Di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bi dehan kesên hawirde êrişî malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê kirin.
Li Efrînê bi dehan kesan bi awayekî koman êrişî ciwan û jinan ên Kurd kirin, erebeyên wan şikandin û heqaret li sembolên Kurdî kirin.
Çavkaniyên taybet ji Efrînê da zanîn kesên nijadperest ên hawirde diruşmên nijadperestî û taîfperestî li nava bajarên Efrînê avêtin û heqaret li sembolên Kurdan kirin.
Ji Helebê jî agahî hatin wergirtin ku endamên ewlehiyê yên hikumeta demkî bendên kontrolê yên li têketinên taxa Şêxmeqsûdê rakirin û rê vekirin ku nijadperest êrişî Kurdên li taxê bikin.
Ev pêkanînên nijadperestî û tafîperestî hemwextî pîrozbahiya gelê Kurd ya 21ˊê ya Newrozê tên.

