Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 9’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Qamişloyê: Di 8’ê Adarê de em soza xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Limasolê jinên Kurd balkişandin ser slogana Jin, Jiyan, Azadî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin
Jin

Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

Jinên ku li gelek bajarên Tirkiyeyê Meşa Şevê ya Femînîst li dar xistin, peyama piştevaniyê bi gelên li herêmên şer dan û gotin, “Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin. Em di aştiyê de israr dikin. Ev jiyan ya me ye!”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li bajarên Enqere, Edene, Mersîn û Antalyayê jinan bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meşa Şevê ya Femînîst li dar xistin.

ENQERE

Saziyên jinan ên Enqereyê û Feminîstên Xweser bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê 20’emîn meşa şevê li dar xistin.

Saziyên jinan ên Enqereyê û Feminîstên Xweser bi minesebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo 20emîn meşa şevê li Rêya Yuksel a navçeya Çankayayê hatin ba hev. Jinan li vir demekê dirêj dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Raperîn şoreş û azadî” “Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî”, “Hevî aştî û berxwedan”, “Hezar silav ji jinên li Rojava li ber xwe didin”, “Hezar silav ji jinên li Filîstînê li ber xwe didin” û “Bi berxwedanê em ê bi derbikevin” berz kirin.

Piştre jî jinan bi gelek pankart û dovîzên qala têkoşîna jinan dikin dest bi meşê kirin. Bi hezaran jin bi berzkirina dirûşmeyan li Rêya Yukselê heta Rêya Sakaryayê meşiyan. Girseyê demekê dirêj li Rêya Sakarya govend gerandin, stran gotin û dirûşm berz kirin. Piştî meşê li Rêya Sakaryayê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin xwendin.

‘EM LI HER DERÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê şanoger û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Angay ve hate xwendin. Zelal Angay bi lêv kir ku ew li dijî pergala patriyarkar û tunehesibandina kêda jinan li qadan in û wiha got: “Li çar aliyên cîhanê pergala mêr jiyana jinan dorpeç dike. Li Rojava pergala jiyana azad a jinan hedef tê girtin. Li Filîstînê komkujiya Îsraîle didome. Li Afganîstanê jin tune tên hesibandin. Li Iraqê Yaenar Mihemed ku avakara rêxistina azadiya jinan bû hat kuştin. Li Îranê rejîma molla jinan dikuje û mudaxaleya emperyalist tevahî civakê qir dike. Li her derê şer heye. Jin û LGBT hedef tên girtin. Em li her derê aştiyê dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.

EDENE

Li Edeneyê jin bi dirûşma “Di 8’ê Adarê de Serhildana Femînîst” kom bûn. Jinên ku li ser Kolana Gazîpaşayê civiyan, li vir dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û bi stranan ve govend gerandin.

Di meşa ku bi beşdariya gelek jinan pêk hat de, bi dirûşman ve bertek nîşanî zext, êriş, şer û xizaniyê hat nîşandan.  Jin ji Kolana Ataturkê heta Parka Ataturkê bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî piştevaniya jinan”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Jin şer naxwazin” ve meşiyan. 

‘EM Ê SERHILDANA XWE YA FEMÎNÎST GEŞ BIKIN’

Piştî meşê, li ser navê koma Meşa Şeva ya Femînîst a Edeneyê, Pelîn Songul Çîçekê daxuyanî da û ev tişt got: “Em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Wekî her 8’ê Adarê, em îro jî wezîfeya dewlet, desthilatdarî û rêveberiyên xwecîhî bi bîra wan dixin û daxwazên jinan bi dengekî bilind tînin ziman. Em dizanin ku daxwazên me tenê bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî pêkan in. Ji bo jiyan û mafên xwe, em ê têkoşînê bidomînin û serhildana xwe ya femînîst geş bikin.”

ANTALYA

Li Antalyayê jî jin ji bo Meşa Şevê ya Femînîst li Deriyê Hadriyan civiyan. Jinan xwestin ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin, lê polîsan rê neda wan. Jinan li dijî astengiya polîsan bi muzîk û govendê çalakî pêk anîn. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

MERSÎN 

Li Mersînê 12’yemîn Meşa Femînîst a Şevê bi tevlibûna hezaran jinî ji Kolana Kushîmoto heta Qada Ozgecan Aslan meşiyan. Jinan pankarta ‘Em di jiyanek azad û wekhev de bi israrin’ vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.

Di meşa ku li Qada Ozgecan Aslan bidawî bû de axaftin hatin kirin. Aktîvîsta TJA’yê Sara Kaya ewil axivî û da zanîn ku ew berxwedana jinên li Rojava silav dikin û got têkoşîna wan wê heta avabûna civakeke demokratîk bidome.

‘EM BI SERHILDANA XWE LI KOLANAN E’

Li ser navê meşa Femînîst a Şevê, Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Goksoy axivî. Çîgdem Goksoy daxuyakirin ku ji bo jiyan û keda xwe hatine gel hev û di jiyaneke azad û wekhe vde bi israrin, dengê serhildana jinan li qadan bilind dikin. Çîgdem Goksoy wiha got: “Em li dijî tunehesibandin, tundî, binpêkirina kedê, êrîşên li ser jinan li her derê di serhildanê de ne. Em vê 8’ê Adarê jî li kolanan e.”

Parlamentera DEM Partî ya Mersînê Perîhan Koca jî axivî û got: “Em têkoşîna jinê wek avakirina civakeknû rêxistin dikin. Ji aliyê pergala serdestiya mêr ve li hember jinan şer hatiye destpêkirin. Em di hawireke qirkirina zayendî de ne. Ji Rojava heta Îranê, jinên ku tarîtiyê belav dikin silav dikin.”

Daxuyanî bi stran û govendê bidawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan
Nûçeya Pişt re Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zeki Bayhan: Entegrasyona demokratîk, rêya civaka demokratîk e

Zeki Bayhan, ku di sekreteriya Rêber Apo de cih digire, destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk,…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên 8’ê Adarê yên jinan

Jinan beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dadikevin qadan. Li gelek bajaran çalakiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Ya girîng naskirina jenosîdê ye 

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku divê mafên civaka Êzidî bên qebûlkirin û got, “Gava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Bi wêneyan 8’ê Adarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên ji Qamişloyê: Di 8’ê Adarê de em soza xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?