Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê berxwedana li hember êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de, daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:
“Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bersiva êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li eniyê gundên Aştana û Mistaha yên li başûrê bajarê Minbicê da, êriş têk birin û çete qewitandin.
Hêzên me li eniya bajarokê Ebû Qelqelê jî bersiva êrişên çeteyan da. Li derdora gundê Elûş panzêreke BMB û tankek teqandin. Di şer û pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Li başûr û rojhilatê Minbicê şer dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û obîsan herêmê bombebaran dike.”