Bi dehan kes ji şêniyên bajarê Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişa li dijî rêveberê Dibistana Sebax Cuma El Hisên çalakiyek li dar xist.
Şêniyan pankartên “Em edaletê ji mamoste Cuma El Hisên re dixwazin”, “Sûc berhema cehalet û gendeliyê ye” û “Destê ku dirêjî mamosteyan bibe, lanet lê be” vekirin. Her wiha xwest hesab ji kesên êşkence li Hisên kiriye, bê pirsîn.
Çavkaniyan diyar kir ku ji ber êrişa li dijî Hisên duh dibistanên bajar û gundên Girê Spî nehatin vekirin.
Li gorî ajansa ANHA’yê, 3 çekdarên di erebeyeke reş a bêplaqe de bûn, Cuma El Hisên revandiye û biriye cihekî nediyar. Çavkaniyan da zanîn ku li El Hisên dane û ji ser hişê xwe ve çûye.
Doh jî komeke çeteyan li gundê Menkelî êşkence li Mistefa El Eyaf (45) ê ji eşîra El Bû Esaf kiribû û pere û telefona wî jê standibûn.

