Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Mîtan Agirî (Salim Selmo) 14’ê Sibata 2025’an de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li gundê Şêro yê Girkê Legê merasîma xiyabî li dar xist.
Di merasîmê de şêniyên bajarên Girkê Legê, Rimêlan, Dêrik û Til Koçer û endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên eşîran amade bûn.
Di merasîmê de, piştî deqeyeke rêzgiritin, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl serbilindiya xwe bi fedakariya şehîdan anî ziman û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan, dubare kir.
Endama rêveber a Kongra Star a Girkê Legê Esmehan Ferho got ku şehîd nimûneya fedakarî û îradeya azad e û banga şopandina rêya wan û avakirina civakeke bi edalet û rûmet, kir.
Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) fermandar Serdem Rimêlan sersaxî da malbata şehîd û got hêzên wan dê erkên xwe yên parastina pêkhateyên herêmê bidomînin.
Piştre li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Sînan Sîdoş got ku girêdana bi mîrasa şehîdan re erkekî exlaqî û olî ye.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.
					
							
			
                                
                             
