Bi wesîleya cejna Newrozê gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê hatin ba hev û bi ruhekî kolektîf Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gerîlayan cejna hev pîroz kirin. Fermandarên HPG’ê Amed Melezgirt, Seyîtxan Dersim, Mahîr Serhed, Sîdar Heştenîn û Raperîn Engîzek jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
BEHSA WATEYA NEWROZÊ Û BERXWEDANA DÎROKÎ HAT KIRIN
Di pîrozbahiyê de Fermandarê HPG’ê Amed Melezgirt, bal kişand ser cihê dîrokî û wateya Newrozê ya di têkoşîna azadiyê de. Melezgirt, anî ziman ku Newroz ne tenê cejne, di heman demê de sembola berxwedan û îradeya azadiyê ye.
Amed Melezgirt, her wiha şehîdên Newrozê bibîr anî û Newroz li Rêber Apo, gelê Kurd û girtiyên azadiyê pîroz kir.
AGIR HAT VÊXISTIN Û GOVEND HAT GERANDIN
Piştî axaftinan gerîla û fermandar bi hev re agirê Newrozê vêxistin. Piştre gerîlayan li dora agir kilam gotin, govenda xwe gerandin û coşa Newrozê mezintir kirin.
Her wiha Koma Awazê Çiya jî tevlî pîrozbahiyê bibû û bi stranên xwe coşa Newrozê li çiyayên Kurdistanê bilind kirin.

