Çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ku li gel agirbestê jî ji doh bi şev ve êrişeke giran dibin ser gundên Kobanê, li gundê Xerab Hişkê komkujî kirin.
Di encama êrişên çeteyan de 5 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, ji birîndaran navê 5 kesan bi vî rengî ye:
Şerîhan Hec Mehmûd (33), Fatme Hec Mehmûd (17), Mesûd Şêx Bozan (5), Nisrîn Mistefa (25), Mihemed Şêx Bizan.
Tê gotin, birîndar di binê kavilan de ne û fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Şervanên QSD û YPJ’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişên çeteyan.
Li gorî agahiyan li herêmê şer dewam dike.

