Li herêma Gamo ya başûrê Etiyopyayê, di encama barana dijwar de lehî rabû û hezaz çêbûn. Li gorî agahiyên polîsên xwecihî, li 3 navçeyan herî kêm 48 kes mirine û 95 kes jî winda bûne.
Rayedaran ragihandin ku ji bo rizgarkirina kesên winda xebatên xwe didomînin.
Rêveberiya herêmê, ragihand ku barana dijwar bi taybetî li cihên bilind zirareke mezin çêkiriye û got ku gelek avahî ji ber lehî û hezazê bandor bûne.
Gamo, bi herêma xwe yê çiyayî, asê, nifûsa xwe ya zêde û taybetmendiyên erdnîgarî, wekî herêmek ji bo karesatên xwezayî gelek xetere, tê hesibandin.
Barana dijwar a ku di rojên dawî de li seranserê Rojhilatê Efrîkayê xurt bûye, li gelek welatan bûye sedema karesatan.
Li paytexta Kenya Nairobiyê hefteya derbasbûyî ji ber karesata lehiyê herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pispor dibêjin ku bûyerên hewayê yên dijwar ji ber guherîna avhewayê zêde dibin.

