçeyekî dîroka lehengiyê ye. rastiyên têkoşîna jinan li hemû qadan bi dengekî hatiye bilêvkirin û ji bo pêşerojê veguherîbû mîrateyeke mezin. Dîroka ku bi destê serweriya mêran hatibû nivîsandin bi destê jinan hatiye şikandin û êdî dîrok bi awirên jinan dihat nivîsandin. Li çiyayên Kurdistanê rastiya ku di şexsê gerîlayên jin de dihat jiyîn, ev bû.

